Jina Êzidî ya DAIŞê revandibû li Xezeyê hatiye rizgarkirin

03/10/2024

F. S., dema ku 11 salî bû, ji aliyê endamên DAIŞê ve ji Şengalê hatibû revandin. Piştî revandina xwe, ew hat firotin û anîn Xezeyê.

Di operasyonê de Amerîka, Îsraîl, Urdun û Iraq beşdar bûn. Li gorî rayedaran, ji ber rewşa ewlehiyê ya li Xezeyê, hewldanên berê bi ser neketibûn. Silvan Sincarî, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê, got ku F.S. ji aliyê fizîkî ve baş e, lê dîlîtî û krîza mirovî ya li Xezeyê bandor lê kiriye.

Rayedarên Îsraîlê ragihandin ku F. ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê ve hatiye rizgarkirin. Di vê operasyonê de kesê ku F.S. dîl girtibû hat kuştin. Hûrgiliyên operasyonê nehatine eşkerekirin.

Ev bûyer careke din bala civaka navneteweyî kişand ser dramaya êzidiyan. Di sala 2014an de, DAIŞê ji herêma Şengalê zêdetirî 6 hezar êzidî revandin. Neteweyên Yekbûyî vê bûyerê wek jenosîd bi nav dike. Li gorî rayedarên Iraqê, zêdetirî 3500 êzidî hatine rizgarkirin, lê 2600 kes hîn jî winda ne.

Rizgarkirina Fyê hêviyê dide malbatên êzidiyan ku hîn li benda vegerîna endamên xwe yên windabûyî ne.

Çavkanî: Medyascope

Wêne: Arşîv, Pixabay, wêneyên bêtelîf

(Botan Times wêneyên Ajansa Dewletê ya Iraqê ji bo parastina mafên FSyê parve nake.)


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Îsraîl ji niştecihan dixwaze başûrê Lubnanê vala bikin, pevçûnên bi Hizbullahê re berdewam dikin

Weşana paşê

Em hazir in bi şirketên petrolê yên Kurdistanê re biaxivin – Sudani ji Al Monitorê re axivî