Ji jêderka Altunî wisa xuyaye ku guherînek di nav rewşenbîrên kemalîstan de çêbûye: yên sedsala bîstemîn, bi referansên heywannasî (peyva nêçîrîyê) dixwestin ji kurdan fahm bikin, û herweha xwe û cîhanê pê bidin fahmkirin; rewşenbîrên wan ên îroyîn jî bi rêya mirovnasîyê fahma jixwe (“bixwebawer û jîyanhez”) ayan dikin. Ev jî ji bo wan pêşveçûnek e. Lê belê ev hîkmeta fantazîyan qet naguhere. Bi rastî hikmeteke jidil di (fahmker) sazîya dagirkerîyê de hebe ew jî ev e: fantazîyên xwe bêxwê dixwin, lê projeksîyonên xwe şor dikin.
“Sed sal berê em nêçîr bûn, neha bûne êm”
Arat Dink
***
Di karê xwendinê de xwezî û hesûdîyên min gelek in lê ez dikarim du heban ji nav wan bineqînim û derxim pêş: a yekê her û her xwezîya xwe bi wan kesan tînim ku bi hejmar pir kitêban dixwînin; herwekî din ji wan kesan dihesidim yên ku kitêbên ne bi dil, bîr û bawerîyên wan in dixwînin. Ji bo ya ewil hêza min a xwendinê, ji ya din re jî tebîata min rê nade pê de biçim. Ne ji ber şikandina vê tebîata xwe û meraqa xwe ya ilmî lê belê bi rasthatînî, kitêbeke têra xwe malûmatfiroş ketibû destê min. Ev kitêba bi navê Kitap Için 4 (Ji bo Kitêbê 4) ya Selçuk Altun ji xalan pêk tên û bi giştî fors, qurretî û hejmarhezîya ji libên kitêbên xwendî (dibêjinê biblîofîl) xwe li pozê mirovî dixin. Heke derdê mirovî ne nivîskarîya nivîskarî bi xwe be mirov dikare sûdê ji van kitêban bigire, heta radeyekê kêfeke estetîk û poetîk jî. Nemaze jî agahîyên kêmpeyda, ezmûn û şahîdîyên van kesên bîblîofîl, carinan jî mesel û meselokên wan têra xwe balkêş in.
Ev kitêba Altun perçeyek ji kitêbên wî yên ji heman rêzê ne: Kitap İçin 1, Kitap İçin 2… wiha heya pêncan diçe. Di berga dawî ya kitêba pêncan (Kitap İçin 5) de li gor neqlkirina Doğan Hızlanê, Leylâ Erbilê gotîye “her ku nivîsên wî dixwînim bi kêmzanîna xwe dihesim.” Bi rastî jî kitêbên wiha ji hêla zanînê ve mirovî zêde dikin. Bo mînak min nedizanî ku tirk “tu carî nehatîne kolonîzekirin” (ango “di hukma dewletekê de nemane”).
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Werin em jî ji xwe re “piçekî bi kultûr” bin…
Di xala 3149an de behsa serpêhatîyeke xwe dike: “17-20/05/13! Piştî çil û yek salan ji bo temaşekirina şopên urartî, ermenî, selçukî û osmanîyan tevî gerokên navneteweyî em çûn Wanê. / Li seransera rêya Wan û Hekarîyê gava em ji ber Kela Xoşavê ya qerase derbas bûn ew çîrokên perîyan ên zaroktîya min hatin bîra min. Piştî çil û yek salan bû nesîb ku bikevimê. / Rûyê derve yê dêra navdar a ermenîyan li girava Axtamarê mûzeyeke servekirî ya peykeran tîna bîra mirovî. / Di koma me de xanimek hebû, mirovnaseke civakî ya xanenîşîn. Amerikî bû lê belê derçûya Oxfordê bû, piştî bîst salan, ev cara didoyan bû dihat Tirkîyeyê û şahidîya wê ya ji guherînên dînamîk bandor li wê kiribû. Teorîyeke wê ya li ser tirkan hebû, bê çima tirk ew çend bixwebawer û jîyanhez bûn; ji ber ku ew [tirk] qet nehatibûn kolonîzekirin (jîyîna di bin hukma welatekî din de). / Afîşên ku Şaredarîya Wanê amade kiribûn giş -bi tenê- kurdî bûn; wekî ku li bajêr bi tenê kurd dijîn. / Li ser dîwarên li guhên bajêr “çare Sarıgul” dinivîsand. / Mîn lewhayeke parêzerekî ya bi navê Abdulbasit Bildirici dît. Min xwedîyê wî navê teatral li ser înternetê gerîya; serokê şaxa Mazlumderê bû. / Piştî kirîna şûşeyeke avê, gava min spasîya dikandarê kiribû, gotibû ‘ser seran û ser çavan’…” (75).
Di vê deqa jorîn de hêj di destpêkê de kurd tune têne hesibandin. Li Wanê tenê şopên “urartû, ermenî, selçukî û osmanîyan” hêjayê temaşekirinê ne. Bila wisa be jixwe, bêguman. Lewra karê temaşekirinê karê tûrîstan e û tûrîst bivê nevê mişterî ne, ne mêvan in. Nemaze tûrîstbûna tirk, ereb û farisan du caran “ser seran û ser çavan” e. Her wekî din wextê Altun wan wekî gerokên navneteweyî pênase dike, bivê nevê mirov bi çavê gerokekî li Altunî jî dinêre. Lê belê heke mirov li helwesta wî ya di vê xala jorîn de binêre ne wisa ye. Tûrîst ji bo temaşekirinê, gerok ji bo keşifkirinê; mêvan ji bo mêvandarîyê bi wesf in. Mirov li hevokên Kela Xoşavê û Axtamarê binêre rengekî temaşekirinê tê de dibîne lê jêderka mirovnaseke amerîkî wisa dide xuyakirin ku bes ev temaşekirinên hanê dekor û xemla helwestên nivîskarî ne. Axirî helwesta nivîskarî ne bi awayê tûrîstan e, ne bi awayê gerokan e û herweha ev helwesta çors li mêvanbûnê jî nayê. Mirov dikare wî wekî gelek kesên li Tirkîyeyê xala 66an (a makezagona Tirkîyeyê) [1] a dupê bibîne: Birêz 66. Ango takekî mejî-dewlet e. Û herwekî din ne texlîdeke sexte ya dewletê ye, ji sedî sed jî resenê vî eqlê dewletê ye. Çawa ku dewletê ji kart û kurtan teorî derbarê kurdan de çêkirin, nivîskarê hanê jî wisa fantazîyeke ecêb çêkirîye.
Mirov li tarîxa neqlkirina bîranîna li xala jorîn binêre dibîne ku piştî 15yê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî ye. Wer xuya ye bajarê kurdan jî bi minasebeta vê rojê bi çend afîşên kurdî hatîye xemilandin. Lê vê yekê jî guvaşek li ser nivîskarî çêkirîye. Heke ev nivîskar bes ji bona çalakîyekê bihata bajêr, di wê çalakîyê de her tişt bi kurdî bihata danîn (ne zimanê îngîlîzî ne ji zimanê wê dewletê nebûya) wê demê mirov dikaribû gazinên nivîskarî wekî rexneyeke maqûl bipejiranda. Herwekî din heke ew jêderka antropolog nehata dayîn dîsa jî rêya qebûlê tê de hebû. Heke ev jêderk û rexneya nivîskarî bi hev dû re têkildar bin wê demê ji nêtxwendina min zêdetir tiştek tê de xuya dike. Tiştekî di navbera kesên dagirker û kesên dagirkirî de… Mîna fantazîyeke têrreal.
Li gor vê fantazîyê hebûna kurdî ya xwerû û xwezayî (bêyî wergerandina zimanê serdestan, di vê mînakê de tirkî ye) li dijî zimanê serwer bi qesta serwerîyê, bi qesta hukmkirinê, bi gotina nivîskarî bi qesta kolonîzekirinê (dagirkirinê) di afîşan de cih girtîye. Lewma jî nivîskar ne nêrîna xwe ya aşkere lê belê bi îcazeta antropologê li hember gefa dagirkirina kurdî ya li ser tirkî radibe. Herwekî referanseke têrkolonyal pêşkêş dike: jineke amerikî, lê li Oxfordê xwendîye, mirovnas e. Him amerikî, him jî îngîlîzî tê de hebe ne mimken e jêderka wê şaş be. Bi ser de mirovnas e. Her ku bibêje teorî, êdî heqîqeta di vê xala jorîn a nivîskarî de, heqîqeteke gerdûnî ye: tirk nehatine kolonîzekirin, di hukma tu dewletê de nejîyane. Hebûna kurdî ya xwerû (bêyî wergera bi tirkî) bila beleheq bi qestekî wisa ranebe. Tirkî li Wanê nexe bin destê xwe, lewra tiştekî wisa ne pêkan e (bnr. jineke amerikî, li Oxfordê xwendîye û mirovnas e).
Hevokên dawî yên wê xala jorîn jî bi ser navê “Abdulbasit”, bi mîzaheke xav diqede. Xwedêgiravî teatral e navê Abdulbasit. Belkî ne wisa be lê ez konetîyekê di vê “teatralî”yê de dixwînim ku qesta wî bi xwe ew afîş in. Gelo dixwaze bibêje danîna afîşa kurdî ya bêyî zimanên din tiştekî “basît” ango erzan e. Ez mijara “bixwebawer û jîyanhez”ê qet venakim. Mirov dikare tiştên li ser van têgehan li Türklük Sözleşmesi (Peymana Tirkbûnê) ya Barış Ünlü binêre. Lê ev cure fantazî, ango mirov tiştekî nebûyî weke tiştekî bûyî pêşkêş bike û vê yekê jî wekî hewleke dagirkirinê fahm bike (ne) tiştekî xerîb e. Di ferhenga postkolonyalîzmê de gelek nimûneyên wê hene. Li Tirkîyeyê jî hin cure kes hene, ji wan ve ye ku ne wan lê ermenîyan ew kuştine. Di derûnîsazîya mirovî de tiştekî wisa heye, dema mirov ji tiştên xwe yên xerab ne razî be, wan tiştan li xwe daneyne wisa dihizire ku kesên li hember heman tişt pê kirine. Sûc û kiryarên xwe dixe stûyê mexdûrê xwe. Di vê pergalê de mirov dizane tiştên baş û nebaş çi ne, lê stratejîyeke xweşûştinê heye tê de.
Tevî şeçereya xwe ya îttîhadçîtîyê, halê medenî yê kemalîzmê di sed salan de tenê bi rengekî ji heywannenasîyê ber bi mirovnenasîyê ve guherîye.
Em li pergala kemalîzmê ya sedsala bîstemîn binêrin…
Di romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî de, di ferhenga kemalîstan de heywanbûna kurdan cihekî navendî digre. Ez hez nakim gotinên qelew bikim lê belê ez dibêjim belkî hovîtîya kemalîzmê li ser vê kitêbê tunebe. Roman e lê wekî tezeka diktorayê bi şareza û dahûrandî ye. Li gor tevna romanê, di salên hefteyî de yekî bi navê Ismet Oktay ku “ülkücî” ye, ji xew şîyar dibe ku ne bi tirkî bi zimanekî din (kurdî) dipeyive. Di vê xeta salên heftêyî de şewbeke zimanî heye ku dil û ziravê dewletê diqetîne, rewşeke karantînayê ya veşarî li dar dixin. Di xeta din de, li salên çilî profesorekî bi navê Tariq Akansu, serokê “Komîteya Emnîyeta Zimanvanî”yê wekî “Qomîserê Zimanî” ji Enqereyê dişînin Kurdistanê. “Bi dîtina xwe, hatibû Tirkîyeyê wan tirkan fêr bike ku neşîyane fêrî tirkî bibin” (37). Di romanê de wer xuyaye ji bo vê armancê wekî parêzgerekî hatîye peywirdarkirin. Karê wî ewçend girîng e, vebêjer wisa dibêje: “hatibû erkekî biqedîne ku wer dixuya piştî mirina Ataturkî neqedîyabû.” (37). Di vir de tam wisa nebêje jî mirov bi giştî dikare bibêje Tariq Akansu bi çavê Ataturkekî li xwe dinêre. Tiştê ku Ataturk û hevalên xwe nebirine serî divê ew bibe serî. Wisa bike ku kesên mîna Selçuk Altun dema hatin van bajarên “başûr rojhilatê” bila ji bilî zimanê tirkî nebe.
Tariq Akansu zindîwerekî wisa ye ku hemû şaneyên laşê wî ji hêma û hêmanên komar û tirkbûnê çêbûye. Li gor wî heke zarokên wî nebin “kole û xizmetkarên cumhurîyetê” ew ê mîna dijminan li wan binêre (38). Di ferhenga wî de cih ji lawazîyê re nîne. Çawa ku divê Komara Tirkîyeyê xurt be, wisa divê kurên wî jî xurt bin. Lê belê kurên wî lawaz in. “Profesor peyayekê navmilpehn, bejinbilind, simbêlboq û biheybet bû. Berevajî wê, her du kurên wî du bûnewerên lerzok, lawaz, û nermokî xuya bûn. Bi teşeya xwe, du bûnewerên wiha bûn ku heybeta rasteqîne ya zarokên tirkekî cengawer li ba wan nebû. Dişibîyan du keçikên şermîn ku ji marmarok, şandelîk, mişk û kêzikan ditirsîyan” (37).
Akansu bi giştî di romanê de bîr û bawerîya xwe li ser mirov û ajalan ferz dike. Perwerdeya wî ya bi zarokan li ser hirçekî ye. Hirçekî li malê dixe nav qafesekê da ku her roj zarokên wî lê binêrin û fahm bikin bê ew kesên li vê herêmê dijîn (kurd) û di tirkbûnê de zehmetî dikşînin jî wisa ancax bi rêya zorê dikarin bi rêve bibin. Wisa ku li cihekî Ednan Paşa jê re dibêje “Mistefa Paşa rehma Xwedê lê be ermen qir kirin, kurdên dorhêla Tuncelîyê bêdeng kirin bes yên ku mane çi ne? Yên ku mane bi xwe jî nizanin çi ne. Tiştekî di navbera însan û heywanan da asê mane” (83). Ednan Paşa şîretan jî lê dike (tu dibê qey dengê hundirîn ê Akansu bi xwe ye): “Tariq Akansu, tu nexapî, miqate be, cinawir nayên kedîkirin, cinawir tên nêçîrkirin” (85).
Mijara ajalan li derveyî malê jî bi xeteke din, di ser pilingekî re dimeşe. Akansu ji nêçîrê hez dike, karê wî bi xwe jî mîna nêçîrê ye jixwe. Ew û çend nêçîrvanên navdar ên herêmê dikevin pey pilingekî. Pilingê Tî bi nehatina neçîrkirinê ve nav daye, lê belê heye an tune ye ew jî ne dîyar e. Efsaneyek li derdora wî navî digere (“bêhtirî sed salan e ku kesî pilingê Tî nedîtîye?” (132). Li herêmê nêçîra herî zehmet e. Axirî piştî çîrok û epîzodên nêçîrvanîyê rojekê di demeke lawaz a wî pilingî de keysa xwe lê tînin û Îmran Kartalê nêçîrvanê gewre di nav wê komê de pilingî zevt dike. Heya Enqereyê nav û dengê pilingî belav dibe, lê nav û nîşan ji Akansuyî re ye. Ev yek pir bi zora Îmran Kartal diçe. Her wisa Îmran Kartal ji ber şikandina peymana neçîrvanîyê (“nêçîrvanên vê herêmê [peyman] girê dabû ku pilingî negrin” [142]) û ji helwesta pilingî (“vî pilingî ne şer kir ne xwest bireve” [140]) wisa hîs dike ku xayînî li xwe, li karê xwe û li niştecihên herêmê kirîye.
Piştî demeke dirêj bi bilindbûna dengên Partîya Demokrat (DP) re, bi nerihetî û li xwemikurhatina Îmran Kartal çîroka qelp a Akansuyî dertê holê. Rûmeta wî ya li gel Partîya Komarî (CHP) dişkê. Ji bo rûmeta xwe li xwe vegerîne êdî dikeve pey pilingekî dîtir, bi çol û çîyayan dikeve, mala xwe tije dike bi hestî û berateyên lawiran û hwd. Di vê geredînîtîyê de xewnerojkan dibîne wisa ku bi pey tiştên xeyalî dikeve. Axirî piştî têkçûna derûnîya xwe, ji kurê xwe yê zilamê dewletê (Elî Îhsan) dixwaze ku wî li çol û çîyayan bi darekê ve girê bide da ku lawirên wê derê werin wî bikujin, bi (xwe) kuştina wî re jî dewlet car din pê bizane bê ev ax (Kurdistan) û mirov (kurd) çend wehş in. Wisa jî dimire. Dema kurê wî çend roj şûnde tê ser cendekê wî, dibêje qey hemû lawirên kûvî goştê wî xwarine wisa genî pê ketîye.
Him di çîroka şexsî ya Akansuyî de him jî gelek caran gotina Fethî Xalibê kevnepartîzanê Partîya Komarî dîyar dikin ku “[h]emû lawir û dirinde niha dizanin ku ew milkê dewleta Tirkîyeyê ne” (153). Dema tê salên hefteyî li cem “ülkücîyekî” jirêzê jî wisa berdewam e. Tirkî bi mirovbûnê re, wekî din nebûna tirkîtîyê (kurdbûn) bi heywanbûnê re yek e. Ismet Oktay (yekem kes e tûşî jibîrkirina zimanê tirkî bûye) di xeyala xwe de wisa dibêje ji xwe re “Ismet, tu niha ajalekê bêziman î” (27). “Ismet ji bo ku tekez bike hîna mirov e, ne tiştek e…” (47) xwe di tirkî de diceribîne. Li gor Fanon “kesê dagirkirî, şûndemayî, îro bi mahneya herî gerdûnî heywanekî sîyasî ye” (Yeryüzünün Lanetlileri, 75). Bi rengê ku di Dagirkirina Tarîtîyê de xuya dibe di ezbera kemalîst û tirkperestan de kurd ne tenê sîyasî bi her awayî wisa ne.
Ji jêderka Altunî wisa xuyaye ku guherînek di nav rewşenbîrên kemalîstan de çêbûye: yên sedsala bîstemîn, bi referansên heywannasî (peyva nêçîrîyê) dixwestin ji kurdan fahm bikin, û herweha xwe û cîhanê pê bidin fahmkirin; rewşenbîrên wan ên îroyîn jî bi rêya mirovnasîyê fahma jixwe (“bixwebawer û jîyanhez”) ayan dikin. Ev jî ji bo wan pêşveçûnek e. Lê belê ev hîkmeta fantazîyan qet naguhere. Bi rastî hikmeteke jidil di (fahmker) sazîya dagirkerîyê de hebe ew jî ev e: fantazîyên xwe bêxwê dixwin, lê projeksîyonên xwe şor dikin.
Çavkanî û Têbînî
[1] Xaleke Makezagona Komara Tirkîyeyê ye. Li gor vê xalê her kesê ku hemwelatîyê Tirkîyeyê ye, tirk e.
Altun, Seçuk. Kitap İçin 4, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, 2021.
Elî, Bextîyar. Dagirkirina Tarîtîyê, Wer. Besam Mistefa, Şilêr, 2022.Fanon, Frantz.
Yeryüzünün Lanetlileri, Wer. Lutfi Fevzi Topaçoğlu, Çapa 2., Avesta, 2007.
- Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan di sala 1986an de ji dayik bû. Ji gundê Barincê ya bi ser Bişêriyê ve ye. Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê, dibistana navîn û lîse li Batmanê (Êlihê) xwendine. Di sala 2010an Zanîngeha Hacettepeyê beşa Fîzyoterapî û Rehabilîtasyonê qedandiye. Li Zaningeha Istanbul Bilgiyê di beşa Wêjeya Berawirdî (Comparative Literature) de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar" (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî) kuta kir. Li Zankoya Mimar Sinan Guzel Sanatlarê di beşa Sosyolojiyê de teza doktorayê (PhD) li ser biwara romanûsîya kurdî, bi navê Kürtçenin Kurmancî Lehçesinde Roman Yazımının Özerk Bir Alan Olarak Oluşumu (Di Kurmancî de Avabûna Romannivîsînê Weke Biwareke Xweser) sala 2023an parast. Di kovarên bi navê Ajda û Zaremayê de xebitî. Sala 2008an çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên Tîroj û Evrensel Kültürê ve hatibû lidarxistin xelata yekemîniyê wergirt. Sala 2009an berhema wî ya ewil dîwana Otopsiya Berbejnekê çap bû. Wergerên wî 2015an Voltaçerx: Di Girtîgehê de LGBTÎbûn, 2018an Ji Tirkiyê Çîrokên HIVê, sala 2021an LGBTÎ+ên Penaber 2 hatin çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk, Ajda, Tîroj, Zarema, Wêje û Rexneyê de weşiyan.
Weşanên dawiyê
- Nivîskar06/09/2024Dubendîyên Qamûsazîya Kurdan
- Nivîskar23/08/2024Ceribandineke Rengîn
- Nivîskar09/08/2024Zêmarek Li Ser Dadwerîya Hiqûqî
- Nivîskar27/07/2024Têkçûna Malê 2: Zimanê Bîyanî wekî Masûlkeyeke Jixweber