Êrîşên Rûsyayê li ser Ûkraynayê – Gav bi gav

24/02/2022
10:00
BBC
Dengê teqînê li Kîevê

Şeş caran dengê teqînê ji paytextê Ûkraynayê, Kîevê hatiye

BBC
Balyozê Ûkraynayê: Li welatê min şer heye

Balyozê Ûkraynayê yê li Tirkiyeyê got “şer li welatê min hatiye dest pê kirin. Alîkarîya me bikin.

14:00
NATO: Şerê herê herî mezin ê sedsalê

Sekreterê giştî yê NATOyê Stoltenberg: ” Dê ev şer bibe şerê herî mezin ê sedsalê.”

BBC
7 sivil mirine

Hatiye ragihandin ku 7 welatîyên Ukraynayê mirine.

Reuters
Ji 40î zêdetir leşker mirine

Şêwirmendekê Zelenisky aşkere kiriye ku heta niha ji 40î zêdetir leşkerên Ukraynayê mirine.

Gulsum Khalilova/ Twitter
8 mêr 10 jin 18 kes mirin

Di encama êrîşa Rûsyayê ya li yekîneya leşkerî ya li herêma Odessayê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane. 8 mêr û 10 jin.

Gulsum Khalilova/ Twitter
3 helîkopterên Rûsyayê êxistine xwarê

Parastina hewayî ya Ukraynayê 3 helîkopterên Rûsyayê li nêzî balafirgeha Gostomelê êxistine xwarê.

15:00
BBC
Boris Johnson: Pûtin li parzemîna me ya Ewropayê şer da destpêkirin

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson gotiye: “Serokê Rûsyayê Pûtîn li parzemîna me ya Ewropayê şer da destpêkirin.”

15:00
BBC
Sekreterê Giştî yê NATOyê: Zêdeyî 100 balafirên şer di teyaqûzê de ne

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihandiye ku piştî operasyona Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê zêdetirî 100 balafirên şer ketine nobetê. Her wiha Stoltenberg gotiye; rêberên NATOyê dê sibe di civîneka derasayî de bicivin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Dengê Pirtûkan: Heta niha me 120 pirtûk bar kirine, 30 ji wan jî bi deng in

Weşana paşê

Durket Süren: Xwestin sîxurtîyê li min ferz bikin û ev bi xwe yek ji îşkenceyan e