Du rojnameyên mezin ên Amerîkî dê alîgirîya namzetan nekin

27/10/2024
folded newspapers
Photo by Pixabay on Pexels.com

Di hilbijartinên ne dîyar de, Washington Post û Los Angeles Timesê dest ji kevneşopîya xwe ya kevin berdaye. Li Amerîkayê edet e gelek rojname di dema hilbijartinê de aliyê xwe diyar dikin.

Du rojnameyên navdar ên Amerîkî, Washington Post û Los Angeles Times ragihandine ku êdî dê piştgirîya xwe nedin tu namzedên serokkomarîyê. Ev biryar bûye sedema bertekên tund.

Nêrînên li ser biryarê

Marty Baron, edîtorê berê yê Washington Postê, ev biryar wek “tirsokî” bi nav kiriye û gotiye ku demokrasî ziyanê ji vê yekê dibîne. Sendîkaya rojnamegerên Washington Postê jî ragihandiye ku nivîseka piştgirîyê ji bo Kamala Harrisê hatibû amadekirin lê xwedîyê rojnameyê Jeff Bezos ev nivîs red kiriye.

Sedemên biryarê

Washington Postê di daxuyanîya xwe de gotiye: “Wek rojnameya paytexta welatê herî girîng ê cîhanê, erkê me serbixwebûn e.” Lê li gor Dannagal Young, profesora ragihandinê li Zanîngeha Delawareyê, sedemeka sereke ew e ku xwedîyên medyayê naxwazin Donald Trump aciz bikin.

Bandora biryarê

Dan Kennedy, profesorê rojnamegerîyê li Zanîngeha Northeasternê dibêje ku ev biryar nîşana teslîmbûna li hemberî cezayên muhtemel ên dema Trump vegere ser desthilatê ye. Jane Hall, profesora ragihandinê ya Zanîngeha Amerîkayê jî dibêje ku ev biryar dê bandoreka xirab li ser rojnamegeran bike.

Helwesta Trumpî

Kampanyaya Trumpî bi kêfxweşî bersiva biryarê daye û gotiye ku “Kamala ewqas vala ye ku Washington Postê tercîh kiriye ku temamê piştgirîyên serokkomarîyê betal bike li şûna ku piştgirîya wê bike.”

Çavkanî:

  • AFP
  • France24
  • Botan Times

Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Ji Şama Şerîf Şeveka Beşarê Esad Ta Heta Mihemedê Malmîsanij û Berkenê Bereh

Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif.. Vê gotina ku bala Ahmet Hamdi

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Li Sûriyê dem û dewraneka nû dest pê kiriye – Reuters

Çekdaran paytext girtiye û Esed reviyaye Rûsyayê. Li Şamê jîyanê dest bi