Magnezyûm

Magnezyûm bo têkbirina stresê; başbûna aciziya masûlkan, qebizbûnê, serêşê û êşên girêdayî tansiyonê û tansiyona xwînê; pêşîlêgirtina hin pirsgirêkên dil, kevirên gurçikê, di dema ducaniyê de bo pêşîlêgirtina krampan û jidayikbûna pêşwext û giliyên menstrualê pir bi bandor e.

***

Magnezyûm ji bo fonksiyonên laşî, mîneraleke pir girîng e. Ji aliyê pirbûnê ve jî di nava mîneralan de, di rêza 4an da ye. Lê laş, bi serê xwe nikare Magnezyûmê hilberîne. Lewma divê bi xwarin û vexwarinan û heta li gorî hewcedariyê wekî saplement jî bê wergirtin. Magnezyûm, ji hilberîna enerjiyê bigirin heta balansa tansiyona xwînê; ji çareserkirina pirsgirêkên masûlkan bigrin, heta têkiliya noronan; ji parastina rîtma dil bigrin, heta hêzdayîna hestiyan ji 300î zêdetir peywiran tîne cih. Ji bo pêkanîna van fonksiyonan, pêdivî ye ku depoyên Magmezyûmê yên laşê me vala nebin û Magnezyûm birêkûpêk bê wergirtin. 

Gava depoyên Magnezyûmê yên laşê me kêm dibin çi diqewime ? 

Aciziyên wekî serêşê, êşa masûlkan, qramp û hwd. ji bo bertekên ewil yên laşê me dibine mînak. Wekî din em dikarin yek ji sedemên hin nexweşî û aciziyan kêmbûna Magnezyûmê nîşan bidin. Şekirê tîp2, nexweşiyên dil û mîgrenê bi kêmbûna Magnezyûmê re têkildar in. 

Gava mirovên mezin ji pêşniyarê kêmtir Magnezyûmê digirin, xetereya enfeksiyonê ji bo laşên xwe zêde dikin. Bi taybetî jî bi enfeksiyona tenduristiya dil, şekir û hin pençeşêran ve girêdayî ye.  Wekî din, kêmaniya Magnezyûmê ji bo osteoporozê (heliyana hestiyan) faktoreke xeternak e. Lêkolînên dawî nîşan didin ku xwarinên bi Magnezyûm û mîneralên din ve dewlemend, di pêşîgirtina hîpertansîyonê de dibine alîkar.

Ji %60ê Magnezyûma laşê me di hestî û diranan da ye; %39 di tevnên nerm de ye û ji %1ê  mayî jî di xwînê de digere. Magnezyûm di nava organan de, zêdetir di mejî û dil de cih digre. Ji ber ku ji %99 di deverên cûda de ye û tenê ji sedî yekê Magnezyûmê di xwînê de ye; taxlîla xwîne normal be jî nayê wê manê ku dê kêmasî di hestî, diran û tevnên nerm de tunebe. 

Kêmbûna Magnezyûmê ji ku diyar e?

Kêmbûna madê, gêjbûn, vereşîn, weşandina porê, qebizbûn, westiyan û qelsî nîşaneyên kêmbûna magnezyûmê ne. Heke kêmbûna Magnezyûmê di asteke xetere de be kramp dikeve masûlkeyan; rîtma dil xerab dibe; bêhêzî, kêmbûna baldariyê, tevliheviya derûnî, û fibromyaljî derdikeve holê. 

Pêdiviya kîjan kesan bi Magnezyûmê zêdetir heye?

Kesên werzîşên giran dikin, yên sergejiya karên wan zêde ye û zêde dixebitin, kesên xwarin û vexwarina bêpergal ji xwe re kirine edet, yên parêzeke nerast û kêmkalorî dişopînin, kesên dermanên birêkûpêk bi kar tînin hewcadarîya wan bi Magnezyûmê zêdetir e. 

Wergirtina Magnezyûmê ji bo çi gîring e?

Magnezyûm bo têkbirina stresê; başbûna aciziya masûlkan, qebizbûnê, serêşê û êşên girêdayî tansiyonê û tansiyona xwînê; pêşîlêgirtina hin pirsgirêkên dil, kevirên gurçikê, di dema ducaniyê de bo pêşîlêgirtina krampan û jidayikbûna pêşwext û giliyên menstrualê pir bi bandor e .

Magnezyûm antî-înflamatuareke xwezayî ye ji ber vê yekê, dema serêşek ,westandin û bêhêziyek li laşê mirovî giran bibe; di cihê bikaranîna parasetamolan de (hebên serêşê), ava mîneralan ya ji aliyê magnezyûmê ve dewlemend, gûz û qevdekî zebzeyên şîn dê bibin dermanên herî baş.

Xwarinên ji aliyê Magnezyûmê ve dewlemend em dikarin wiha rêz bikin: kaşû, behîv, fistiq, dendikê kundiran, mûz, avokado, reşik, ispenax, şîr, mast, fasûlî û kakao. Magnezyûm di nav zed, baqilkan û di masî yan de jî heye.

Bikaranîna Magnezyûmê wekî derman an jî saplement 

Bi derman û saplementan, zêdekirina Magnezyûma di laşê de, rêyeke baş e. Lêbelê, divê bê zanîn hemî saplement û dermanên Magnezyûmê ne xwedî kalîte ne. Her derman an jî saplementên Magnezyûmê jî li laşê me nayên. Li ser meselê Magnezyûm oksît, Magnezyûm hîdroksît, sulfat û fosfat ji ber ku di rûvîyan de dimînin û absorbe nabin feydeyê wan nînin. Lê ji ber ku bê feyde ne laş dixwaze bavêje û berê wan dide roviyan. Bi vî awayî qenciyeke nerasterast li qebizbûnê dikin. 

Magnezyûm sîtrat, glîsinat, taurat, malat û hwd. jî bi rehetî absorbe dibin. Ji van jî;

Magnezyûm Sîtrat: Ji bo aciziyên masûlkeyan, ji bo êşa masûlkan baş e û bi kêr qrampê tê û di heman demê de ji bo qebizîyê jî baş e.

Magnezyûm Glîsanat Ji bo şeşitîn û herimandina xewê, êşa mîgren û menstruasyonê, û bo başkirina anksîyeteyê tê bikaranîn.

Magnezyûm Malat: Di êş û hestiyariyê de, westiyana kronîk û kramp, û di pirsgirekên însulînê de, dema ku piştgirî ji bo hilberîna enerjiyê hewce dike bi bandor e. Bi taybetî di wan rewşan da yên ku hewcedariya enerjiyê zêde dibe, tê tercîhkirin.

Magnezyûm Taurat: Ji bo sererastkirina şekirê xwînê, balansa tansiyona xwînê, û parastina tenduristiya dil û di rewşa pirsgirêkên dil de bi kêr e.

Çavkanî

The role of magnesium in hypertension and cardiovascular disease,PMID: 22051430,PMCID: PMC8108907,DOI: 10.1111/j.1751-7176.2011.00538.x

Magnesium in disease prevention and overall health, PMID: 23674807PMCID: PMC3650510,DOI: 10.3945/an.112.003483Predicting and Testing Bioavailability of Magnesium Supplements, PMID: 31330811,PMCID: PMC6683096,DOI: 10.3390/nu11071663

Şîrove bike