Sirûc: Minaqeşeyên ser kuştina zarokekî dewam dikin

26/12/2022

Qezayeke li Sirûc ya Rihayê di mabêna şênîyê wir û walîtîya bajêr de minaqeşe çêkirin da.

Li gor çavkanîyên herêmî, li Sirûcê, Îna borî ber bi êvarî motorsîkleteke 2 kes lê siwar bûyî li zarokên li derve dilîstin qelibî.

Di encama qezayê de zarokekî 7 salî mir, zarokekî din û 2 kesên li ser motorsîkletê birîndar bûn.

Îdiayên ser dizîbûna motorsîkletê û cendirmeyên li pey wê ketî rê li ber minaqeşeyên ser qezayê vekirine.

”Di qezayê de pêçîya cendirmeyan heye”

Çend kesên ku dibêjin ew şahidê bûyerê ne, bi şertê ku navên wan eşkere nebin ji Botan Timesê re dîyar dikin ku di qezayê de pêçîya cendirmeyan jî heye.

Ji wan kesan yek dibêje ”Dengê sîlehan hat, em revîyan derve, erebeya cendirmeyan xwe li motorsîkletê xist û motor li ser zarîyan ket.”

Yekî din dibêje ”Li vir nêzîkî 30 kesî hebûn. Herkesî jî dî ku erebeya cendirmeyan xwe li motorsîkletê xist û dûra herkesî bang kir gotin, ‘cendirmeyan zar kuştin, wan bigirin û cendirme tirsîyan.”

Bi ya yekî din jî her çiqas li cîhê bûyerê, li ser Rîya Mizarê, kamerayên mobese hebûne jî heta niha ti qeyd derneketiye ku ew jî raber dike ku cendirme bûye sebeba qezayê.

”Ti eleqeya cendirmeyan bi qezayê re tune”

Walîtîya Rihayê piştî nûçeyên medyaya herêmî û îdiayên di nav milet de ser qezayê daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Di daxuyanîyê de tê gotin ku motorsîklet malê dizîyê ye, cendirme bi ferqkirina wê li pey motorsîkletê ketiye û bergumanan jî gava xwestine xwe bi manevrayê xelas bikin li qûçek qûm qelibîne û zarokekî li ber wê qûçê kuştine.

”Ti eleqeya cendirmeyan bi qezayê re tune” Walîtîya Riha dibêje û dide zanîn ku failên bûyerê hatine desteserkirin.

Daxuyanîya Walîtîya Rihayê bo hin Sirûcîyan heta niha jî gumanên ser cendirmeyê ranekiriye. Ew dixwazin ku bi qeydên mobeseyê failên rast werin dîtin.

SS: Amator Kamera – Sirûc


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Beril Caymaz

Edîtor û nûçegihana Botan Timesê ye. Li Zanîngeha Selçûkê beşa rojnamegeriyê xwendiye. Ji bo Journo, Gazete MLSA, Botan International, PodcastKurdî, Rojnameya 9 Eylulê, Rojnameya 24 Saatê wek rojnamegera serbixwe kar kiriye.

Weşana berê

Kurdên Parîsê bi sloganên Fransî, Kurdî û Tirkî meşîyan

Weşana paşê

”Wezareta Derve ser protestoyên Kurdan elçîyê Fransayê hişyar kir”

Te hay ji vê heye?

Ekrem İmamoğlu: Îqtidar ji kontrolê derketîye

Şaredarê Stenbolê Ekrem İmamoğlu derbarê qeyûman

Rizqê Hisên Kemal û hikayeta roportajekê

Kelekela havîna 2023yan, rokê çavê min

Jinên ku jiyanên wan li nav zeviyan asê mane: Karkerên demsalî

Di bin germahîya Amedê ku mirovan

Karkerekî DEDAŞê: Em her roj tûşî mirinê dibin

Li ber derîyê Şirketa Belavkirina Ceyranê