Destpêka çîrokê bi aweyekî balkêş dest pê dike. Deryavanek li xortekî rast tê, wî xortî xwe hazir kiriye ku here dawetekê. Deryavan dixwaze çîroka xwe ji xortî re bibêje û teqez wî bike guhdarê xwe.
***
Samuel Taylor Coleridge yek şairê romantîk û mezin ê ingîlîzan e. Berhema wî ya bi navê Newaya Deryavanê Dêrîn jî yek ji lûtkeya berhemên helbesta dinyayê ye. Ev helbest di forma baladan de hatiye nivîsin û sala 1798an tê çapkirin. Berhem mijareke sade dihewîne. Serpêhatiyên deryavanekî vedigêre, ku vegêr di heman demê de lehengê helbestê ye jî. Behsa rêwîtiyeke li ser behrê û kuştina teyrekî (Albatros) dike ku ev kuştin dibe sedema bûyerên seyr û karesatên mezin. Vegêrê ku ji vê karesetê xilas dibe hemî ‘emrê xwe mayî terxan dike da ku çîroka xwe û kuştina teyrî ji hin kesan re bibêje. Piştî demeke pir dirêj îro ev kitêb bi kurdî li ber destê me ye ku wergêr û lêkoler Samî Hêzil ji îngilîzî wergerand û li gel Hobbita J.R.R. Tolkien çap bû.

Gelo helbesta Deryavanê Dêrîn ji xwînerên îro re çê dibêje an jî dikare çi bibêje? Çend kes dê vê helbestê ser çi meqamî bistînin û bixwînin? Ev pirs ji bo min pirseke giring e. Helbet gelek kes ji ber ku Samuel Taylor Coleridge helbestkarekî klasîk e dê qîmetê bidinê û bixwazin berhemê wî bi zimanê xwe bixwînin. Heyfa Coleridge ku cîhan û xeyalên wî muazzam in, pir cûda bû. Bawer im kêm kes dê bixwazin vê helbestê li gor kalibreya wê bixwînin û lê hûr bibin. Ev endîşeya min ne tenê ji bo vê berhemê, herwiha ji bo hemî berhemên bi vî rengî ye yên wekî Komediyaya Îlahî, Bihişta Wenda, Faust hwd.
***
Coleridge wek Lord Byron, Arthur Rimbaud yan Oscar Wilde, ew jî wekî berhemên xwe bi jiyana xwe jî têrberhem bû. Hin hunermend, afirînerên taybet jiyana xwe wek berhemeke edebî dijîn heya berhemên wan li ber perfomansa jiyana wan hinekî kêm û bêreng dimînin. Oscar Wilde yek ji wan nivîskaran bû ku haya wî ji vê yekê hebû. Bi terza xwe ye zêde îronîk ev yek jî eşkere dikir. Ser meselê wiha gotibû: “Min şiyana xwe ji bo berhemên xwe; dehaya xwe bo jiyana xwe terxan kir”. Li gorî pispor, dost û hevalên Coleridge axaftina wî ya domdar, retorîka wî ya bêhampa, zanîn û meraqa wî ya bêsînor ji kelepora wî ya edebî wêdatir bû. Helbet ev yek hinekî ji ber muptelabûna afyonkêşiya wiha dihat. Belkî em dikarin bibêjin berhemên Coleridge li hember xeyal û jiyana wî ya têrûtijî wek fragmanekê bû; İro fragmana wî hêjayî sedan berhemên berdest e.
***
Helbesta berbehs îro bi kurdî li ber destê me ye. Ev helbest bi zimanekî sade, bi hêmayên çil avî de şûştî hatibe honandin jî, bi efsûneke taybet, bi honakeke seyr, bi pirsên bêbersiv hatiye pêçan. Ziman vekirî, kitêb sade, lê wate her û her kûr e. Mirov caran li ber vê sadebûna çîroka helbestê dibêje gelo ew çi tişt e vê helbestê dike mezintirê helbestan? Bersiva vê pirsê hinekî zehmet e. Ji ber ku yên wek Coleridge çiqas bi ziman binivîsin jî, tiştên ku dixwazin bînin ziman piraniya wan derveyî zimanî ne. Nexwa edebiyat jixwe ev tişt nîne an zimanê edebî ne di wê navbeyna hebûna hin his û ramanên xumamî û tunebûnê an têrnekerina ziman û peyvan de şîn dibe? Gelo ziman an helbest hemî hêza xwe ji vê yekê nagire? Ku ev nûser derfetên zimanî bi awayekî fireh dikin, kêmasiyên zimanî bi metofaran û hêmayan pîne dikin. Heya ew tiştên ku nayên ziman bi aweyekî derdixin holê. Şair hin ji wan kesan re nayê gotin ku sermiyanê ziman xerc nakin; zikê ziman têr dike, ziman dimêjîne û mezin dike. Belê ev şertê ewil yê berhemên mezin in. Divê nivîskar û şair bikarin vê yekê bi şiyana xwe çêbikin. Lê dîsa ji bo têgihiştina xwîneran tiştekî din jî lazim e. Wek mealan Goethe digot, ji bo kesek ji berhemeke baş fêm bike divê wek nivîskarê berhemê zana be yan jî bikaribe di zêhna xwe de vê berhema xwe binivîse. Bi kurt û kurmancî ji bo têgihiştina berhemên mezin û klasîk ji bo xwîneran tecrûbe û mesaîyeka hevalbendiya afirîner divêt. Ev tecrûbe tiştên pir ferdî û şexsî ne û li meydanê berdest nîn in yan mirov nikare bi çar kelaman an çend vegêran bibe xwediyê wan. Rasterast divê mirov bijî, heman derdî bikêşe ji heman çavkaniyê avê vexwe û li hemam rêyê rêwî be.
***
Helbet ji bo ku em bikarin bi niyeteke xalis vê berhama navborî Newaya Deryavanê Dêrîn têbigêhijin divê wek destpêk em çend pirsan bikin. Qenebe ev pirs bikaribin wek şûnpêyekê rê li ber me vekin.
Destpêka çîrokê bi aweyekî balkêş dest pê dike. Deryavanek li xortekî rast tê, wî xortî xwe hazir kiriye ku here dawetekê. Deryavan dixwaze çîroka xwe ji xortî re bibêje û teqez wî bike guhdarê xwe. Xort hem ji daxwaza deryavan hem jî ji halê wî yê belawela hinekî ditirse û xwe paş de dide. Ji xwe dem ne ew dem e, cih ne ew cih e. Lê deryavan israr dike wî ji xwe re dike guhdar.
Em çend pirsan bikin: Çima xort, çima li dewatekê, çima her dem îhtiyaciya vegêrana çîrokan li vegêran bûye ‘edet? Çima derya, çima keştî, çima teyr, çima ji teyran Albatros û pirsa herî giring çima kuştineke belasebep a teyrekî wiha bi ezamet hwd.?
Ev pirs ji bo despêka şûnpêyên vê berhemê ne. Belkî mirov dikare bibêje ev dawet û ev rasthatin têra xwe sembolîk in. Xort li ber deriyê şahiyekê ye, şahî û kêfa dinyayê yanî dawet. Dawet hem şahî ye hem xeberek yan jî pêngava ewil ya çêkirina zarokan û mayîna li dinyayê (Çîroka vegêrî li ser kuştin û mirinê ye). Deryavan dixwaze çîroka xwe ji yekî re bibêje wî dide sekinandinê, ew xort dikare bibe mecazê xwîneran. Yanî guhdar em in, ew kesên ku divê bibin şahidê çîroka me. Lê her tim karek yan jî an acileyeteke xwîner heye. Di nava acileyetan de ger bikare bisekine guh bide çîroka me, jê re îrade lazim e, meraq, meraqeke eslî… Nexwa ev destpêk tiştekî zor ji me dixwaze; dibêje gelo tu dikarî destê xwe ji karê dinyayê, ji keft û lefta jiyana rojane bişûyî? Bêpêşdarazî, bêxem li min guhdar bikî. Di serî de şair bazareke wiha dijwar bi me xwîneran re dike.
Helbet armanca me ne ew e em di vê nivîsarê de tehlîleke berfireh bikin. Bi wesîleya wergera helbestê qet nebe em îşaretekê bidin ji bo xwendina berhemê. Îro ev helbest bi kurdiyeke pir serkeftî, sadiqê rihê helbestê bi sêwirandineke kamil hatiye wergarandin. Ev werger bi tena serê xwe dikare bo werger û xebatên din yên Samî Hêzil meraqekê ji me re çêke.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.