Qedrî Sipranî: Ji helbestê bi rehtir û bi îddîatir dîsa helbest e!

Tiştên li ber destê meriv ji demekê û şûnda wek ‘ûrekê di mejiyê meriv de an di zikê meriv de her diçe mezin dibe û lazim e bi operasyonekê meriv ji wir bigire. Wekî di şi’ra dawiyê de jî min amaje pê kiriye, min dixwast berê gotina xwe bi cîhekî birehtir û nûtir de bikim lê ji min re were dihat/tê ku heta vê ‘ûrê ji xwe negirim ez ê nikaribim vê yekê bikim, çê-xerab bi destê nepak be jî min cisaret kir, kevirê ewil li heykelê şa’iran wer bikim, ev cisaret bi tena serê xwe ji bo min serkeftinek e û şanaz im bi kevirê xwe yê ewil!

Helbesta Kurdî li Bakurê Kurdistanê têkildarî sebebên eşkere, ne zêde tê xwendin ne jî nîqaşkirin. Li gor daneyên ku rojnameger Cemil Oğuz di Diyarnameyê de belav kirine, li bakur cureyê ku herî zêde tê nivîsîn helbest e. Li gor îstatîstîkên Oğuz, sala borî, 349 pirtûkên kurdî çap bûne ku ji wan 105 helbest in. Hema bibêje ji sê pirtûkan yek helbest e, ji sê nivîskaran yek şair e. Helbet hin ji van pirtûkan werger in, hin ji wan dîwanên şairên klasîk an jî yên parçeyên din ên kurdistanê ne belê dîsa jî jimareyeke zêde ya pirtûkên helbestan dixuyê. Li miqabilî vê zêdebûnê kes ji me nikare bibêje sala borî kitêbeke kurdî du çap kirin an jî li ser kitêbekê çend nivîsên kêrhatî hatin nivîsîn. Heta ku Diyarnameyê lîste neweşand haya me ji gelekê wan çênebûbû tew.. Na. Naxwe divê em li ser vê bifikirin, li ser dîwanên nedîbar yên bi pereyan tên çapkirin û li depoyan dirizin û eger hebin yên baş ku hene lê dîsa gotin nayê ser wan jî lazim e em biaxivin, wan têxin rojeva xwe. 

Pirtûkên nû, şairên nû bêyî danasîn û çalakiyên têkildarî wê, carekê xuya dibin û diçin. Ji berê de ye bi vê aciz im, ji loma vê carê min xwest bi şairekî re biaxivim ku çend sal in di kovaran de em hem wergerên wî yên ji erebî dixwînin, hem jî yek yek rastî helbestên wî tên. Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha, dîwana ewil ya Qedrî Sipranî ye, wekî her dîwana ewil xeşîm û beza ye caran, caran jî kulek û sist. Dîsa wekî her dîwana ewil hêlên xwe yên baş hene û yên ez nebêjim xerab lê yên nepijyayî jî hene. 

Berê pêşî niyeta min ew bû wekî nivîseke danasînê tevî çend rexneyên xwe, li serê binivîsim pişt re min çêtir dît ku ez pê re hevpeyvînekê bikim. Tiştên ku min dê nivîsîban kêm-zêde min kirin pirs, şairî jî dilê min nehêla û bi dilgermî alîkariya min kir. Ji bo baştir têgihiştina helbesta wî û sekna wî ya poetîk giring bû ku ew li ser helbestên xwe biaxive hinekî. Hevpeyvîn li dor naverok û temayên helbestên Qedrî ne, herwiha li dor wê yekê ne bê ka Qedrî çawa li helbestê dinêre û çi jê dipê. Dîbace zêde dirêj bû, bibexşin û kerem bikin. 

1. Qedrî merheba, herçend tu di helbesta ewil ya dîwana xwe de îhtimal e bo tiştek dî, bo nimûne em bêjin bo çalakiyekê, bo destpêka kar an jî şerekî, biemilînî jî ez wê wek dîwana te ya ewil qebûl dikim. Bi vî awayî dîwana te hinekî organîzetir dixuyê ji terefê min, vêca pirsa min ev e, bo şairekî hesta avêtina kevirê ewil anku derxistina dîwana ewil çawa ye?  

Merheba ser çavan kek Yehya, spasiya te û mejiyê te dikim bo vê eleqedariya te, rast bibêjim di serî de ev dosya ne bi vî şiklî bû, şi’ir hemû mîna Çêjtî Micêwir(Girara Gavana) tevlihev bûn, heta navê dosyê jî ne ev bû (yek ji karê herî zor navê dîwanê bû ji bo min, heta min ev nav dît û li ruh û dil û mejiyê xwe niqutand cênîkên min spî bûn û helbet piştî vê jî ne îşê henekan zêde zêde kêfxweş bûm, bi îzna te û cemaeta ne hazir carekê jî vê lehzê vê zivistanê di nava vê kevankê de binivîsim wî navî; ji sefera şi’rekê têm niha),min ji kek Yeqîn H. re bi kêfetî şand, mala wî ava be piştî xwendinê li min vegeriya, tevî gelek nirxandin û rexneyan behsa îhtimala dabeşkirinê jî kir. Ez dîsa li dosya xwe vegeriyam û min dît ku meriv dikare ji aliyê naverokê ve bike çar beş ango çar hêwirgeh, yanê di serê serî de organîzekirineke wiha tunebû lê paşê helbet li gor vê yekê hatin organîzekirin, piştî vê pirsa te niha navê dîwanê û şi’ra dawiyê didim berhev, dibînim ku ambiyansek/tewafiqek di wir de jî heye. 

Em werin ser meseleya avêtina kevirê ewil, tiştên li ber destê meriv ji demekê û şûnda wek ‘ûrekê di mejiyê meriv de an di zikê meriv de her diçe mezin dibe û lazim e bi operasyonekê meriv ji wir bigire. Wekî di şi’ra dawiyê de jî min amaje pê kiriye, min dixwast berê gotina xwe bi cîhekî birehtir û nûtir de bikim lê ji min re were dihat/tê ku heta vê ‘ûrê ji xwe negirim ez ê nikaribim vê yekê bikim, çê-xerab bi destê nepak be jî min cisaret kir, kevirê ewil li heykelê şa’iran wer bikim, ev cisaret bi tena serê xwe ji bo min serkeftinek e û şanaz im bi kevirê xwe yê ewil!

2. Di helbestên te de îfadeyên negatîf, nifir, hêrs, rexne zehf in, wisa diyar e bi nivîsandinê re bêyî ku çareyekê destnîşan bikî, birînekê bikewînî, tu dilê xwe rehet dikî. Bi rastî jî wisa ye gelo? Helbestnivîsîn li vê dinyaya ku tu ewçend jê aciz î û her dixwazî bi dengekî bilind lê biaxivî, çawa bi hawara te ve tê?

Bira can ev ‘esir îmkan û derfeta hêminiyê nade însên, hela hela jî tu şa’irekî kurd bî ev hîn zortir û dijwartir dibe. Nifir, dua, hêrs û hemû rexneyên xwe yên poetîk bi vê yekê ve girê didim. Eger dinya ev dinya be hêrs û nifir û duayên poetîk jî dê hebin, piştî ku xwedî bingeheke felsefîk bin çima tunebin! Zilma zordar û fîr’ewn û nemrûdên ser rûyê erdê û esmanan rê nade me ku em nefeseke bi hizûr bikşînin pişika xwe, em li çar perçe welatê me, li kardoxiyan binêrin, em li Ukraynayê binêrin, em li Filîstînê binêrin, ji terefê fîr’ewnên serdemê ve çek û sîleh û tiyareyên herî giran li hember kevirkaniya zarokên xwedîxîret û serhildêr tên bikaranîn li ber çavên hemû dinyayê, ji bilî şermezarkirinan û endîşeyan kirtînî ji ti ebdê xwedê nayê, di rewşeke awa de gelek normal e şa’irek jî li hember vê yekê hêrseke birûmet yan jî bi gotina mamoste Hêmin Mukriyanî rikeke pîroz daxilî poetîkaya xwe bike !

Bi a min wezîfeya şi’rê ji destnîşankirina çareyekê û kewandina birînekê bêhtir ew e ku pirs û gumanan di serê însên de çêbike, xewê lê biherimîne û însên ji halê wî yê ji-xwe-razîbûnê aciz bike, helbet di vî warî de çiqas serkeftî me ew teqdîra xwendeyan e.

Yanê kaka dinya kerr û lal e, bitir(kataraktê) avêtiye ser çavên dinê ji loma heqê me heye ku em hinekî bi dengekî bilind û hêlî biaxivin û pişika xwe piçekî hênik bikin, lewra hêwirgeha şa’iran şi’ir e.

3. Piraniya referansên helbestên te dînî ne, amaje bi çîrokên pêxemberan, sûre û ayatan didî, wê were bîra te jî ku helbestê dişibînin metnên pîroz, heta caran wisa hatiye ku pêxember wekî şair hatine qebûlkirin, tu jî di hêwirgeha çarem de helbestê wekî tekane tişta ku dê têk neçe û bimîne, dibînî. Baş e, bi dîtina te çi têkilî heye di navbera helbestê û metnên pîroz de ? Û çima helbest têk naçe?

Berê ewil tiştekî teshîh bikim, baş e ku te ev pirs kir, belê di hinek şi’irên  min de wek îlham û referansên hinek ayet û gotin û çîrokên pêxember(an) hene, min hinek risteyên xwe wek kok û reh spartiye wan lê şi’irên min ebeden ne dînî ne, min mîsyoneke wisa li xwe û şi’rên xwe bar nekiriye û dilê min tuneye lê bar jî bikim, ne li dijî şi’irên dînî me, wexta ku xwedî poetîkayeke felsefîk û xurt bin bila dînî bin, ne xem e, lê wekî min li jor jî gotiye bi poetîkaya şi’irên xwe dixwazim pirs, tirs û gumanan di hiş û ruhê însanan de çêkim. Ji bo min di şi’irê de hîkmet tiştekî muhîm e û ev çêkirina pirs, tirs û gumanan jî bi min hîkmet e, heta li gor dîndarên xwedêgiravî hişk belkî hinek risteyên min kufrîdar bin jî, kesên baldar dikarin bi rehetî vê yekê di dîwanê de bibînin.

Em vegerin ser meseleya şi’irê û metnên pîroz, wek te jî gotiye pêxember carna wek şa’iran hatine pênasekirin, bi taybet jî Hezretî Mihemed, ehlê mekkeyê li hember wehyê, tevî wê edebiyata xwe ya xurt û bala şaş û gêj dibin, nizanin çi bikin, em ji Qur’anê hîn dibin ku piştî wehyê ji Hezretî Mihemed re hinek dibêjin sêrbaz, hinek dibêjin kahîn, hinek şa’ir lê paşê ew bixwe jî biryarê didin ku ji vana ne yek e jî. Bi qinaeta min ev tawanbariya şa’irtiyê ya li hezretî pêxember bi tena serê xwe giringiya şi’irê û şa’irî nîşanî me dide. Herçiqas ne pîroz be jî, ji hinek aliyan ve metnên pîroz û şi’ir dişibin hevudu, çimkî şi’ra xurt jî weke metnên pîroz esr û çaxan li dû xwe dihêle û tê, pîr nabe, ew jî mîna metnên pîroz li gor her çax û dewranê xwe nû dikin, xwendina xwe li hemû serdem û nifşan ferz dikin. Wekî din jî xalên wan ên hevpar hene, meseleyek e kûrûdûr e, ez pê de herim ez ê zêde dirêj bikim û serê we biêşînim!

4. Yek ji helbestên te yên ku kêfa min jê re hat “dijnazîreyek e ji bo helbesta Evdila Peşêw”. Mînakeke xurt ya berovajîkirina helbesteke xurt e bi peyvên nêzîkî metna bingehîn. Di heman demê de mînakeke baş e ji bo sûdwergirtin û xwespartina şairên beriya xwe. Dikarî di peywenda kevneşopê de vê yekê binirxînî?

Heqqeten kêfa min jî ji wê şi’ira min re tê, min xwast bi dijnazîreyekê be jî silavekê  bidim şa’irê me yê gewre û navê xwe û wî bidim kêleka hevudu. Her şa’ir ,nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar berê ewil gerek e bi awayekî li yên beriya xwe mêze bike, şa’irê ku hay û baya wî ji kevneşopî û mîrateya beriya xwe tunebe serkeftin jê re zortir dibe, bi ya min. Gotinek heye, nizanim a kê ye dibêje; her şa’ir yekûna şa’irên beriya xwe ye, çi gelêrî be çi nivîskî be wek her milletî kevneşopiyeke me jî ya xurt heye, divê em pal û pişta xwe ji wê gencîneyê mihêr nehêlin, ev edeb û hûrmet me ji Ehmedê Xanî girtiye. Em bala xwe bidinê, wî Mem û Zîn ji çîrokeke me ya gelêrî hilbijartiye, li bêjinga hişê xwe û li moxila ruhê xwe xistiye û şaheserek ji netewa xwe re hiştiye. Di ser de jî pişta xwe daye kevneşopiya nivîskî ya beriya xwe jî, yanê Baba Xanîyî her du mecz kirine, em bi bîr bixin çi digot:

Bînave ruha Melê Cezîrî

Pê hey bikira ˈElî Herîrî

Keyfek we bida Feqiyê teyran

Hetta bi ebed bimayî heyran

Hakeza çi klasîk bin çi şa’irên me yên modern ên piştî Ehmedê Xanî jî bin, bi heman edeb û hûrmetê tev geriyane.

5. Helbestên te yên kurt mirov dibêje qey di derbekê de hatine nivîsîn, hin ji wan wekî aforîzmayan in (bo nimûne, rastkirina derewekê, tehfîl, ken û girî), hin ji wan jî rengê zûgotinokan didin (sêxişte, hin beşê helbesta munacatê û tu) ku bi min dîwan kêm kirine. Helbestên ewil ji ber ku zêde rengekî fikrî didin wisa ne, yên duyem jî ji ber ku di wan de aheng û dengsaziyeke bêhed heye. Di yekê de deng tunebe di ya din de ez nebêjim fikr lê ew çiruska ku metnekê dike helbest naxuyê. Bi te helbest çi ye, metnek kengî dibe helbest, kengî dibe aforîzma?

Çawa li jor me behsa xalên hevpar yên metnên pîroz û şi’irê kir bi heman awayî xalên hevpar yên şi’rê û aforîzmayan jî hene helbet. Xalên ku her duyan ji hev cihê dikin çi ne ez jî tam nizanim û ji bo sînordayinekê ez ê nikaribim xeteke sor di navbera her duyan de bikşînim, lê dikarim bibêjim ku ez ne di hewla afirandina aforîzmayan de me. Helbet helbestên kurt pirê caran di yek derbê de tên nivîsandin, lê ev nayê wê maneyê ku piştî wê derbê şa’ir qet lê venegeriyaye, qet nebe ji bo min ne wisa ye. Kurt be dirêj be paşê dîsa hem ji aliyê fikrî ve hem ji aliyê vegotinî ve li metnên xwe vedigerim. Ez ne di etra lihevsiwarkirin û lihevanîna peyvan de me, heta ji min tê xwe ji gotinên erzan dûr dixim. Dixwazim felsefeyeke metnên min hebe, lê ji min re were tê dema em şi’reke kurt dibînin berê ewil aforîzma tên bîra me. Bi qasî ez dibînim xwendeyan ji şi’irê min ên dirêj bêhtir hez kirine. Îtirafekê bikim ez bi xwe ji dirêjkirina şi’irê hinekî ditirsim, yanê ditirsim şi’irê bi dirêjkirinê re kusp û kêmeyar bikim, ji loma ye şi’irên kurt di dîwana min de zêde ne, ez bi xwe ji gelekên wan bêhtir hez dikim.

Heta niha gelek pênaseyên şi’irê hatine kirin, li van pênaseyan ez jî pênaseyekê ji kîs û bêrîka xwe zêde bikim, bila xêra dê û bavê min be. Bi min şi’ir ecêbmayîn e, yanê şa’irek gava ku piştî demekê li metna xwe vegere û li hember risteyên xwe ecêb bimîne ev tê wê maneyê ku ew şa’ir e, tişta nivîsandiye şi’ir e, belê şi’ir ecêbmayîn e û şa’ir jî ecêb in kaka!

6.  Hêmin Mukriyanî, Arjen Arî, Evdila Peşêw û Mem Ronga çar helbestkar in ku di helbestên te de hem dengê wan dixuyê hem jî eşkere ye tu referansan didî wan, li wan zêde dikî û bi çend awayan helbesta xwe dispêrî ya wan, poetîkaya xwe dikî xizmê poetîkaya wan. Ez zanim tu gelekî û bihûrbînî dixwînî. Ev şair ji bo te çi îfade dikin? Û niha çi û kê dixwînî?

Di pirsa çaran de kêm zêde min bersiva meseleya xwespartina bi kevneşopiyê û nifşên beriya xwe ve  da, ji loma ez ê tenê bi çend gotinan behsa van şa’irên me yên berbehs bikim.

Hêmin mukriyanî; ew şa’ir e ku zana û rêberekî wek şehîd Qazî Mihemed, nasnava şa’irê neteweyî daye wî, zana û têkoşerekî mîna şehîd Dr.Qasimlo jê re dibêje şa’irî gel. Ev xelateke mezin e ji bo wî, herçiqas soraniya min ew çend ne xurt be jî van çend salên dawî min hinek xwe lê sor kiriye û esseh jî şi’irên mamoste Hêmin dixwînim û guhdarî dikim. Bandoreke zêde li min dike, bi min hema tenê ji bo xwendina şi’irên mamoste Hêmin be jî divê em kurmanc hewl bidin ku soranî jî hîn bibin.

Arjen Arî; pira navbera şi’ra me ya klasîk û modern e, di her firsendê de lê vedigerim, ji bo dayîna wî hemd û spasiyên bêhed ji yezdanê dilovan re. 

Evdila Peşêw; deng û ruhê xurt ê netewa kurd e.

Mem Ronga; ji Nifşê Tîrêjê em gelek tiştan hîn bûne, ji gotinên mezin zêde hez nakim lê ez dibêjim belkî jî em helbestnivîsînê ji wan hîn bûne. Arjen Arî, Rojen Barnas, Berken Bereh, Mem Ronga; çar hîm çar hêvî. Lê ji van çar kesan ciyê Mem Ronga li ba min cipcuda ye. Min, ew tekane dîwana wî ya navkubar çendik û çend carê xitim kiriye ez jî nizanim, kitêba ber serê min; Destê Min Li Destê Te Digere û helbet destê min jî her li wê dîwanê digere. Bi min Mem Ronga zêde hatiye îhmalkirin. Belkî ev îhmalkirin hinekî ji bêdengî û munzewitiya wî be lê dîsa jî ev ne behane ye ji bo me. Ne tenê nifşên nû, kesin hene bîst sî sal in di nava xwendin û nivîsandina kurdî de ne, min Mem Ronga ji wan pirsîye, maliq bûne li nav çavên min mêze kirine û gotine; cara ewil e dibihîsim.

Bi vê yekê zêde xemgîn dibim, hêvî dikim di rojên pêşiya me de Mem Ronga zêdetir bikeve rojeva edebiyatnasên me û ciyê heq kiriye tavilê bigre.

Niha dosyeya Eyşana Beravî ya bi navê du mohrên nexwendî dixwînim û çendeke li ser Şêxê Şehîd Suxrewerdî xwendinan dikim, hewl didim wî aqilê tûj û mibarek fêm bikim ku bi nûra nûran hatibû neqişandin. Her wiha min divê ji dêleva Silhedîn lêborînê jê bixwazim û şi’rekê hediyeyî ruhê wî yê pak û pîroz bikim!

7. Dîwan bi helbesteke artîstîk diqede, kêfa min gelekî ji tiştên wisa re tê, leyz û artîstî tiştên xweş in di edebiyatê de, ew temam lê ji helbestê bi rehtir û jê bi îddîatir çi heye tu berê xwe bidî? 

Ez ê vê pirsa te bi yek hevokekê bibersivînim; Ji helbestê bi rehtir û bi îddîatir dîsa helbest e! 

8. Qedrî Sipranî helbestên xwe çawa dinivîse? Çawa li ser helbestên xwe dixebite?

Di pirsa 5an de min hinekî behsa vê yekê kiriye, dixwazim çend tiştên din jî bibêjim. Kêlî û saet ji helbestên min re tuneye, bi taybet rûnanim nabêjim ka helbestekê binivîsim. Helbest hemû bi risteyekê dest pê dikin, ew riste hat û şûnda yên din bi awayekî tên. Ev risteya ewil pirê caran di metnê de nabe risteya helbestê ya ewil, heta hinek helbest hene ku wê risteya ewil taliya talî bûye risteya dawî ya metnê. Car heye çar pênc mehan risteyek jî xwe nade nivîsandin, car heye di mehekê de bingeha çend tiştan tê nivîsandin, paşê di dorê re diherim û têm. Li ser çawaniya vegotinê hişê xwe zêde diêşînim, ji bo min bikaranîna zimên û ferhengê pir mihîm e, bi a min ji bo zimanekî tekûz û ferhengeke paqij, hewce bike, gerek e em bi mehan û salan li ser metnekê bisekinin welew em serî li xwe bikin kundir.

Ez heta niha bi vî kêfetî bi vê hesasîyetê xebitîme, di siberojê de jî ev hesasiyeta min a zimên dê dewam bike. Ekstrayî vê yekê, tişta min niha daye ber xwe xwendineke kûrûdûr dixwaze. Yanê ew tişta bi rehtir û bi îddîatir, eger ji bin derkevim pir baş e, dernekevim ez ê stop bikim, qet ne xem e!

9. Kaka min bala xwe dayê di hindek helbestên te de mîzaheke tenik heye. Vê yekê hem xweseriyek daye helbestê hem jî ew kûrtir kiriye, kirasek din li bejna wê kiriye. Lê di hinan de jî xasma di hin helbestên dirêj de hewla te ya çêkirina mîzahê helbest xerab kiriye, ew likumandiye. Bo nimûne di helbesta “ez û dayê û xwedê” de te helbesta ku xweş diherike ji nişkê ve bi risteyeke ku ne riste ye ne jî tiştekî din e, ji rê biriye, motîvasyona wê xerab kiriye. Bi te çi derfetên mîzahê hene bo helbesta me ku gelekî cidî û xembar e her? 

Belê min tiştên mîzahî jî ceribandine, dibe ku li hinek ciyan likumîbim jî, ez dibêjim mîzaha şi’rên min îlhama xwe hinekî ji Omer Xeyyam girtiye, wekî her zimanî, zimanê me jî ji mîzahê re guncav e. Hema bila bes şa’ir nivîskarên me bikarin wê mîzahî zeft bikin, ev yek ji me re lazim e çimkî mîzah, bi kenînê meriv bi bal bi fikirînî ve dikşîne, binêrin Hêmin Mukriyanî çawa Xeyyamkî nivîsandiye:

Ey xuday gewre xalîqî bêçûn 

Ey ewey dat bi ême zar û qûn 

Yan ewan bigre yan bike têrim 

Têr nebim bo çi min ser û jêr im 

10. Helbestvan di helbesta xwe ya bi navê “ez û dayê û xwedê” de dibêje ku ‘kurê te bûye şair/dibê divê hilweşînim qesr û qonaxên bêdadiye dade” gelo helbest dikare qonaxan hilweşîne? Mîsyona helbestê çi ye an jî divê ku mîsyoneke helbestê hebe? Ji ber ku helbestvan di gelek cihan de bangawaziyê dike, bi cînavkên pirjimarî li ser navê kê diaxive ?

Ne şaş bim Nîzar Qebbanî ye, dibêje; şa’ir nikare şerî bide sekinandin lê dikare hişê pîlotekî teyareya herbê tevlihev bike.

Şi’ir di dîrokê de wek çekekê hatiye bikaranîn, meriv dikare bêje şa’ir şervanên vegotibûnê bûn, dîroka vî tiştî gelek kevn e, me li jor behsa xalên muşterek ên metnên pîroz û şi’iran kir, meseleyeke kevn e.

Hesen bin Sabît, Ke’b bin Zuheyr, Ebdilla bin Rewaha şa’irên Hezretî Mihemed bûn, van şa’iran bi şi’irên xwe alîkariya îslamê kirine. Ev ji bo dîroka me jî derbazdar e, çimkî helbesta kurdî helbesta xweragiriyê ye, şert û mercên welatê me û gelê me ev tişt qewimandiye, çiqas rast e nizanim lê dibêjin dema ku moralê Şêx Seîd xerab dibû Salih Begê Hênî bi helbestan moral didayê. Şi’rên Cegerxwîn hakeza bi salan e moral û motîvasyoneke mezin dane şervanên kurd, ev hêla helbestê îro belkî qelstir bûbe lê ez dibêjim dewam dike.

Werim ser helbestên xwe, helbet şa’irekî polîtîk im, alîgirê koterên kohî û kenarî me, dixwazim bibim saqo û saqiyê çiyayên wan. Di vê poetîkaya polîtîk de heta ji min hatibe min xwe ji dengekî rijî dûr xistiye, bi awayekî xwezayî riste û helbestên min ên bangewazî jî hene, çimkî herçiqas em xwedî dilên zincîrnenas bin jî dest û lingên me di qeyd û bendan de ne û hîşehîşa deng û reqereqa nalên hespên neviyên Cengiz û HulaGû li ser bênderên me berdewam in. Di vê mijarê de tişta bingehîn poetîkayeke xurt û estetîkeke xurt e, dema şa’irekî ev ji dest xwe neavêtin, mijar û cureya helbestê çi dibe ne xem e.Bangewaziyeke min a poetîk hebe berê ji milletê min re ye û paşê ji hemû dinyayê re ye, çimkî ne tenê em di bin nîrê zilmê de ne, ji loma min şi’rek ji zarokekî efrîqî re jî nivîsandiye, yek ji şi’ra min a herî polîtîk ew e, lê çiqas hat fêmkirin nizanim, mirovahî di qrêzeke mezin de ye ,ji loma şi’ir jî di qrêzê de ye, ha behecî ha dibehece!

Şîrove bike