Şaredarî, bi awayekî klasîk êdî ne ew şaredarîyên berê ne. Jixwe ji bo kurdan ew hîn cudatir in. Vîna temsîla cihkî, hêza birêvebirinê û desthilata wî cihî ne. Loma divê li gorî taybetmendiyên deverî bi her xizmet û pêdiviyên cur bi cur ên wê derê bibilin, kêşeyan çareser bikin û daxwaziyên şêniyê deverê dabîn û bîter bikin.
***
Di wexta hilbijartinên cihkî de namzedên hevserokên şaredariyan ên DEM Partiyê der heqê ziman, çand û hunera kurdî de jî hin soz dan hilbijêran ku gava ew werin ser kar ew dê di van waran de gavên giring biavêjin. Yek ji wan soz û wehdan jî, mijara tabelayên bi kurdî bû û aşkera kiribûn dê ji ber vê yekê baca tabelayên bi kurdî kêm bikin.
Ev xala dawî piştî hilbijartinê bi xurtî hat rojevê û hin derdoran jî bi tundî êrîşî vê biryara hevserokên şaredariyên DEM Partiyê kir ku xwedêgiravî ew cudahîkeriyê dikin. Paşê tiştinên din jî qewimîn û hat angaştin xwedîgiravî alaya tirk ji cih hatiye rakin, sirûda neteweyî nehatiye xwendin û hin propagandaya reş ên li dijî şaredariyan hatin kirin.
Em bi niyet û armanca wan dizanin, ji ber ew alîgirên feraseta asîmîleker û statukoparêz in, çavê wan bi tu tiştekî kurdan bar nade, loma ew wan ji xwe re dikin behane û wisan dikin qarewar. A bi wan nexweş û jê ne razî ne, çalakî û xizmetên bi kurdî ya ji hêla van şaredariyan ve ye, îcar a di dilê xwe de bi aşkerayî nadin der, lê tiştên din ji xwe re dikin mertal û welê dest bi êrîşan dikin.
Em wan bi ya wan bihêlin û bên ser mijara xwe ya hîmî. Şaredarî, xizmet û çalakiyên dikevin nav sînor û berpirsiyên wan jixwe tên zanîn, ji lew re em dê behsa wan nekin. Em dê balê bikişînin ser şaredariyên gel, ew ên ji hêla tevgera siyasî ya sereke ya gelê kurd ve dihatin birêvebirin û pratîkên wan ên berê bê çawan wan rengê xwe dida rûçikê bajar, bajarok û beldeyan û bê çawan ew hêdî hêdî li esilê xwe, li nasnameya xwe ya rasteqîn vedigeriyan. Wan şaredariya ne tenê mora xwe li çalakî û xizmetên xwe dixist, her wisan li bajêr jî dida.
Gava mirov hîn ji derve diket nav bajêr bi vê guherînê dihisiya û pê derdixist ku desthilateke cuda ya şaredariyan li vir heye. Bi nivîsarên kurdî yên li ser tabela û bîlboardan, pankart û afîşên bi kurdî, bajêr xwe û nasnameya xwe dida nîşandan. Dîsan bi çalakiyên çandî û hunerî yên mîna konser, şano û mîhrîcanan hewaya bajêr û deverê diguherandin. Jixwe bi xizmet û xebatên xwe yên di bin banê şaredariyan de mîna Şanoya Bajêr, konservatuwar, sînema, dayîngeh (kreş) û xizmetên pirziman wekî tabelayên pirziman ên yekeyên îdarî yên şaredariyan, çalakiyên xuyabarkirina zimanê kurdî, handana axiftina bi kurdî, nivîsarên kurdî yên li ser cih û mekanan, danîna navên kurdî yên li park, bîrdarî û kolanan û yên wekî wan hîkariyeke din a erênî li şêniyên bajêr dikir. Psîkolojiya ji ber qedexebûn, pest û pêkutiya li ser nasname û rastiya gel çêbûye, têk dişikand. Eger bi kurtî bê gotin, sepanên berê yên li ser gelê kurd dihatin meşandin berevajî dibûn, rastî û heqîqetê serê xwe hildida, bi xwe ve dihat, li xwe dibû xwedî û xwebûna gel tevî hemû nirxên wî xuyabar dibûn, bihara kurdî û çanda kurdî dest pê dikir. Li aliyekê siyaseta red, înkar û asîmîlasyonê û li aliyê din têkoşîna li dijî vê polîtîkayê, ya xwedîbûna li xwe hebû.
Şikandina wê hest û ramanê, ya ku divê li sazî û daîrên dewletê tenê bi tirkî bê peyivandin, bi mirovan re fikira azadbûna zimanê wan çêdikir. Dibû sedema baweriya bi xwe û vegera li rastiya xwe.
Mesela ez ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bibêjim, ku di sala 2016’an de ez çend mehan lê xebitîm û piştî hatina qeyûm ez jî wekî gelek kesan ji kar hatim avêtin. Ev tiştên me li jorê gotin, berî me dest pê hatibû kirin. Wek mînak, di sala 2011’an de komxebatên ji bo termên bi kurdî yên îdarî û beşên di bin banê şaredariyê de hatin lidarxistin û ez jî yek ji wan beşdaran bûm. Tabela bi kurdî û tirkî dihat amadekirin. Li hêla din berhemên bi kurdî jî ji hêla şaredariyê ve dihatin çapkirin ku ew bi piranî li ser dîrok, çand, xwarinên bajêr, muzîk û dengbêjiyê bûn. Wexta min bi qasî heft mehan lê kar kir, min bi xwe nêzî deh berhemên kurdî wek edîtor û redaktor amede kirin û ew hatin weşandin. Çend ji wan ji bo materyalên konservatuwarê bûn. Mîna Alfabeya Muzîkê 1, Bi Çalakiyan Fêrî Muzîkê Dibim 1, Stranên Kurdî 1 û Stranbêjî û Çanda Dengbêjiyê 1.
Hem ji ber derfetên şaredariyan hem jî ji ber ew îdareyên cihkî ne, tesîra wan gelek zêde ye. Ew zêdetir dikarin xwe bigihînin girseya armanckirî û bergeha xebat û xizmetên xwe berfirehtir bikin. Loma bendewariya ji wan zêde ye û berevajîkirina feraset û têgihîştinên şaş jî ji wan tê hêvîkirin.
Xaleke din a giring a hez dikim jê behs bikim, mijara termên îdarî yên bi kurdî ne. Gelek şaredariyan wê demê jî dest bi nivîsarên duzimanî ya tabelayan û hwd. kiribû. Lê ji ber ew xebat bi awayekî navendî nedihatin meşandin, di warê ziman û rastnivîsînê de şaşiyên zêde beloq çêdibûn û di navbera wan de hevgiriyek li ser terman nebû. Bi ya min hewce ye ji niha ve DEM Partî û Desteya Birêvebirinên Cihkî der barê vê mijarê de hişyar bin û nehêlin da di van waran de çend serîtî çêbe û van xebatan bi awayekî navendî birêxistin bike.
Şaredarî, bi awayekî klasîk êdî ne ew şaredarîyên berê ne. Jixwe ji bo kurdan ew hîn cudatir in. Vîna temsîla cihkî, hêza birêvebirinê û desthilata wî cihî ne. Loma divê li gorî taybetmendiyên deverî bi her xizmet û pêdiviyên cur bi cur ên wê derê bibilin, kêşeyan çareser bikin û daxwaziyên şêniyê deverê dabîn û bîter bikin. Li aliyê din jî divê xebatên xwe bi hesasî bikin, bi berpirsiyane tev bigerin û tu behaneyan jî nedin destê xêrnexwazan ku çavên wan li ser biryar û kirinên wan in, di kozik û kêmînan de ji niha ve destên xwe di hev didin da tiştek bê serê wan.
Wek gotina dawî, hewce ye ew li dijî her tiştî hişyar bin, konsantrasyona xwe bidin ser kar û berpirsiyên xwe yên hîmî û pêwîstiyên gotina “em dê xwe jî û bajarê xwe jî bi rê ve bibin” bi her awayê bidin nîşandan. Ji lew re tiştê dest dike dê û bav nake.