Li Çewlîgê 18 kes hatine desteserkirin

07/11/2023

Polîsan, duhî û îro li Çewlîgê û navçeyên wê Dara Hênê, Kanîreş û Bongilanê bi ser malan da girtîye û 18 kes hatine desteserkirin ku Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeya Bongilanê Ubeyîd Ozer jî di nav wan da ye.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, desteserkirî hemû li Midûriyeta Polîsan a Çewligê tên ragirtin. Hatîye zanîn ku biryara “veşarî” danîne ser dosyeyê û hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên wan re jî hatîye sînordarkirin. 

Navê çend hemwelatiyên hatine desteserkirin wiha ne: Alaattîn Narînç, Abdurrahman Sav, Şefîka Dogan, Mehtap Ergî, Mazlum Serînyel, Îsamîl Andan, Yunus Sonmez, Saadet Arslan, Rûken Yîgît, Tuba Demîr, Hasan Akyol, Ahmet Dumlu, Kiymat Bagli, Vesîle Sayak,  Tutem Çikaray. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Weşanên Nûbiharê Dengbêj Mehmudê Hesê çap kir

Weşana paşê

Aqilê me Kurdan

Te hay ji vê heye?