Di êrîşên li Sûrîyeyê de 372 kes mirine

01/12/2024

Li gor Çavdêrxaneya Sûrî ya Mafên Mirovan, di êrîşên ku roja Çarşemê dest pê kirine de 372 kes mirine. Ji van kesan 20 sivîl in. Piranîya kuştîyan leşker û endamên hêzên ewlehîyê ne.

Êrîşên Balafiran

Balafirên şer ên Rûsyayê li parêzgeha Idlibê êrîş pêk anîne. Di encama van êrîşan de 8 welatî mirine ku ji wan 2 zarok û jineka in. Zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûne. Balafirên Rûsyayê li gundewarên Hama û Idlibê jî armancên serhildêran bombardiman kirine.

Rewşa li Helebê

Li nav bajêr rewş aram nine. Gelek dikan girtî ne û welatî di malên xwe de dimînin. Hinek welatî jî ji bajêr derdikevin. Hêzên serhildêr li kolanan digerin û li çarriyan cih girtine. Ahmad Tutenji, bazirganekê Helepê gotiye ku ew şaş maye ka çawa artêş holê zû revîyaye û ew li vê derê hîştine.

Helwesta Îranê

Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Araghchi çûye Şamê û bi Beşar Esed re hevdîtin pêk anîye. Wî gotiye ku Îran dê piştgirîya hikûmet û artêşa Sûrîyeyê bike. Esed jî dîyar kiriye ku şer li dijî “terorîstan” dê berdewam bike û ew ê aramî û yekparçeyîya axa Sûrîyeyê biparêzin.

Guhertina fermandarê Rûsyayê

Li gor bloggerên şer ên Rûsyayê, piştî ku serhildêran Heleb kontrol kiriye, Moskova generalê hêzên xwe yên li Sûrîyeyê Sergei Kisel ji kar dûr xistiye. Tê gotin ku dê General Alexander Chaiko li şûna wî bê tayînkirin.

Daxuyanîya Neteweyên Yekbûyî

Nûnerê taybet ê NYyê ji bo Sûrîyeyê Geir Pedersen gotiye ku ev êrîş ji bo ewlehîya herêmê xeternak in. Wî bang kiriye ku divê alî dev ji şer berdin û li ser maseya dîyalogê rûnin. Pedersen holê jî gotiye ku tu alîyek nikare bi rêya leşkerî serkeftinê bi dest bixe.

Helwesta Brîtanyayê

Wezareta karên derve ya Brîtanyayê ragihandiye ku berpirsîyarê rewşa niho hikûmeta Esed e. Wezaretê gotiye ku hikûmetê red kiriye ku beşdarî pêvajoya sîyasî bibe û tenê xwe spartiye Rûsya û Îranê.

Çavkanî:

  • Botan Times
  • Çavdêrxaneya Sûrî ya Mafên Mirovan
  • Reuters
  • The Guardian
  • BBC

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Serhildêran balafirgeha Helebê kontrol kiriye

Weşana paşê

Li Gurcistanê protestoyên dijî rawestandina gotûbêjên YEyê berdewam dikin