Însan, di malzaroka dayika xwe da tenê ye û di qebra tarî da jî tenê ye. Ev cure tenêbûn, ji mecbûrî ne lê dema di nav jiyana rojane da û di qerebalixa însanan da mirov tenêbûna qebrê bikişîne ev rewş, mirov aciz û xemgîn dike.
***
Di helbesta kurdî ya nû da mijara tenêtîyê, mijareke sereke ye ku helbestvanan gelek caran behsa wê kirine. Tenêtîya fîzîkî, tenêtîya ruhî, tenêtîya xerîbîyê, tenêtîya sirgûnîyê hwd çend cureyên tenêtîyê ne. Du keybanûyên helbesta kurdî Gulîzer û Fatma Savciyê, mijara tenêtîyê bi metaforên kul û keser, xemgînî, acizî, diltengî û bêhntengîyê anîne ziman.
Însan, di malzaroka dayika xwe da tenê ye û di qebra tarî da jî tenê ye. Ev cure tenêbûn, ji mecbûrî ne lê dema di nav jiyana rojane da û di qerebalixa însanan da mirov tenêbûna qebrê bikişîne ev rewş, mirov aciz û xemgîn dike. Tenêtî jî bi îmajên sar, tarî, tengî, girî, di nav çîroksazîya helbestê da ji xwe ra cih dibîne û helbestê ji alîyê maneyê ve dermale dike. Xwîner, bi saya vê dermalekirinê hîn hêsantir dikeve atmosfera ku helbest pê hatîye sazkirin. [1]
Tenêtî, cewhera îlhama helbestvanan e. Gelek helbest di bin barana îlhama tenêtîyê da hatine nivîsîn. Tenêtî carinan serbixwe di helbestê da wek mijareke bingehîn jî derdikeve pêşberî mirov. Di helbesta klasîk a gelerî û a modern da helbestvanan ji vê mijarê zehf sûd wergirtine. Di helbesta kurdî ya nû da jî helbestvanan ev mijara sereke gelekî bi kar anîne. Em binêrin di risteyên jêrî da Gulîzer û Fatma Savciyê ev mijara ku kanîya îlhamê ye, bi çi awayî bi kar anîne?
Tenêtî wek îmajeke derûnî di helbestên Gulîzerê da berceste dibe. Belê ew di nav civakekê da, di nav malbatekê da ye lê xwe tenê hîs dike. Tenêbûna herî xedar tenêbûna derûnî ye. Hebûna kesan ji bo kesê ku xwe tenê hîs dike tiştekî îfade nake. Gulên helbesta Gulîzerê, li ber çeman tî ne. Li gor Gulîzerê ji laşê jinekê eşîrek ji qîz û lawan rast bibe jî dikare tenêtîya ruhê wê bakîre be.
“gul wek sêwiya li ber çeman hîna jî tî ye
kî bêçilmisandin ji bendemayinê filitiye” [2]
Mirov tî dibe lê tîbûna gulê, dîmeneke xeyalî ye. Ji alîyê tîbûnê ve hêmana ku bihêz e nehatîye gotin, lewra di vê gotinê da îstiareya girtî heye. Dîsa hunera teşxîsê hevaltî bi îstiareyê ra kirîye. Gula tî, bi sêwîyên ber çeman ve hatîye şibandin. Ev şibandin, ne şibandineke jirêzê ye. Sêwî, di berhemên devkî yên kelepora kurdî da her tim çavbirçî tên nîşandan. Di van risteyan da jî gul, li ber çem e lê dîsa jî tî ye û çilmisîye. Gulîzerê, çilmisandina gulê bi ezabê tenêtîyê ve girê daye.
“ji qîz û lawan eşîrekê rast kirin ji laşê min
lê tu car dest nedan keçbûna tenêtiya ruhê min “ [3]
Ev îmaj ji alîyê dramatîzekirina tenêbûnîya ruhî ve îmajeke kûrwate ye. Ji laşê mirov eşîrek jî zêde bibe eger evîn di navbera mêr û jinê da tunebe ew jina ku eşîrek ji laşê wê sadir bûye tevlî keçikbûna ruhê xwe, bi tenê ye. Jinek bi vî rengî di nava tenêtîya keçkanîya ruhê xwe da digevize. Hunera îstiareyê, rê li îmajeke nûwaze vekirîye.
Gulîzerê îmaja tenêtîyê bi mecaz, teşbîh, îstîare, teşxîs û întaqan saz dike û bi îmaja bendemayînê di xeyalxaneya xwîneran da tenêtîyê bi awayekî melankolîk dramatîze dike. Tenêbûn di helbesta Gulîzerê da ji yek îmajên karîger e. Di gelek helbestên wê de kul û keserên jinan bi awayekî zelal xwe nîşan didin. Tenêtî ji van kul û keseran ra rêhavaltîyeke dilsoz dike.
Fatma Savciyê, di helbestên xwe da -hejmara wan kêm be jî- cih daye îmajên tenêtîyê. Îmajên tenêtîyê bi hunerên teşxîs, îstîare û mecazan saz kirîye. Tenêtîya mirovan bi sembolan anîye ziman. Ev sembol helbesta Savciyê ji alîyê îmajan ve bi hêz dike.
“ma ne keça çiyayekî
cêwiya çemekî bû
niha bi sahrayekê tî
bi her bahozê re belav
qonaxa wê ya dawî qesra tenêbûnê bû” [4]
“Keça çiya”, “cêwiya çem” du îmajên bi hunera teşxîsê hatine sazkrin. Çiya û çem du hêmanên siruştê ne û di van risteyan da xusûsîyetên mirovan hilgirtine. Çîya sembola serhildanê ye, çem ji ber ku her tim diherike nîşaneya çalakîyê ye. Kesa ku helbestvan behsa wê dike tevlî vî ruhê xwe yê çalak û serhildêr di qonaxa dawî da ji “qesra tenêbûnê” ra dibe mêvan. “Qesra tenêbûnê” îmajeke bimecaz e, alîyê tenêbûnê yê biewle û mureffeh û dîmena tenêtîyeke fîzîkî û derûnî şênber dike. Dibe ku Fatma Savciyê, bi berdevkîya vê îmajê kurteya jîyana xwe pêşkêş kiribe.
“tenê dilê wê yê yaqûdî li bajarekî tenha
neqşik bi neqşik
xwe bi darve vedike” [5]
“Dilê yaqûdî” îmajeke bimecaz e, qîmeta dil nîşan dide. Ku dilekî yaqûdî xwe li bajarekî nexşik nexşik bi dar veke, tê maneya ku qîmeta vî dilî nehatîye fêmkirin. Darvekirin di vê îmajê da bi du maneyan hatîye bikaranîn. Maneya yekem xwe daliqandin ango întîhar e. Maneya duyemîn bidarvekirina morîkan e. Lewra kevirê yaqûd ji bo zînetê jinan jî pir bi qîmet e. Gotina “bajarekî tenha” tûala vê îmajê bi derûnîya tenêtîyê neqişandîye.
“xencera ku birin bi sorahiyê neqişandî
di kalanê bêdengiyê de riziya ye niha” [6]
Xencer amûreke kuştin û birîndarkirinê ye. Ev karê qirêj bi bêjeya neqişandinê hatîye bilêvkirin û dijberîyek derketîye holê. Esas di van risteyên jorê da îmaja “xencer di kalanê bêdengîyê da rizîya” vegotineke sihêm e. “kalanê bêdengîyê” ji bo terîfkirina tenêtîyê îmajeke afirêner e.
Fatma Savci, îmajên tenêtîyê kêm bi kar tîne. Savci, tenêtîyê wek rewşeke şerm şîrove dike. Îmajên Savciyê yên tenêtîyê bi giştî bi gotinên mecazî saz bûne. Vegêrana sembolik, taybetmendîya îmajên Fatma Savciyê ne.
Çavkanî:
[1] Roger ACUN, Îmaj di helbesta Kurdî ya Modern da, J&J, Çapa Duyem, Ankara, 2023, r. 154.
[2] Gulîzer, Keziyên Jinebî, Avesta, Stenbol, 2006, r. 43.
[3] Gulîzer, Bûka Baranê, Avesta, Stenbol, 2009, r. 31.
[4] Fatma Savci, Dotmara Lal, Avesta, Stenbol, 2014, r. 25.
[5] Fatma Savci, h. b., r. 45.
[6] Fatma Savci, h. b., r. 55.