Bi ser mirina rojnameger Şîfa Gerdîyê re şeş sal borîne

25/02/2023

Rojnameger Şîfa Gerdî 6 sal berê rojeka wek îro dema karê xwe yê rojnamegerîyê dikir bi teqîna bombeyeka DAIŞê miribû.

Desgeha wê jê re Kar dikir Rûdaw TVyê îro vîdeoyeka wê weşandiye:

Twitter/Rûdaw

Şîfa Gerdî kî bû?

Şîfa Gerdî anku Şîfa Zikrî Îbrahîm (jdb. 1’ê tîrmehê, 1986 – m. 25’ê sibata 2017), bêjer û rojnamevaneke kurd bû. Di dema şerê li Mûsilê de, di teqînekê de jiyana xwejidest da.

Şîfa Gerdî di sala 1986an de li herêma Ûrmiyê hatiye dinyayê[çavkanî hewce ye]. Malbata wê koçber bû. Wê di 2006an de piştî derçûna beşa ragihandinê ya zanîngeha Selahedînê dest bi karê rojnamevaniyê kiriye û yek ji rojnamevanên diyar ên Kurdistanê bû û li çend saziyên ragihandinê yên Kurdistanê kar kiriye.

Di dema tîma rojnamevanan romalkirina şerê Daişê li rojavayê Mûsilê dikir, bombeyeke çandî nêzîkî tîma televîzyona Rûdawê teqiya û di encama teqînê de karmenda Rûdawê jiyana xwe ji dest da û wênegir Yûnis Mistefa jî birîndar bû.

ku.wikipedia.org

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Di 2022an de 28 rojnameger hatin cezakirin

Weşana paşê

The Guardian: Piştî fûzeyên çekdaran Îsraîlê li Xezayê da