Li Almanyayê wê “Festîval Kurdistan” pêk bê

Li Hambûrgê, bajarê Almanyayê wê bi navê “Festîval Kurdistan” pêk bê. “Festival Kurdistan” li yek ji navendên girîng ên konseran ên Hambûrgê Elb Philharmonie li dar bikeve. 

“Festîval Kurdistan” wê îro ango 17ê Çiriya Paşiyê li gorî saeta Almanyayê saet di 18.00ê de bi konsera koma Kurdophone dest pê bike ku wê stranên ji Rojhilatê Kurdistanê bistirên. 

Piştî vê konserê saet di 20.00ê de wê Aynûr Dogan, Kayhan Kalhor û Ensemble Resonanz konserekê bidin. 

“Festîval Kurdistan” wê heta 19ê Çiriya Paşiyê berdewam bike ku roja 18ê Çiriya Paşiyê Danûk, koma ku hunermendên Rojavayê ew ava kiriye, Erdal Erzîncan û Kayhan Kalhor wê konseran bidin.

Di roja dawiyê ya bernameyê de ango 19ê Çiriya Paşiyê jî wê Seîdê Goyî û Sarya Ertaş stranên dengbêjiyê bistirên. Alî Dogan Gonuştaş Trio, Mavîş Guneşer Trîo û Ahmet Aslan wê di konsereke din de derkevin ser dike. Heman rojê wê bi şev jî Emre Gultekîn û Vardan Hovanissianî, Astare Artner û Metîn û Kemal Kahraman konserê bidin. 

Temama nûçeya Ferîd Demîrelî bixwîne

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir