Rafael Nadal dê ji tenîsê teqawîd bibe: ‘Biryareka zehmet bû’

10/10/2024
Rafael Nadal, SS, Vîdeoya R. Nadalî ya li Xyê

Rafael Nadal ê 38 salî ragihandiye ku ew ê piştî Fînala Kupa Davîsê ya meha bê ji tenîs-lîzîya profesyonel teqawîd bibe.

Nadal xwediyê 22 xelatên “grand slam”ê ye. Ew di lîsteya “serkeftîyên hemî deman” a mêran de li pey Novak Djokovic (24 xelat) cih digire.

14 ji van xelatan li Roland Garrosê qezenc kiriye. Li vê pêşbirkê rekoreka wî bêhempa bû: 112 serkeftin û 4 têkçûn.

Nadal dibêje: “Ev helbet biryareka zehmet e. Min demek dirêj da xwe ku vê biryarê bidim. Lê di vê jiyanê de her tiştî destpêkek û dawîyek heye. Ez bawer dikim, niho wextê minasib e ku dawîyê li kariyereka dirêj bînim. Karîyera ku ji ya min texmîn dikir serkeftîtir bû.”

Nadal dê di Fînala Kupa Davîsê de li Malagayê li pêşberî temaşevanên xwe dawîyê li kariyera xwe bîne. Ev pêşbirk di 19ê Çirîya paşînê de dest pê dike.


Çavkanî: The Guardian, Botan Times, Tumaini Carayol, Hesabê Nadalî yê Xyê


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Fransa dê “Konferansa Krîza Libnanê” pêk bîne

Weşana paşê

Botan Times Günlük Haber Bülteni – 10.10.2024