Hinek xwîn maye li ser xencerê, lê hişk bûye wek cemeda li ser selendeyan û ber bi xwarê ve kişiyaye, bikeve ser serê kê dê mejiyê wî bike du şeq! Du şeq lê xwîna di mejiyan de çawa dipijiqe tu wê nizanî, meraq dikî. Xencera xwe dibî ber mejiyê xwe, dibêjî gelo dê xwîn bipijiqe an? Heke bîranîn bipijiqin? Ev tişt nayê qebûlkirin, tu ditirsî ku di şûna xwînê de hemû bîranînên te hema bikevin ber bayî û bifirin biçin. Tenê biçûna tiştek nedibû. Heke biçin ser dilekî? A ha ev jî nabe, tu dev ji mejiyê xwe berdidî. Dibêjî hema bila di cihê xwe de be.
***
Bextewariyeke tinazî heye li ser rûyê te. Şabûnek e an? Her çi be hinekî kêmxwê ye. Kena te tê ji kêmxwêbûna wê re, ji ber ku baş nayê bîra te hema çi bû, çi bextewarî bû. Belkî te xwest hema tama jiyanê biguherînî lê te nekarî baş bi cih bikira. Hin tişt jê kêm mabûn, wekî xwê.
Wexta ku zêde jî be şorbûna wî zimanê te, lêvên te û qeraxên devê te dişewitîne. Tu nikarî ji bo şorbûna wê çareyekê bibînî lê kêmxwêbûna wê helbet tê çareserkirin. Hinekî din xwê, lê divê zêdetir nexî, ji bo careke din ji destê te neçe. Helbet berî ku lê zêde dikî, dixî ser tiliyên xwe, dibî ber zimanê xwe û li tama xwê dinêrî. Her xwê heman tamê nade, tu dizanî. Lê kêfa te herî zêde ji wê cureyê re tê, ya ku wekî îsoteke tûj zimanê mirov dişewitîne, ji ber ku tu ji wê şewatê hez dikî, hinekî zêdetir datînî ser zimanê xwe. Heta ku zimanê te qul bibe. Her ku dişewitîne tu jî tiştinan dişewitînî di hundirê xwe de. Lê tu di navberê de dimînî, gelo bi wê şewatê dilê te hênik dibe an bêhtir diqijile?
Bila biqijile dibêjî, xweştir e. Heta ku dilopên hêstir û xwînê ji te dibarin, tu berdewam dikî. Sivikkirina êşê bi avê nabe li ba dilê te, bi perçiqandinê dibe, bi cezadayînê, bi awayekî dijwarî, ne ku heta xwe bikujî, hema çaryekek bimîne ji kuştinê re. Piştre tu berdidî. Lewre ev seans divê di carekê de neqede, divê tu êşa xwe baş bikişînî, zalimane. Divê tu bibî heyranê vê êşa xwe, divê tu bibêjî baş diêşe ha! Ne êşa diranan e, êşa xwêyê ye. Û tu difikirî, heke ew kêmxwêbûn nebûya te yê nekarîba vê êşa qedirbilind hîs bikira. Tu dibêjî ev jî hikmetek e. Kena te di devê te de, ji bo birînên zimanê xwe stranek dibêjî di mejiyê xwe de, ew jî bi qasî wê kambax e ha! Ji ber ku êşa stranê jî hat tu xwe rihettir hîs dikî. Wekî ku her tişt temam e, lê tu dibêjî ne ne, niha ne wextê wê ye, hêj dem nehatiye ji bo zelalkirina hin tiştan. Ji ber vê divê niha xencera xwe di cihê wê de bihêlî.
Bê sebr î jî esas, tu biryar didî, hema xencera xwe derdixî ji cihê wê, ewil dibî ber zendê xwe, hêdî hêdî li ser dibî, ne wekî ku tu berxekê serjê dikî, lê wekî ku tu xwîna wê ya qirêj dirijînî. Piştî ku xwîna zendê te diherike, bi tiliyên xwe wê xwînê li lêvên xwe didî, tu naxwazî wisa bê reng biterikînî her tiştî. Piştre li ser çavên xwe û hinarikên xwe didî, wekî zarokên deh salî yên ku xwe dixemilînin. Piştre dibêjî temam e, tu hazir î, tu edilî yî. Xencera xwe digirî destê xwe yê rastê, dibî ber geriya xwe, di wê demê de stranek tê bîra te, tu nikarî di nêvî de bihêlî, zû zû dibêjî û careke din radihêlî, vê carê jî tê bîra te ku te divê eşhedûyek bixwenda, belkî canê te ew qas neêşiya. Lê tu wê êşê bi rastî jî meraq dikî! Ji nişka ve ew xemla te tê bîra te, wekî ku bûye xezeb ji te re. Tu nizanî bi wê xwîna zendê xwe, bi tilîkên zirav te çima xwe xemiland. Tu tirsiyayî ku li ber deriyê mirinê bê xeml bimînî? Xwedê biparêze!
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Hinek xwîn maye li ser xencerê, lê hişk bûye wek cemeda li ser selendeyan û ber bi xwarê ve kişiyaye, bikeve ser serê kê dê mejiyê wî bike du şeq! Du şeq lê xwîna di mejiyan de çawa dipijiqe tu wê nizanî, meraq dikî. Xencera xwe dibî ber mejiyê xwe, dibêjî gelo dê xwîn bipijiqe an? Heke bîranîn bipijiqin? Ev tişt nayê qebûlkirin, tu ditirsî ku di şûna xwînê de hemû bîranînên te hema bikevin ber bayî û bifirin biçin. Tenê biçûna tiştek nedibû. Heke biçin ser dilekî? A ha ev jî nabe, tu dev ji mejiyê xwe berdidî. Dibêjî hema bila di cihê xwe de be.
Ji bo demekê pîne dikî, pîneya ku te çermê malzaroka xwe jê kiriye û aniye pê ve daniye. Vê carê tu fam dikî ku malzarok bê xwedî dimîne, tu her ku parçeyek ji derekî biqetînî û danî cihekî din, valahiyek çêdibe di cihê mayî de. Lê tiştekî çêtir tê bîra te, hemû xwêya di hundirê xwe de berhev dikî, ya ku hinek jî li ser tiliyên te mabû, tînî û bi ser malzaroka xwe ve didewisînî. Şewateke ecêb jê tê, çawa ku rûnê qijilî hema di carekê de dipeçiqe û tê hema li nav çavê te dikeve. Tu wê korbûnê di malzaroka xwe de hîs dikî.
Parçeyên xwêyê dibarin û dikevin ser her pîneyeke canê te, wekî şilope, lê te hênik nakin, berevajî vê, berevajî her guliyeke berfê ya ku dikeve nav behrê û di demê de wenda dibe, ev tên û canê te dişewitînin. Malzaroka te diperpite, tu destê xwe diavêjiyê û ruhekî biçûk, pir biçûk jê derdixî. Nav çavên wî dinêrî, naxwazî bila zilma vê jiyanê bibîne. Tu wî ruhê biçûk, wî evdalî dixî himbêza xwe, bi ruhê xwe wî dipêçî û dûr dikevî. Li keştiya ku li qeraxê behrê sekiniye, siwar dibî. Dema ku dibînî tu ji qeraxê gelekî dûr ketiyî, tu diçî ber paceya keştiyê. Tu difikirî ku tu heqê te tuneye tu vî ruhî jî di nav jiyana xwe de pirçik û parî bikî. Tu nikarî vê neheqiyê lê bikî û di nav her kêlikeke tarî ya dilê xwe de bigerînî. Tu wî maçî dikî di serî de û hêjka dibêjî, hêjka bîranîn ji nav wan şeqên mejiyê te nefirine, divê tu bifirî. Tu ruhê xwe bi wî ruhê biçûk re dikî yek û xwe berdidî nav qerebalixiya behrê. Du sê caran xwe diperpitînî, can e ev. Sûcê wî tuneye. Ji ber vê, çawa ku şerîtek geriya te pêçabe, bedena te diperpite. Dixwazî xwe bikişînî ser rûyê behrê, dixwazî careke dawî bêhna cîhanê bikişînî nav kezeba xwe, lê pir dereng e. Ruhê biçûk ji destê te difilite û diçe.
- Di 1988an de li Tetwanê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Fransî xwendîye. Master li Zanîngeha Artûklûyê û doktoraya xwe li Zanîngeha Dîcleyê qedandîye. Niha li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî de dixebite. Bi karê wergerê re jî mijûl e, çend gotarên ji îngilîzî û fransî wergerandine bo kurdî. Pirtûka Shahab Vali ya bi navê Kurdên Yarsan ji fransî wergerandîye û di 2018an de ji alîye weşanxaneya Avestayê ve çap bûye.
Weşanên dawiyê
- Nivîskar11/09/2024Xeml
- Nivîskar04/09/2024Xezeba Gezê
- Nivîskar28/08/2024Xemparêz
- Nivîskar21/08/2024Peyvên Stûxwehr