Qedrê Qelemê

https://open.spotify.com/episode/0npBq1ZT6SwGEOZJuRD1xf

Li welatê me qelembidestên xîretkêş ji mîr û mela û şêx û serok û rêberan mezintir in û berevajî berjewendîperestîya wan, ruhê hevgirtinê ji gotinên wan dinizile. Kî dikare bibêje Melayê Cizîrî ji Mîr Şerefê Sêyem, Xanî ji mîrên serdema xwe, Hacî ji mîrzadeyên dema xwe û Peşêw jî ji serokên partîyên niha ne mezintir e?

***

Ji dema ku Hacî Qadir jê ra gotîye “xezîneya gewher û kîsê diravan” û Celadet Bedirxan jî xwedîyê wê wek rêberê “dîyaneta me ya milî” ragihandîye [1], ji bo mirovên vî zemanî Mem û Zîna Xanî bûye besmeleya her gotineke destpêkî ku li ser çand û edebîyata kurdî tê nivîsîn û ruhê dîbaceya wî bûye hevîrtirşê gelek deqên edebîyata me ya hevçerx ku îro em bi wan serbilind in. Ew jî ji kemala kerema xwe tu car me destvala venagerîne û çend gewherên xwe yên giranbuha dîyarîyî dil û hişên me yên birçî dike.

Belê, cara pêşî Xanî, mijara “qedrê qelemê” di edebîyata me da tîne rojevê û rê li ber me vedike ku em li ser hunerên qelemê û xwedî û parêzvanên wê bifikirin. Baş e, qelem çi dike ku divê qedrê wê bê zanîn û çima dibe şayanê qedirgirtinê?

Xanî ji nav hunerên curbicur ên qelemê li çend cihên Mem û Zînê behsa rola wê ya “vejandin”ê dike [2]. Lewra ew bi xwe bi Mem û Zînê hinek fesaneyên “Bohtan” û hinek “behane û buhtan”ên serdema xwe tîne nik hev [3] û di kesayetîya Mem û Zînê da hem destaneke kevin a kurdewarî vedijîne hem ruhê serdema xwe bi goşt û hestî dike û hem jî şax diavêje paşerojê û bi me ra diaxive.

Ji mînakên curbicur ên deqên edebî, dema mirov bala xwe dide rola qelemê dibîne ku qelem Îsa-nefes e, tiştên mirî vedijîne, mirîyan ji gorê radike û wan bi hest û hizirên wan ve li ber me datîne. Qelem pirek e, me dibe raborîyê û mirovên berê tîne dema niha. Qelem parêzvanê hebûna nasnameya her gelekî ye, wan ji ber bayên feleka xedar rizgar dike û ji wan ra dibe wargeh û keleha emanê.

Bêguman qelem van hunerên xwe bi rêya ziman û edebîyatê cihbicih dike ku ev her du cot mala neteweyan pêk tînin. Ji vî alîyî ve çawa perestgeh, sînagog, dêr û mizgeft malên Xwedê ne, wî bi bîr tînin û hertim gotinên wî di hiş û dilên bawermandan da zindî dikin; qelem jî bi pêkanîna deqên edebî, deng û rengên neteweyan tomar dike û wan ji bo nifşên paşerojê vediguhêze. Ji vî alîyî ve çawa ku sur bajaran, keleh desthilatdaran, artêş dewletan diparêzin qelem jî ziman edebîyatan diparêze.

Ji ber vê rola qelemê Hacî Qadirê mezin, di sedsala netewesazîyê da dema li mala wêran a ziman û edebîyata kurdî dinêre, bi hêrs û kerb berê xwe dide mela, mîr û padîşahên kurd ên berê û dibêje “Eger we bi zimanê xwe yê kurdî binivîsanda / Dê heta mehşerê navûnîşanên we bimaya” [4]. Lewra herwekî etno-sembolîst jî bi giringî li ser disekinin tomarên dîrokî yên ziman û edebîyatên etnîk ji bo afirandina gîyanê neteweyî yên serdemî dibin hêz û enerjî û di rewşa nebûn yan windabûna wan da gurzeke giran li bizava vejînê dikeve.

Ji ber van sedemên giring û jîyanî gelek asayî ye ku gotina “qedir” û “qelem”ê bên cem hev û xêrdîtîyên qelemê serên xwe li ber qencîya qelemê bitewînin. Lewra qelem xizmeta kê bike divê ew berî her kesî qedrê wê bizanin. Di serdemên pêşmodern da perestgeh û ruhanî, seray û padîşah, qesir û paşa, tekya û şêx û di serdema modern da jî netewe û dewlet, îdeolojî û îdeolog, partî û serok hem xêr ji qelemê dibînin hem jî dibin qedirzanên (hamî-parêzvan-patron) wê.

Mixabin li hember neteweyên derûcîran, qedirzanên qelema kurdî ji berê ve kêm bûne û bi hêz û desthilata xwe nebûne dalde û stara qelema me. Ji ber vê qelembidestên me wek zarokên sêwî hertim hest bi nebûna bavekî parêzvan dikin. Ji berê ve ji dil dixwazin ku “cîhanpenahek” ji nav me rabe û ji qelema me ra bibe starek. Ji bo ku xîretekê çê bikin hinek ji wan carinan “înna fetehna”yê ji mîrên xwe yên biçûk û xemsar ra dixwînin, lê fethên wan heta ber derîyê kelehên pismanên wan hêz û xîret dide wan û piştî demekê pismanên neyar li paytextên xerîban dibin mûçexurên nekesan û destê xwe li ber wan vedikin.

Tevî vê rewşa bêzarker qelema me bi tevahî jî bê xwedî nemaye. Hejmara wan kêm be jî, hin qelembidestên xîretkêş ên edebîyata kurdî dest ji vê karê xwe yê bala bernadin. Loma jî di şevên zulmat û deryayê da rêya xwe winda nakin û dibin “şebçirax”ên peyva kurdî. Ji ber rûnedan û xemsarîya “Mîrza”yên xwehebîn dest ji qelema xwe nakêşin û bê hîmeta wan jî “alaya kelamê mewzûn” bilind dikin. Ji bo ku piştî her şikestinê careke din hêvîyê vejînin dest diavêjin xencera wan a zingargirtî û bi wan karbetalan serê qelama xwe tûj dikin.

Ji ber vê jî li welatê me qelembidestên xîretkêş ji mîr û mela û şêx û serok û rêberan mezintir in û berevajî berjewendîperestîya wan, ruhê hevgirtinê ji gotinên wan dinizile. Kî dikare bibêje Melayê Cizîrî ji Mîr Şerefê Sêyem, Xanî ji mîrên serdema xwe, Hacî ji mîrzadeyên dema xwe û Peşêw jî ji serokên partîyên niha ne mezintir e?

Mixabin li meydana sîyaseta welatê me her seyîstîya hespên xelkê tê kirin û nayê bîra kesî ku ji qelema kurdî ra sî û starek çê bikin. Ji ber vê qelembidestên kurdî divê li ser rola xwe ya pêşeng berdewam bin, parastina mala çand, edebîyat û zimanê kurdî bi destê seyîsên bêkêr ve bernedin û berî her kesî ew bi xwe qedrê qelema xwe bizanin. Ji xwe tu car ev doz ji bo van “mezin”ên korfam nebûye êş û xem.

Bi min, roj hatîye ku êdî xwedîyên malê yanî civaka sivîl bi xwe, bi hemû xwenda, qelembidest û kom û komeleyên xwe ve, xwe bidin ber barê parastin û pêşvebirina ziman û edebîyata kurdî û li ser çêkirina rêyên nû bixebitin. Kî dizane belkî jî herwek efsaneya sîmirî gewhera ku em lê digerin li cem me ye û belkî jî piştî wê gava pêşî bi qewlê Xanî “Şîrê hunera me bête danîn / Qedrê qelema me bête zanîn”.

Têbînî:

[1] Celadet Bedirxan dibêje “pêxember” min piçek nermijand.

[2] Nexmê we ji perdeyê derînim / Zînê û Memê ji nû vejînim.

[3] Hindek ji fesaneyê di Bohtan / Hindek di behanehên di botan.

[4] Be kurdî ger binûsraye zubanî / Heta mehşer dema naw û nîşanî.

***

Şîrove bike