Min bi Xêra Edebîyatê ji Tirkî Hez Kir û Zimanê Xwe yê Zikmakî jî Keşf Kir

Vecdi Erbay

Piştî 12yê Îlonê du salan, derfet çêbû ku ez cara ewil rastî metneka kurdî hatim. Hema bibêje, ev daxuyanîyeka nîvrûpel bû ku bi daktîloyê hatibû nivîsîn û zêdekirin. Hemî daxuyanî mirovî kelecan dikin lê ji ber ku ev daxuyanî bi kurdî bû kelecanîya wê zêdetir bû. Aniha tê bîra min ku ji ber herfên X, W û Qyê min di xwendinê da zehmetî didît. Tiştekî ecêb bû ku ez metneka bi zimanê xwe bixwînim. Mesela, navê helbestkar Cegerxwîn wekî efsaneyekê belav bûbû lê çi kesê helbesteka wî jî nexwendibû. Îhtîmaleka mezin ew risteyên ku ji ber dihatin xwendin jî ji hin kes din hatibûn bihîstin. Aniha, ne mimkun e ku mirov bizane ew riste aîdê Cegerxwîn bûn an na.

Min, peyvên tirkî cara ewil ji bavê xwe bihistibûn. Ji ber ku, bavê min memûr bû û dixwest zarokên wî tirkî fêr bibin. Lêbelê rasthatina min ya ewil bo tirkî, li dibistana seretayî, di pola yekem da çêbû ku wê salê kurdî teqez qedexe bû. Hevalê min yê li kêleka min ji ber ku tirkî nizanibû, nekarîbû destûrê bixwaze û biçe tuwaletê. Hima li cihê xwe bi xwe ve dimîze û şirkên wê heta maseya mamosteyî/ê herikibûn. Tekane otorîteya polê, mamoste têra xwe hêrs bûbû. Dema ku zengila tenefusê lêxistibû xwendekar bi bezê ber bi tuwaletê ve çûn û keyfa wan hatibû. Hem mamosteyî li wî hevalê me heytandibû hem jî rastî zordarîya hemsalên xwe hatibû.

Ez bawer im ew sal bû wexta min dest bi dibistana navîn kirî. Li îstasyona trenê, wexta li rawestgeha trenê em li benda trenê bûn, me sê hevalan serserîtî dikirin. Min kurdî nîşanî wan dida, wan jî xeberên bi erebî nîşanî min didan. Belê, ew bajarokê ku em pêkve lê dijîyan li ser sînorê Surîyeyê bû û hema bibêje nivîya wî bajarokî erebên mêrdînî bûn. Bajarokekî kurdan bû ji ber hindê jî kurdî zimanê serdest bû. Lêbelê, li wî bajarokî her kesî dikarî bi du zimanan biaxive. Ji bo fêrbûna zimanê erebî, min jî ji fêrbûna xeberên erebî dest pê dikir. Ew dem, demên herî xweş yên serserîtîyê bûn û înzîbadên şibî gayan li kolanên bajarokî digerîyan. 

Ew înzîbadên ku ji bo bêhnvedanê hatibûn salona rawestgehê, ji wextekî şûnda ji me û ji zimanê me aciz bûn û gotin “Türkçe konuşun” (bi tirkî biaxivin). Em tirkî ‘fêr bûbûn’, me dikarî biaxivin, lê em ne li nav sînorên mektebê bûn. Li mal û kolanan em bi kurdî an jî bi erebî diaxivîn. Ma em çima niha bi tirkî biaxivin.

Min şimaqeka têra xwe bi hêz xwar. Wê şimaqê ez gêş kiribûm û sîrên ketibû guhê min. Kesê ku herî zêde îtîraz dikir ez bûm û ez bûm yê ku xwe ji nêrînên wan yên tehdîtkar û dengê wan nedida paş. Rasthatina min ya duyem bo tirkî bi vê şimaqa bihêz çêbû.

Rasthina min ya sêyem bo tirkî bi xêra edebîyatê çêbû. Salên min yên lîseyê ji xebitîna dersan zêdetir bi xwendina helbest, çîrok, û romanan derbas bû. Ji bilî xwendinê, eynî van salan ceribînên min yên ewil ji bo nivîsîna çîrok an jî helbestan çêbûn. Hewesa nivîsînê ez ber bi rêwitîya keşfa xweşî û zerafeta zimanî ve birim. Ev rêwîtîya ku min ji bo keşfa xweşî û zerafeta tirkî kirî, muhemelen bû asteng ez zimanê fransî fêr nebim ku fransî wekî zimanê bîyanî dihat fêrkirin. Carna ez bibêjim “Xwezî min Rimbaud bi fransî xwendibûya” jî, ew hezkirina min ya ji bo tirkî ku ne zimanê min yê zikmakî ye, rê li ber wê xwezîya min digire. Ji ber wê hezkirina min ya ji bo tirkî, ew keşfa xweşî û zerafeta zimanê tirkî hêj jî berdewam e. Bêyî ku ez wê şimaqa bêqaqiline û neheq ji bîr bikim…

Li bajarokê ku ez lê hatime dinê û lê mezin bûme, axaftina kurdî li mal û kolanan hetta li tenefusan jî tiştekî asayî/edetî bû. Axaftina kurdî ya di navbera du kurdan da dibû tiştekî derasayî. Bi tabîreka herî sivik, jixwe eyb bû, dema ku kurdek ligel dayka xwe bi tirkî diaxivî. Paşî derbeya 12yê îlonê çêbû û li korîdorên mekteban lewhayên “Türkçe dışında başka bir dille konuşmak yasaktır” (ji bilî tirkî, axaftina zimanekî din qedexe ye) hatin daliqandin. Di wî emrê xwe da ez jî bi tesedifî ketibûm nav polîtîkayê û min dizanî ka ev lewhe têne çi wateyê. Nexwe, dem ew dem bû ku em li ser axaftina kurdî bi israr bin. Helbet divê xwendinên me yên edebî û ceribandinên me yên ewil ên nivîsîna çîrokan bi tirkî bûna. Ji ber ku heta wê rojê ez rastî berhemeka kurdî nehatibûm. 

Piştî 12yê Îlonê du salan, derfet çêbû ku ez cara ewil rastî metneka kurdî hatim. Hema bibêje, ev daxuyanîyeka nîvrûpel bû ku bi daktîloyê hatibû nivîsîn û zêdekirin. Hemî daxuyanî mirovî kelecan dikin lê ji ber ku ev daxuyanî bi kurdî bû kelecanîya wê zêdetir bû. Aniha tê bîra min ku ji ber herfên X, W û Qyê min di xwendinê da zehmetî didît. Tiştekî ecêb bû ku ez metneka bi zimanê xwe bixwînim. Mesela, navê helbestkar Cegerxwîn wekî efsaneyekê belav bûbû lê çi kesê helbesteka wî jî nexwendibû. Îhtîmaleka mezin ew risteyên ku ji ber dihatin xwendin jî ji hin kes din hatibûn bihîstin. Aniha, ne mimkun e ku mirov bizane ew riste aîdê Cegerxwîn bûn an na.

Ev bîranînên ku min nivîsîne hemî yên zarokatî û ciwanîya min in. Min li jorê gotibû bi xêra edebîyatê hezkirina min bo tirkî çêbûbû. Lêbelê rasthatinên min yên biêş hêj neqedîyabûn. 

Sala 1997an kitêba min ya ewil ya helbestan “Kuşkular Zamanı” çap bû. Ji bo ku ez malbata xwe jî bikim şirîkê kelecan, bextewarî û şanazîya xwe, min kitêba xwe ji Stenbolê, bi rêya posteyê şande bajarokê ku ez lê hatime dinê. Helbet keyfa wan gelek hatibû. Paşî vê detaya “biçûk” xwîşk û birayên min ji min ra dibêjin: Babê min, her risteya helbestên min bo dayka min werdigêre û dixwîne. Şik û gumana min heye ka babê min çiqas baş wergêra wan risteyan kiribû. Ji ber ku tirkîya babê min çi caran têra hindê nedikir ku helbestên min wergerîne. Gelo dayka min, helbestên min çiqas fêm kirin? Qet. 

Di zarokatîya min da, dayka min çîrokên gelek xweş digotin. Ez her tim dibêjim heke demareka min ya nivîskarîyê hebe, ew ji dayka min hatîye min. Min gelek dixwest li ser nivîsên xwe, ligel dayka xwe biaxivim. Lêbelê ev ne mimkun e, ji ber ku herçiqas dayka min çend peyvan fêm bike û biaxive jî nizane peyveka tirkî binivîsîne û bixwîne.

Ne mimkun e bibêjim ka zilmeka çawa ye ku dayka min nizane nivîsên min bixwîne. Êşa wê şimaqa ku min di zarokatîya xwe da xwaribû li ber vê zilma giran ne tiştek e.

Li Tirkîyeyê, ji ber zimanî tiştên ku bi serê kurdan hatine nayêne zanîn û ya rast têne piştguhkirin. Bi sedan sal e ev rewş neguherîye. Têkoşîna kurdan a ji bo zimanî, ji “Yaşayan Diller ve Lehçeler” (Ziman û Zaraveyên Zindî) wêdetir neçûye ku AKPyê ev wekî lutfekê pêşkêş kirîye. 

Wekî tê zanîn di bin vî serenavî da, li mekteban, dersa zimanê kurdî wekî dersa bijarte tê dayîn. Halbukî dersa bijarte ya kurdî, esasen divê ji bo wan kesan bibûya derfetekî baş yên ku ne kurd in. Ji ber ku yên ne kurd jî, eynî wekî kurdan divê zimanê cîranê xwe bizanin. “Zimanê xwe wekî dersa bijarte bibîne” ev ferzkirina li ser kurdan heqaret e û berdewamkirina polîtîkayên asîmîlasyonê ne.

Min, hewla babê xwe ya fêrkirina tirkî û şik û gumanên wî piştî çend salan fêm kir û zanî. Ev şik û gumanên wî polîtîk û ekonomîk bûn. Ji bo silametîya polîtîk û ekonomîk ya zarokên xwe, babê min bêyî ku bizane, bi awayekî “xwebexş” bûbû şirîkê polîtîkayên asîmîlasyona dewleta tirkî. Gelek kesên ku ji bo kurdî îşkence dîtine û li girtîgehan mane îro di nav nakokîyan da ne û ev jî dişibe wê nakokîyê. Karekî baş û pêşerojeka rehet tê wateya qebûlkirina asîmîlasyon û devjêberdana kurdî.

Ev hemî ji ber vê yekê hatin bîra min: Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) sala 1999an 21ê Sibatê wekî “Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê” qebûl dike. “21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê” cara ewil sala 2000an, li temamîya cîhanê bi mebesta piştgirîya jîyaneka pirzimanî û pirçandî hat pîrozkirin.  

21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê xwe dispêre dîrokeka xwînrêj. Bangledaş di bin hikumranîya Pakîstanê da bû, xelkê wê dest bi pêvajoya lêxwedîderketina zimanê xwe dikin û gelek xwendekarên zanîngehê di wê pêvajoyê da dimirin ku di encamê da rê li ber azadîya Bangledaşê vekir. Ji ber vê yekê jî xelkê Bangledaşê li ber gora “Şehid Minar” kom dibe û bi dilekî kul Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê pîroz dike.

UNESCO û zimanzan dibêjin ku divê zarokek herî kêm bi sê zimanan perwerdeyê bibîne. Ji van zimanan yek divê zimanê zikmakî, yê din zimanê wî welatî û yê din jî divê ew zimanê wekî zimanê cîhanê tê qebûlkirin, ingilîz be. Erê gelek baş e, lê li Tirkîyeyê meseleya yekperestîyê di her qadê da heye. Rewşa kurdî jî jixwe dîyar e, dewlet çiqas bixwaze û destûr bide ew e. Bo nimûne, lîstikên kurdî ji alîyê qeymeqamên xwe bi qîmet dibînin ve tê qedexekirin û gava raya giştî bertekan nîşanî van qedexeyan dide li ser daxwaza Wezîrê Karûbarên Hundurîn qedexe tê rakirin. 

Wisa dixuye ku namzetên serokatîya şaredarîyan yên îktîdarê xwe bi gotina “ser sera ser çava” ve girê daye. Bêyî ku derbarê mafê perwerdeyê da tiştekî bibêjin. Ji ber vê yekê jî gotina “ser sera ser çava” qet li wan nayê. Ji alîyê din hema baş e ku mesele di vê merheleyê da ye: Êdî ew wext çû ku kurd “bawerîya” xwe bi wan bînin.

Dê roj bê, ew kesên difikirin ku kurdî tenê ji wê gotinê pêk tê dê ji xwe şerim bikin.

Nizanim hewce dike ku vê jî li gotinên xwe zêde bikim an na: Heke mirovî hemî xweşî û zerafeta zimanekî keşf kir êdî mirov mereqa hemî zimanan dike û jê hez dike. Tirkîya ku bi darê zorê bi min dane fêrkirin, min bi xêra edebîyatê ew ziman hez kir û min zimanê xwe yê zikmakî keşf kir. Bi xêra vê yekê min berhevokek amade kir ku li ser zimanê min yê zikmakî û pirsgirêkên wê hûr dibe. Ma kî dizane belkî ez jî wekî Burhan Sönmez kitêbekê bi zimanê xwe yê zikmakî binivîsim.

Bêyî ku ez dirêj bikim: Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafê herî rewa yê mirovî ye û divê ev maf li hemî platforman bê parastin.

Bila 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê ji bo kurdan jî pîroz be ku zimanê wan di bin qedexeyên giran û heqeratan da li ber xwe dide.

Wergêra ji tirkî: Engin Ölmez

*Ev nivîs ji malpera gazeteduvaRê hatîye wergirtin.