Şaneşîn Performansê lîstikeka nû derxist

Koma şanoya kurdî Şaneşîn Performansê lîstika xwe ya nû derxist.

Koma Şaneşîn Performans dê bi lîstika xwe ya nû, ya bi navê Sera Pîra li pêşberî temaşevanên xwe be.

Lîstik ji Alfonso Paso hatîye wergêran û adaptekirin ku wergêra wê ji alîyê Ümit Aktaş ve hatîye kirin.

Maweyê lîstikê saetek e. (60 dk)

Di lîstika nû da, di Sera Pîra da, pênc lîstikvan cih digirin: Leyla Denli, Şükran Algül, Turan İlhan, Volkan Kaçira, Wedat Ermiş.

Wan heta niha heft lîstik derxistine. (Bêcir, Pençeşêr, Înfaz, Sengê û Pengê, Şêxê senanian, Mişk û Mirov, Sera Pîra).

“Înfaz Komediya reş, Şengê û Pengê lîstika zarokan, Şêxê senanian çîrokbêjî stend up, Mişk û Mirov dram, Sera Pîra Komedî”

Derbarê Lîstikê da:

Li nexweşxaneyê, jinek û mêrek li hêvîya dora xwe ya muayeneyê ne, dema ku li beda dora xwe ya muayeneyê ne piştî sohbet û nêzîkatîya wan dilê wan dikeve hev. Bi vî awayî bûyer li se bûyerê tê heta roja daweta her duyan. Qîza jinikê û lawê mêrikî ewil li dijî zewaca her duyan derdikevin lê paşî, piştî demekî êdî tiştek ji destê wan jî nayê û nikarin xwe li hemberî wan û zewacan wan bigirin.

Ji lîstika Alfonso Paso werger : Ümit Aktaş
Derhêner: Ümit Aktaş
Alîkarê Derhêner: Şêrko Janzêm
Dramaturjî: Recep İçen
Teknîk: Bekir Arslanhan
Lîstikvan: Leyla Denli, Şükran Algül, Turan İlhan, Volkan Kaçira, Wedat Ermiş.

Şaneşîn Performans 9ê Sibata sala 2022an, li Mêrdînê ji alîyê çend mamosteyên zimanê kurdî û dildarên hunera kurdî ve hatîye avakirin. Ew derketine turneyan û wan li gelek bajaran lîstikên xwe pêşkêş kirine.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir