Enqere: Odeya Bendemanê an Odeya Bendîmanê

Naskirina peymana tirkbûnê (Bariş Unlu), daîreyên tirkbûnê (Mesut Yegen), axaftina kurdî li meclîsa Tirkan (Leyla Zana), şimaqa Sebahat Tuncel li polîsekî û awirên wê yên bo Devlet Bahçelî, ew zarokê ku li Kerkûkê xwe avêt ser erebeya leşkerî û alaya Iraqê jê kir, nivîsandina bi kurdî hwd. li hemberî odeya bendemanê xetên revê ne.

***

Firat Aydinkaya ev demeke têra xwe nivîsên xwe bi kurdî jî dinivîse. Ji wê hingê ye tevî meraqeke fikrî bi çêjgirtineke zimanxurînî berê xwe didimê. Wekî ku Yaşar Kemal di romana Ağrı Dağı Efsanesi (Efsaneya Çîyayê Agirî) de digot “Mahmut Xan, zilamekî qeşeng bû, wexta bi kurdî dipeyivî zêdetir ji dil û can, xwîngerm û qeşeng dibû. Dibû mîna teyrekî berz” (wam, 43).  Di nivîsa xwe ya bi navê “Taşrakirina Enqerê” de gava behsa “taşrakirinê” dike, xwe dispêre teorîya Chakrabarty ya Deverîkirina Evropayê []. Di nivîsa Aydinkaya de du tişt dertên hafa me: yek jê ev teorîya Chakrabarty ya dijkolonyal e, a din jî destnîşankirina Enqereyê wekî navendeke hewceyî bi deverîkirinê. 

Em ji ya paşîn dest pê bikin. Li gor ku Aydinkaya dibêje “Bêşik, em zûde memûren îdeolojîyên Enqereyê ne. Qet îcaba xapandinê nake, ev bajar ji bo fikr û ramanên me, ji bo armanc û îdeolojîya me navendeke sereke ye. Em li gor Enqereyê difikirin, li gor wê dikevin nav hewldanan, heta navnîşana çalakîyên me yên berxweder jî Enqere bixwe ye. Bê Enqerê em ne dizanin bifikirin û ne jî dikarin fikra berxwedanê li dar bixin. Ev paytext zûde ye bûye paytexta hişmendîya me ya nûjen”. Bi giştî dema mirov nivîsê dixwîne pê dihese ku Aydinkaya behsa me kurdên Bakûr dike, lê ez dibêm belkî ev navend dikare bibe navenda temamê Kurdistanê jî. Lewra di ferhenga Başûr  de, navê vê navendê dîplomasî ye. Di nezera tirkan de (li gorî qûretîya tirkan) her du jî karên burokrasîyê ne.

Aydinkaya vê navendîbûna, Enqereyê bi nameya Celadet Alî Bedir-Xan dide destpêkirin ku bona Mustefa Kemal hatiye şandin. Heke bîra min li min nexitimî be, Ferhad Pîrbal li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê bû di semînerekê de behsa Şêx Mehmûdê Berzencî dikir, digo Şêx hatiye Enqereyê li bendê maye ku Mustafa Kemal an rayedarekî din ê Tirkîyeyê pê re têkilî deyne. Lê kesî guh nedayê. Ferhad Pîrbal di kêlîya axaftina xwe de rabûbû pîya bi awakî teatral bizarê Şêx Mehmûd dikir, ka çawa li odeya bendemanê li benda tirkan maye. Çawa ku Erdogan li benda Pûtîn li ser pêyan tevizî mabû. Belkî mirov dikare vê bûyerê deyne berîya nameya Celadet Alî Bedir-Xan. 

Bendemana Şêx Mehmûd ji bilî navendîkirina Enqereyê, girêdanek jî bi Chakrabarty re datîne ku bi ya min girîngtirîn têgeha Chakrabarty “odeya bendemanê ya dîrokê” bû di mijara deverîkirina Ewropayê de. Mirov dikare wisa jî bibêje “odeya bendemanê” şayesandin be, deverîkirina wê derê praksîs e, ango çalakî ye. Aydinkaya jî herçiqas şayesandina sîyasî ya Enqereyê bike jî di bin de behsa çalakgerîyeke fikrî jî dike. Aydinkaya bi sedemgerîyeke gelekî maqûl dixwaze têgehên taşrakirinê an jî deverîkirinê ji bo Enqereyê bike têgeheke navendkuj. Bi rastî jî têgeha Chakrabarty bo vê yekê têra xwe heye. Dema mirov fikra Franco Morettî ya bi navê Ewropaya Edebî û Edebîyata Ewropayê dixwîne hîn xweştir serwext dibe bê Chakrabarty behsa çi dike, her wekî ev têgeha veçiranok çawa kar dike.

Odeya bendemanê, li gor Chakrabarty, terîfeke dîroknivîsî ya peşveçûnê ye ku ji alîyê Navend-Rojavaya kolonyalîst hatîye danîn û her weha rengvedana xwe ji Dîroka Pêşveçûnê digre. Li gor vê fahmê dîrok ber bi pêş de diçe, hin merheleyên dîrokê hene, her gel hewceye ji wan merhaleyan derbas bibe. Her ku gelên derveyî Rojava pêş ve diçin, Rojava pêşdetir diçe, lewra divê her û her li odeya bendemanê de bin. Chakrabarty dibêje, “odeya bendemanê ya dîrokê”. 

Lazim e li vir em vê pirsê bikin “gelo Enqere odeya bendemanê ye an odeya bendîmanê (girtîxane, girtîgeh) ye?”.

Navendîbûna Enqereyê çiqasî bi zor û zulm û hukma leşkerî bûbe, ew çend bi saya sîyasetê jî bûye. Di nezera kurdan de heke ev navendîbûna hewceyî bi deverîkirinê, ji Stenbolê parikî ber bi Enqerê ve xwe şaş kiribe, para bêtir tevlîbûna sîyasî ya kurdan e di meclîsa tirkan de. Her ku kurd di meclîsa tirkan de xurt bûn ew çend navendîbûna Enqereya xwe zexm kirin. An na ji hêla mila çandî ve çavê kurdan her li Stenbolê bûye ji bilî welatê xwe. Odeya bendemanê ji meclîsa “sazkar” a dewleta Tirkîyeyê vir ve ji bo şexsîyetên kurd roleke wiha girtîye. Ji Hasan Hayrî Beg heya bi Şerafettin Elçî. Lê her cara ku kesên ji “bendemanê nerazî” nerazîbûna xwe nîşan dane, odeya bendemanê bûye odeya bendîmanê. Şêweya girtin û zindanîkirina Orhan Dogan bînin bîra xwe, çawa ku dewlet bi pişta stûyê wî girt û kire di erebeya kolonyal ya dîrokê de. 

Aydinkaya, fîlma Sürü [Kerî] ya Yilmaz Guney wekî nimûneya şîfaxaneya Enqereyê dide pêş ku Şivanê di fîlmê de jina xwe bo dermankirinê dianî Enqereyê. Kurd dema nexweş dikevin dermanên xwe li ku dibînin, zarokan bona kîjan bajaran dişînin xwendinê, li kîjan bajaran geşt û seyran û geryana xwe dikin. Ev tevde di xeyalsazîya kurdan de navendîbûnê dest nîşan dikin. Piranîya van tiştan demeke dûr û dirêj wekî ku tu têkilîya wan bi kolonyalîzmê re tune be û bes meseleyên “paşdemayînê” û “taşrabûnê” bin, dihat dîtin. Rûdana bi vî rengî xwesteka dagirkerîyê bû. Lewma ye Aydinkaya dibêje “Ji alîyê din ve derdê me yê hezar salan heger bi demokratîzekirina Tirkîyeyê çareser dibe wê demê dîsa Enqere bo me şîfaxaneyeke taybet e. Feqet heger navbera her du gelan de hîyerarşîyeke kolonyal hebe, wê demê divê em li ser Enqereyê taybet bifikirin û fikrên xwe yên berê jî li ber çavan derbas bikin. Heger tekilîyeke kolonyal hebe, Enqere çima hîn qibleya me be?”. Bi qesta taşrakirina Enqereyê, Aydinkaya zemîna nîqaşê diguherîne. Çawa ku kole bi kolebûna xwe bihese êdî wê nema bibe koleya berê. Çawa ku Enqere mijarê wekî paşdemayîn dibîne û çareserîya xwe jî bi “odeya bendemanê” (bendîmanan jî li yên ne fahmker re ferz dike) dest nîşan dike, “taşrakirina Enqerê” jî mijarê ne wekî paşdemayîn lê wekî dagirkerîyê dibîne û herweha dixwaze paşdemayîna wê jî bide rûyê wê. 

Taşrakirina Enqereyê, belê, lê çawa?

Di serî de belkî naskirina odeya bendemanê û bendîmanê (bi îslamcîyan re odeya li bendê îmanê jî lê zêde bû) ji hev du re dibe ku alîkar be. Her wekî naskirina rengên taşrakirina kurdan jî bi tenê carinan dibe çekeke berxwedanê. Bo nimûne rola HDPê li gel dijberên Erdogan, di Maseya Şeşpê de odeya bendemanê bû. Li Başûr û Iraqê kesên bîyanî dibêjin Hewlêr ji Bexdayê ewletir e. Nexwe em dikarin bibêjin ku Hewlerê Bexda kiriye deverîya xwe. Lê heman Hewlêr li Enqereyê “deverî” ye ku bi navê dîplomasîyê vê deverîbûnê nexuyanî dikin. Herwiha naskirina peymana tirkbûnê (Bariş Unlu), daîreyên tirkbûnê (Mesut Yegen), axaftina kurdî li meclîsa tirkan (Leyla Zana), şimaqa Sebahat Tuncel li polîsekî û awirên wê yên bo Devlet Bahçelî, ew zarokê ku li Kerkûkê xwe avêt ser erebeya leşkerî û alaya Iraqê jê kir, nivîsandina bi kurdî hwd. li hemberî odeya bendemanê xetên revê ne. 

Tund û dijwarîya odeya bendîmanê her ku ji odeya bendemanê girantir bibe jî bes ji bo naskirina rengê kolonyalîzmê çêtir e ji odeya bendemanê. Li odeya bendemanê mirov nizane ku dagirkirî ye. Qe nebe li odeya bendîmanê mirov dizane êsîr e, dibe ku azad be; lê belê li odeya bendemanê bi xeyaleke pêkneyê mirov xwe dixapîne û odeya bendemanê heya ku mirovên dagirkirî pê bawer bin ebed e. Aydinkaya dibêje “Dema mirov li ser hîyerarşîya kolonyalîzmê bifikire, bibe nebe teorîya Hegel a meşhur dîyalektîka ‘kole-efendî’ tê ber çavên me. Herwiha kole li dû azadîya xwe bûne, an li dû demokratizekirina efendîyên xwe?” Em şablona xwe ya dubendî li vê formula Aydinkaya bikin, em ê bibînin ku demokratîzekirina Tirkîyeyê (ne wekî navgînî lê belê wekî mebesta serekî) odeya bendemanê ye. Mobîlyayên wê yên lîberal ji peyvên gotineke bav û kalan pêk tên: “kero nemre heta qîvar şîn be”.  

Çavkanî

Aydinkaya, Firat. “Taşrakirina Enqerê”. Nûpel,  https://nupel.tv/firat-aydinkaya-tasrakirina-enqere/

Şîrove bike