Rêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kantonên xwe pesend kirin

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê rêveberîya herêmên xwe bi yasayekê dîyar kirin û pesend kirin.

Li gorî yasaya wan Rêveberiya Xweser ji 7 kantonan pêk tê.

Kantonên Rêveberiya Xweser ev in: Cizîr, Reqa, Ferat, Minbic, Efrîn û Şehba û Tebqa

Li gorî nûçeya Rûdawê Hevserokatîya Encûmena Demokratîk a Gelan a Rêveberîya Xweser doh yasaya hejmara 6an, a sala 2024an a dabeşkirina rêveberiyê pesend kiribû

Hevserokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser Hisên El-Şêx li ser yasaya dabeşkirina rêveberiyê got:

“Yasaya dabeşkirinên rêveberiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pesendkirin.

Ev yasa ji 3 beşan û 5 madeyan pêk tê.”

Kobanî navenda kantona Feratê ye.

Kantona Cizîrê ji 2 bajarên mezin ên wekî Hesekê û Qamişloyê û çend bajar û bajarokan pêk tê.

Kantona Feratê ji bajarê Kobaniyê pêk tê.

Kantona Efrîn û Şehbayê ji bajarê Efrînê pêk tê.

Hisên El-Şêx herwiha behsa yasayê jî kir û got:

“Ev yasa yek ji yasayên herî girîng e. Ji bo Komîsyona Bilind a Hilbijartinan jî girîng e.

Ji ber Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dabeşkirina komîsyon, sindoq û komîteyên komîsyonê de xwe dispêre vê yasayê.”

Yasaya dabeşkirina rêveberiyan ji 30ê Nîsana 2024an ve ketiye meriyetê.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir