“Ez dê di sala nû de albûmeke ji 8 stranan pêk tê derxim. Navê albûmê jî “Pistepistek Bilind” e. Her 8 stran jî stranên nû ne. 5 ji wan helbest in, beste û muzîk min çêkirine. 3 hebên din jî gotin û muzîka wan yên min in. Ez bawerim wê dora biharê derkeve albûm. Ez bi xwe produktorîya wan dikim. Aranjorî û produktorîya hunerî ji aliyê Olaf Gödeke ve tên kirin. Wê Album ji aliyê Red Music ê were belav kirin.
Herwiha ez û Yassin Ismail, em ê berdewam li ser stranên ‘Birds of Babylon’ bixebitin û singleke din derxin. Piştî lock-downê em dê konseran bidin. Wek koma şanoyê ‘BAN Theater’ em ê lîstika ‘Q.B.X’ bilîzin, berdewam bikin. Herwiha em ê dest bi amadekirina lîstikeke nû ya komedî/muzîkal jî bikin.“
Bi van gotinan behsa plan û projeyên xwe yên sala nû dike Hêja Netirk, paşnavê dewletê dayê ‘Türk’ e lê wê wek gelek nasnameyên xwe yên din paşnavê ‘Netirk’ ava kiriye ji xwe re. Belê, wê ji xwe re nasnameyên xwe ava kirine, lewra jineka pirr berxwedêr e li gor ew dibêje. Bi kurtasî ev in gotinên wê;
“Zaroktîya min ew qas tevlî hev e ku, dema ez behsê dikim gunehê mirov bi min tê. Lewma ez bi kurtasî bêjim dijwar bû. Ez di nav malbateke pirr politize û feodal/patriarkal de mezin bûm. Ji zaroktiyê de dijwariyên min dîtine bûbûn sedem ku ez bibim yeka berxwedêr.
Wek mînak; malbatê ne dixwest min bişîne derveyî malê ji bo xwendinê. Lê min bi berxwedanê xwe da xwendin. Ji aliyê hunerê jî zaroktiya min zaroktiyeke hejar bû. Bes li dawetan min li muzîka Kurdi guhdar dikir. Û qasetên bavê min yê dengbêja hebû. Dema bavê min li wan guhdarî dikir, ji ber ku min ew fêm nedikirin, ez ji wan acız dibûm. Lê aniha ez bi xwe stranên dengbêjiyê dibêjim.“
Ji bo pirrtir agahîyan û zelalkirina meseleyê me çend pirs jê pirsîn wê jî bersivandin:
Bêguman gelek kes te bi paşnav û paşxana malbatî dinasin lê Hêja bi xwe nasnameyên xwe gelek in, hêja xwe bi kîjan nasnameyê dide nasîn?
“Dema yekî biyanî ji min dipirse ez dibêjim ”I am a Kurdish singer” (ez stranbêjeka kurd im). Ev tê wê wateyê ku ez xwe bi Kurdayetiyê û bi muzîkê didim nasîn. Lê tiştekî wisa jî heye. Dema ez hê nû hatibûm Elmanyayê dema yekî dipirsî tu çi karî dikî, min digot “ich bin ein Flüchtlinge” (ez penaber im) wê demê pênabertî nasnameyeke nû bû ji bo min, min hewl dida vê nasnameya nû bi xwe bidim qebûl kirin. Milan Kundera dibêje “iqtidar ku dera te biêşîne, ew der dibe nasnameya te”. Lewma jintî jî yek ji nasnameyên min e. Lê nasname gor min herikbar in. Li gor şert û mercên mere tê de ye diguherin. Dema ez bi kurdekî re bi Kurdî diaxivim ez nabêjim ‘ez stranbêjeke Kurd im’, ez dibêjim ‘ez Hêja, ez ji Mêrdînê me û stranbêjî û lîstikvaniyê dikim’.”
Te bi navê “stranên neşûştî” albûmek derxist, îsal sîngleyek. Gava ev stran hatin parvekirin gelekî deng vedan, fikra avakirina nasnameyeka stranbêjîyê ji ku derket?
“Min ji strangotinê pir hez dikir. Ji zaroktî de her cara ku derfet çêdibû min stran digotin. Li zaningehê min dest bi kluba folklorê kir, wek hobî. Ez ketim beşa dansê ewil. Lê dans ne li gor min bû. Dema em hînî dansên Balkanî dibûn, ji min re pirr dijwar dihat. Ez li mehna digeriyam ku dev ji Kluba folklorê berdim. Hevalekî stranbêj ji min re got tu ‘ji bo çi nayê beşa strangotinê, dengê te xweş e’, min got ‘te nebihîstiye ez çawa stranan dibêjim, tu ji ku dizanî dengê min
xweş e’, wî jî got ji axaftinê diyar e. Werhasil min ji bo sê salan dersên stranbêjiyê standin. Ya rast min dixwest ez xwe fêrî lîstikvaniyê jî bikim bes dersên lîstikvaniyê û stranbêjiyê di heman demê de bûn. Helbet me li wir hertim stranên gelerî digotin.
Dema ez ketim hepsê, ez fêrî gitarê bûm. Û min stranên xwe yên ewil çêkirin. Piştî ez derketim jî min biryar da ku ez stranên xwe qeyd bikim.
Kêfa min jê re tê ku stranên min di derbarê jiyana rojane de ne û hestên jinekê tînin ziman. Ez fikirîm, min got heger min jê hez kiribe, teqez wê kesên din jî jê hez bikin. Ji bo ku ez xwe bigihînim mirovan jî min medyaya civakî wek amûrekê bi kar anî, ev yek jî gelekî wext dixwaze.”
Te di çend projeyan de lîstikvanî kiriye bawer im, ger em behsa vê yekê bikin, lîstikvanî cîyekî çawa digire di jiyana te de?
“Lîstikvanî di teşwîqa heval û hogiran ket jiyana min. Ji bo sinemayê digotin bila herkes were xwe biceribîne. Lê dema prduktoran ez didîtim, digotin were karê produksuyonê, organizasyonê bike. Werhasil, wê demê bi awayekî profesyonel muzîk ne di jiyana min de bû. Min ewil wek alîkarê çêker dest bi karê sînemayê kir. Dûre di fîlmê Momê de hem çêker bûm ez hem jî karaktera sereke bûm. Paşî di çend projeyên metrajkin de jî min cî girt. Û min giranî da ser lîstikvaniya şanoyê. Ez wek mektebekê li şanoyê dinerim. Û herî dawî me lîstika xwe ya bi navê Qesra Balinedeyên Xemgîn / Q.B.X derxist. Ez ji bo provayan, her carê ji bo 10 rojan, ji Hambûrgê diçûm Berlînê. Ez hemû plan û programên xwe li gor xebatên şanoyê eyar dikim. Lîstikvanî jî yek ji nasnameyên min e aniha.”
Ji bilî lîstikvanîyê te demekê di medyaya civakî de kurtevîdeoyên komîk dikêşan, ku têkilîyeka van vîdeoyan gelek caran bi cavaka kurdan ve heyî, heta dîyalogên rastîn ên civakê bûn, gelekî jî bal dikişandin wan vîdeoyan, ew ji ku derketin, çima dawî li wan kurtevîdeoyan hat an jî dê dîsa rojekê berdewamîya wan bê gelo?
“A rast, ew skêçên min di serdema Lock-Downê de derketin. Yanî em dikarin bêjim, min ji acizî ew çêkirin. Ji bo tiştên wisa berdewam bikim jî wext û motivasyon lazim e. Lê niha tune ye. Ji aliyê aborî tu fêda wan vîdeoyan li min tune ne. Û ji bo ez her hefte wan vîdeoyan çêkim pir wextê min lê diçû lewra ez bi tenê me. Yanî, ez naverokê dinivîsim, li ser karakter dixebitim. Kostum, qeyd kirin û pevbestin filan bêvan ne hêsan bûn. Ya herî dijwar jî nivîsandina wan e. Divê rexneyan bike, bes kesî neêşîne, birîndar neke.”