Şador romana dawî ya Dilawer Zeraq e. Bi du vegotinên paralel va ser mesela “nêrtîyê” disene. Nivîskar, Rizgan bi fikr, hişmendî û zanebûnê va xemilandîye. Hemberî desthilatdariyê hêrsa Rizgan ya li dijî nêrbûna mêran bûye sedema hebûna Rizganê “îdeal”. Elî Şerîatî di destpêkeka xeberdana xwe da dibêje “ez hatim we eciz bikim” sankî Rizgan jî li ser heman gotinê ye û dibêje mêrno ez hatim we di mesela “nêrtîyê” da eciz bikim. Meriv dixwaze li pey pirsa “edebîyat yan romaneka Kurdî dikare mêrên desthilatdar eciz bike?” bigere û bersivekê peyda bike.
Şadorê xwe çima da nivîsandinê?
Sedemên nivîsîna Şadorê, ji ber hewcetîyên hundirî ye; hem wekî kesaneyî hem jî wekî komalî. Ji alî kesaneyî ve, belkî jî, sedemên hebûna min a di vê civakê de kirin ku ez roj bi roj û sedem bi sedem bigihîjim van rojan da ku karibim Şadorê binivîsim; yanî dibêjim, belkî jî sedem jîyan bi xwe ye; di çarçoveya giştî de jîyana me Kurdan û di çarçoveya kesaneyî de jîyana me jin û mêran. Digel van ‘belkî’yan, misogerîyek heye; ne tenê em bi hewcetîyan dihisin û li ser wê pêhisînê xwe li hin tiştan radikişînin, di heman demê de, jîyan jî me ji bo hewcetîyan amade dike û me bi wan hewcetîyan dihisîne. Û em çi qas destkarîyê li wê kêlîya hewcetîyê bikin, em ew qas dikevin nav jîyanê û jîyan jî dibe ya me. Şador, herî zêde, dongîyeke sedemên hundirî ya kesaneyî ye ku di hişmendî û bîra (hafizeya) kesaneyî de ava bûye û berê xwe daye bîra çandî û kollektîf ya komên xelkê ku tê de bi wan re û di nav jîyana hevpar de digevize. Sedema nivîsîna Şadorê, ew pêrabûn e ku dixwaze di nav jîyaneke parçeparçebûyî û tîştîşîkirî de, pirs(yar)a sedemên hebûn(îy)ê ya derbarê xwe bike; û bêje; “Hêra jîyanê! Te çi kul e!”
Di romanê da îqtîdarên li Kurdistanê yên Rizgan dorpêç kirine yek bi yek mîna karakteran cî girtine. Mamosteya tirk, bav, malbat, mêrên din, civak, çand û hwd. Nêranîya mêran yekûna wan tiştan e ku ji zaroktiya Rizgan heta roja wî ya dawî tim rastî wan tê?
Li welatekî wekî Kurdistanê mêtingeh û bindest; desthilat ne tenê bi erd û axa xwe ve, bi tevî hiş, dilînî, pêhisîn û famkirina ji jîyanê ve jî, ji hev parçeparçebûyî ye û di heman demê de, jihevbelawelabûyî ye jî. Ev jihevbelawelabûyîn, bi xwe re awayên desthilatê jî çêdike û ji bo çêbûna awayên dîtir jî keysan firehtir dike û qadan diafirîne. Her wiha, awayên desthilatê yên min behs jê kirî jî, dinavhevketî ne, dihevdeçûyî ne; û sibe du sibe, mêtingerî ji hev bişikê û hûrhûrî jî bibe, wê ew dihevdeçûn û dinavhevketin xweşikî ji hev venerese, ji hev neyê derxistin û ji hev neyê pakkirin.
Mamosteya Tirk, desthilateke derveyî ye; di helûmercên derbar xwe de hatiye sazkirin û ji der de li Rizgan û dê û bav û xwişka wî hatiye ferzkirin. Her wiha, bibîrxistin (reference) û nimandinên (temsîlkirin) dîtir jî cî bi cî tîne di romanê de. Desthilatên din yên di romanê de, tevdehîya jîyana Rizgan û yên jîyana me ne. Jixwe berî ku em fêmbarî xwe bibin ew di jîyana me de hene. Çi gava em fêmbarî xwe dibin, em dikevin nava wan desthilatan ku ji berê de ji bo me hatine amadekirin. Digel wê jî, hin awayên desthilatê hene ku jîyana me tenê ji bo me tîne pêşîya me; û em wê bi xwe re dixin nava civakê û dîsa dikin desthilata komalî û giştî.
Rizgan hemberî çanda desthilatdar û hemberî mêrên din gelekî hişk e. Ez wek jinekê bêjim, gorî min mêr jî gelek caran dibin mexdûrê vê îmaj û çandê. Lê Rizgan qet bi wan ra empatî nake, bi vî şiklî dikare tesîrê li Rizganên jirêzê bike?
Rengdêra “hişk”… Em wê çi qas hişk bêjin hişktir dibe… Em wê çi qas dûr bêjin, ew qas nêztir dibe… Em wê çi qas wekî tiştekî ne ji xwe, wekî parçeyekî ne ji me bêjin, ew qas dibe parçeyekî ji me… Rizgan hişk e an ne hişk e, ez nikarim li ser wê tiştekî bêjim; roman bi xwe dibêje jixwe. Herçî mexdûrbûna mêran e, arîşe jî ji vê peyvê dest pê dike; mexdûr… Kî li gorî kê û li ser kîjan sedemên desthilatî, pêkanînê û hebûnê mexdûr e. Mêr mexdûrî xwe ne an mexdûrî jinan in an jî mexdûrî “nêrtî”ya xwe ne an jî mexdûrî “neşîyana xwe” ne… Em tim di nav hewla xelaskirina hin tiştan de ne; lê em hewla rizgarkirinê nadin. Em didin dû xelaskirinê, didin dû filitandinê û em dibêjin qey gava “aza(d)bûn” pêk hat wê her der û her tişt bibe mîna çardehê Nîsanê. Lê kurê pîrê ne wisa ye. Loma jî, îmaj û çanda tu behs jê dikî; ew e ku Rizgan di romanê de digevize. Ez rewşa ku jin û mêr tê de ne, wekî mexdûrî qebûl û pênase nakim. Ji ber ku aza(d)bûn ji bo min ne dongîyek e; lê belê, bi deconstructîvekirina gotina Kafka, azadî ew rêya têreçûnê ye ku bi her (pên)gavê re ronahîyeke taybet dide ber mirovan, -çi jin çi mêr-.
Ger em empatîkirin an jî nekirina Rizgan behs bikin, ew behs bi rastînîya hundirî ya romanê ve bestandî ye; ne lêferzkirin an jî bivêtîyeke jîyanê ye. Mirov dikare bi pirsekê derî li bersivên dûr û dirêj veke ji bo pirsa te; gelo tenê di ser dibetî û gengazîyên (mimkunîyên) rastînîya romanê re, empatî(ne)kirina Rizgan tiştekî bo pirsyarkirinê ye? Û gelo pêwîst e Rizgan empatîyê bi mêran re bike? Bandora ku tu balê dibî serê; gelo di kîjan warî de kesekî bi empatîkirinê bandor li ser kesekî-kesên din kiriye? Nizanim… Heta niha, li ser ezmûneya jîyanî û di ser xwendinên xwe re, dikarim bêjim; empatîkirin tu bandorê li kesekî, bi qewlê te ve “ji rêzê”, an jî “ji xelkê reş”, nake, berevajîya wê, empatî parekî heqdarîyê yê ne hewce dide kesên li hember û dike ku ew di nava bixwe(ne)bawerîya xwe de bijidin û dev ji hewla parçekirina xwe û ya jîyanê berdin. Halwe, jîyan bi jihevparçebûnê ava dibe; û xwebûn û hebûna mirovan jî dongîyên vê jihevparçebûnê ne. Loma jî Rizgan dixwaze parçewesle bike ne ku empatîyê bike.
Li Kurdistanê mesela îqtîdarê (serdestî-bindestî) problemeka piralî ye. Te di nav evînê da qala xirabîya îqtîdarê kirîye. Çima evîn?
Berî her tiştî, pêwîst e, em têgihan bi wateyên wan yên çalak, yên naverokî û yên sembolîk ji hev cihê bikin. Şador, ne romaneke evînê ye, lê romaneke li ser hezkirinê ye. Hezkirina ku hemû kula wê, hemû xema wê li ser avakirina xwe ye, li ser geşkirin û xurtkirina xwe ye, li ser avakirina dilgeşîya du an jî zêdetir kesan e. Ger em bên ser gotina te ku dibêjî “Te di nav evînê da qala xirabîya îqtîdarê kirîye.”; serê pêşîn bêjim; evîna ku di vê serdema kapîtalîst de bi me re dilebike (erê, ew bi me re dilebike û ji ber doza desthilatê nahêle em berê xwe bidin hezkirinê), bi tevayî, bi reh û şaxên xwe ve, desthilat bi xwe ye. Loma ye, li ser evînê gengeşî û heftûheşt tên kirin û carê dibêjin, “yekkesî” ye carê dibêjin, “dukesî” ye. Û herçî desthilat û xerabîya wê ye; ne tenê di evînê de, ger bi cî bibe, desthilat bi hemû awayên xwe ve, di her tiştî de, dîyardeyeke komalî ya xirab e. Evîn jî, her çend di kêlîyên pêşîyê de nede der jî, bi kuddarîya xwe ve, nîşan bi “serketînebûna hezkirinê” dike; loma jî li ser “ez” û “ego”yê ye û tu xemeke wê ya din tune ye. Desthilat jî wisa ye; her li ser “ez”ê ye û car caran nikare semaxê (tehemûlê) “ego”ya bi xwe jî bike…
Rizgan wek mêrekî tiştek hînî te kir gelo?
Wekî mêrekî… an jî wekî mêrekî ku nêrtîya wî nehêlaye hebûna wî temam bibe..? Kîjan… Wê kîjan Rizgan karibûya tiştekî hînî me bike… Helbet, Rizganê duyan. Erê hîn kir; hîn kir ku “mirin” gava dawî ya wan problem û gelemşeyan e ku nehatine jihevderanîn û çareserkirin… Helbet behsa mirina laşî û fizîkî nakim. Mebesta min, mirina hebûnî ye. Mirina ku ez behsa wê dikim Rizgan wiha hînî me kir; gava mirov nikaribe serederî bi xwe re bike, ji heqê gelemşeyan derkeve û di guherîna xwe de dilgeş bibe, divê mirov ‘zanibe-karibe’ bimire jî…
Dawîya romanê da mirina karekter bi xwe jî mûmkînbûna fikra Rizganê îdeal nakuje ?
Serê pêşîn, gelo sedem çi ye ku fikira Rizgan îdeal e, bi we re çêdibe? Çima Rizgan ne dibetî ye, çima ne gengazî ye, lê îdeal e? Ne Rizgan îdeal e, ne jî fikira hebûna wî. Loma jî, Rizgan bi gelek awayên xwe ve, di romanê de dibetîyek e û her wekî min qasek berê got, “mirin” gava dawî ya wan problem û gelemşeyan e ku nehatine jihevderanîn û çareserkirin… Loma jî, gava mirov nikaribe serederî bi xwe re bike, ji heqê gelemşeyan derkeve û di guherîna xwe de dilgeş bibe, divê mirov ‘zanibe-karibe’ bimire jî… Çi karakter, çi jî Rizgan, ger di vê de bimînin asê, mirin ji bo veavakirinê; fikira şûnvegerîn û vejînê ye…
Sankî te ev roman wek manîfestoya xwe nivîsîye.
Tu angaşteke min ya wisa, ne ji bo Şadorê ne ji bo berhemên min ên din, tune ye. Ger manîfestoyek hebe, ew jîyan bi xwe ye.
Rizgan qala gelek profîlên mêran dike, lê hertim gavekî ji wan dûr e û weke destê xwe ji wan şûştî be. Ser navê wan îtîrafa dike, em tenê îtîrafeka wî ya zaroktiyê ya destdirêjiyê û hêrsa wî dibinîn. Lê em rastî îtîrafên wî yên li ser mêranîya wî nayên? Gelo Rizgan hemberî xwendevanan çiqasî samîmî ye?
Hema qasek berê min got; Rizgan ne sembol e di romanê de; ne îdeal e. Lê vegotin wî jî dixe nava xwe. Mirov Rizgan mîna kesekî ji derveyî romanê bifikire, mirov dikare bêje; destê xwe ji nêrtîyê (ne ji mêrtîyê) şûştî ye. Rizgan qala mêran nake, qala ‘nêrtî’yê, qala ‘desthilata nêr’ dike di romanê de. Û ger ji vî alî ve balê bibî ser romanê, belkî jî, gelek alîyên ku Rizgan behs jê dike, bi qewlê te ve “îtîraf” in… Û ew “îtîraf”, li ser “nêrtî”yê ne û heke wekî te ez jî rapirsînê lê bikim, ez ê bêjim; ji ber ku “îtîrafa nêrtîya xwe dike” dikare dilê xwe li xwe nerm bike… Lê tu li pey “samîmîbûna Rizgan”î; bersiva wê jî ne bi min re ye. Helbet rexnegirek dikare wê bi hincet, sedem, beralîbûn, naverok û kargînîya wî ve binirxîne.
Di Romanê da destbiçûkbûn, alîyê bejn û balê da hûrikî, fallus û sembolên dij-desthilatdarîyê hene. Lê Rizgan bi zanîn û hişmendîya xwe va heye. Yanî gere êdî mêr bi çavekî din li xwe binêrin.
Ew sembolên dijdesthilat ku tu amaje bi wan dikî, her wekî hemû hevokên romanê, bi hişmendîyekê hatine dîyarkirin, destnîşankirin û nivîsîn. Tu dîsa dibêjî “mêr”, lê ez dibêjim, “nêrtî.” Ji ber ku ‘mêr’ û ‘nêr(tî)’ ne heman tişt in; belkî hinek nêzî hev xuya dikin lê ‘nêr(tî)’ bêhemdî û bêyî ku qebûla wî were hildan, di nav ‘mêr’î de hatiye bicîkirin; hem wekî laşî, hem kevneşopî, hem carinan wekî ‘qetnebixêrî.’ Nêrtî bûye bela serê mêrbûnê.
Belê ne bi gotina te, lê bi gotina min, gere êdî “nêrtî” bi çavekî din li xwe binêre, xwe û sedema hebûna xwe bide ber pirs(yar)an; belkî hingê em ê karibin bi awayekî din behsa ‘nêrtî’yê bikin. Hemû siberoja me li ser guherînê maye û ew guherîn jî wê ne bi desthilata nêr, lê bi bandorgirtinê, bi daxwaza avakirina xwebûnê, bi doza peydekirina hebûnê mimkun e… Ez wekî gotina dawî, dibetîyekê dihêlim bo destpêka siberoja me…
Tiştê hebûn û potansiyela Rizgan mûmkîn dike vegotina Besnayê ye. Ev hêza Besnayê ye lê Besna sankî tenê şahida Rizgan e. Şahid nebe çîrok jî tune ye. Lê Besna Rizgan venake, dîyalogên wan mîna monologên Rizgan in. Lê Rizgan di gelek meseleyan da mamostetiya Besnayê dike. Besna sankî hazkirinê jî ji Rizgan hîn dibe.
Xwendineke bi vî rengî, ger ne li ser “şiroveya ser-bend (overinterpretation)” be, ancax dikarim bêjim li ser “der-zimanî” ye. Jixwe beşeke rexneya min ya li ser rexnegirî û awayê “xwendina” berhemên wêjeya kurdî jî li ser vê ye. Berhem; an bi awayekî avanîparêz (structuralist) tên xwendin û ji derveyî ziman tu şirove nayê kirin û ew xwendin jî bi tevayî li ser “gramer û peyv û rastnivîsê ye” û ev yek hişmendî, deqbend (kontekst) û hewana berhemê dikuje; an jî, bi xwendineke “der-zimanî”, bes bal diçe ser çîrokê û şêweyên vegotinê yên zimanî ku di şêwazê de cî didin xwe û watedarî, bibîrxistin (reference), şanîdêrîya (referential) raman û hişmendîya vegotinê (an jî romanê) li talana “xwendina ne bi çavgermî” dikeve.
Belê, min berî niha jî gotibû, Rizgan di romanê de dibetîyek e. Di dawîya romanê de, Rizgan ji Besnayê re dibêje, “…alîkarîya te divêm.” Berîya vê alîkarîxwestinê, gelek “vegotinên zimanî” hene ku sedemên wê alîkarîxwestinê di xwe de dihewînin û rê li ber xwendinên cuda vedikin… Û Besna ne şahidê Rizgan e; ew bi xwe, bi daxwaza xwe ya ku dixwaze Rizgan behs bike, ‘xwe dike şahidê Rizgan. Besna, ger wekî guhdareke ji çend beşên romanê were qebûlkirin, şahidîya wê li ser guhdêrîya wê ye. Lê Besna bokeyeke (qehremaneke) aktîf e; Helbet gelek kes dibêjin qey guhdarîkirina hin tiştan pasîfî ye. Lê na, li darê dinê, ji bo mirovekî (çi jin çi mêr), tiştê herî aktîf guhdarîkirina hîs, fikir, hiş û serborîya hezkirîya xwe ye. Ji ber ku di wê guhdarîkirinê de ne tenê guh; dil, hiş, mêjî, aqil, çav û sehekên mirov her şîyar in û li ber livînê (tevgerînê) ne. Digel wê jî, jixwe Besna Rizgan dide axaftin. Bi hebûna xwe ve, bi dilgermîya xwe ve, bi hişê xwe ve, bi feraseta xwe ve û ya herî girîng jî bi bawerîya ku dide Rizgan ve; yanî Besna wekî heyîneke tevdehî, heyîna ku di hemû beş û parçeyên xwe de bi xwe bawer e, bawerîyê dide Rizgan da ku Rizgan karibe êş û kêfxweşîyên xwe jê re bêje. Ger ev tiştekî nebaş be û kêmanî be, bila ew jî ya romanê be…
Her wisa, beşek ji dîyalogên wan, li ser Rizgan e û ne monologa Rizgan e. Gava desthilateke Rizgan hebûya li ser Besnayê, wê gavê me yê karibûya bigota, Rizgan behs dike lê bi zexta desthilatê dide guhdarîkirin û dîyaloga wan dibe monologa Rizgan. Lê belê tu desthilatek tune di pêwendîya wan de. Besna hewlê dide da ku karibe Rizgan bide axaftin, an jî Rizgan biaxive; wek min got, piştî ku ew bawerîpêdan diçe dikeve ruhê Rizgan, ancax wê çaxê Rizgan dikare behsa xwe bike. Gava behsa xwe dike jî, tenê behsa desthilata ‘nêrtî’yê dike ku çawa lê qewimîye û çawa li jinan diqewime û wî çawa bandor ji wan girtiye. (Pirsa te dike ku ez pê de herim û bêjim: Gava di benzînfiroşê de ew zilam wisa lê diqewimîne û Rizgan, piştî ku ‘wekî zarokekî ji destdirêjîyê filitî’, digihîje Farqînê, gelo ‘tenê ji ber ku dêya wî ye’ Rizgan tavilê baz dide û ‘xwe diavêje hembêza dêya xwe’…?)
Rizgan, tenê xwe vedibêje; ne ji bo hînkirina tiştekî, ne ji bo ku mamostetîya ‘hezkirîya xwe’ û ya xwîneran jî bike. Tenê ji Besnayê re çêl dike. Û ev gotina te ya, “Besna sankî hazkirinê jî ji Rizgan hîn dibe.” min dihêle şaş û metel. Gelo şiroveyên wêjeyî, li ser peyva ‘sankî’yê hîm digirin. Naxêr, Besna û Rizgan jî hezkirina xwe dijîn û di demjîyana wê hezkirinê de, Besna behsa awayê hezkirina Rizgan dibêje. Pirsa te, dîsa, dihêle ku ez bêjim; ger em bala xwe hûr bibin ser vegotin û zimanîbûna romanê, em ê bibînin ku Besna gava behsa hezkirina wan û ya awayê Rizgan dike, diheyire, şaşmayî ye; û kêfxweş e jî. Ji ber ku hêz û kartêka tiştê ku ne bendewara wê ye, dijî û bi metelmana wê ‘bendewarnebûnê’ behs dike. Lê tu vê behskirinê wekî ‘hînkirin’ê şirove dikî. Wekî min got, “xwendinên der-zimanî” keysê li ber gelek “şiroveyên ser-bend” çêdikin.
Em romanê daynin alîyekî; wekî mêrekî (ne wekî nêrekî), ez li ser wê bîrûbawerîyê me ku ne mimkun e kesek (çi jin çi mêr) karibe “hezkirin”ê hînî “mêyekê-jinekê” bike. Ji ber ku jixwe jin; ji darika xwe de, ji kurmê (tebî’eta) xwe de, ji bûyîna xwe de, ji hebûna xwe de û di kesayeta xwe de hezkirinê nas dikin û dizanin. Digel wê jî, Rizgan, tenê “hezkirina xwe” (ne hezkirinê), nîşanî Besnayê dide; û hew! Em ê ji vê çi fam bikin, bila ew jî bimîne ji xwîneran re…
Helbet metin û çîrok derfeta vê şîroveyê dide min. Ez di dawîyê da pirsekê ji anketa Proust bipirsim, herî zêde kîjan karekterê edebî li te tesîr kirîye?
Ji karakterên wêjeyî zêdetir, jîyan bandorê li min dike; jîyana ku di nav vegotinê de dihewe. Loma jî kîjan karakterên wêjeyî, di jîyana xwe de, cîyekî bide min, ew, bi awayekî taybet, bandorê li min dike…