DFGyê rapora meha hezîranê ya binpêkirina mafên rojnamegeran belav kir

Botan Times temamîya rapora DFGyê diweşîne.

Her çiqas AKP’ê piştî hilbijartinên herêmî gotinên “nermbûnê” anîbin ziman jî meha Hezîranê bû meheke ku desthilata AKP’ê û MHP’ê doza polîtîkayên xwe yên şer zêde kirin. Bandora herî mezin a van polîtîkayan jî bû tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê. Tevî ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelan di warê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de gaveke girîng avêtin û gotina xwe bi tengkirina qada bandora desthilata siyasî re gotin jî, desthilata AKP’ê û MHP’ê bi aktîfkirina polîtîkayên “qeyûm” re vîna gel nas nekir. Feraseta qeyûm ne tenê êrîşa li dijî vîna gel e, di heman demê de li pêşiya xweîfadekirina wan asteng e.Berteka li dijî qeyûm, weke li Wanê, li Colemêrgê jî di asta herî jor de hate nîşandan û veguherî berxwedaneke bi rojan berdewam kir. Polîsan mudaxileyî çalakiyên demokratîk ên gel ku bi rojan berdewam kir kirin. Polîsan tundî li rojnamevanên ku çalakiyên protestoyî dişopandin kirin. Xebatkarên çapemeniyê girtin derveyî dorpêçê û dîmen kişandina wan hate astengkirin. Polîsan rojnamevanên ku nûçe dişopandin bi mertalan dehf dan û derb kirin. Di van êrişan de rojnamevan Newroz Reşîtoglû, birîndar bû û rakirin nex

eşxaneyê. Reşîtoglû yê ji mesafeyeke nêz rastî ava şid hat, piştî tedawiya wî ya li nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyê derket.

Berteka li dijî qeyûman bi tenê Colemêrgê bisînor nema. Li Enqere, Amed û Êlihê ku çalakiyên protestoyî lê hebûn polîsan gelek caran êrişî rojnamevanan kirin û destûr nedan ku dîmenan bikişînin. Di vê pêvajoyê de polîsan êrişê 4 rojnamevanan kirin, mûameleya xerab li 6 rojnamevanan kirin, gef li 8 rojnamevanan xwarin û destûr nedan ku 7 rojnamevan dîmen bigirin.

Di demekê de ku israra desthilata AKP’ê û MHP’ê ya di polîtîkayên şer de derketiye pêş de, gefên li rojnamevanan tên xwarin gihaştine astên cidî. Bi taybetî rêveberên MHP’î û li ser organên weşanê yên MHP’ê bi awayekî aşkere gef li rojnamevanan hate xwarin. Di 21’ê hezîrana 2024’an de rojnameya Turkgûnê di manşeta xwe de bi nivîsa îmzeya Kadîr Yildiz hatiye weşandin, ji ber nûçeya kuştina Sînan Ateş rojnamevan Mûrat Agirel, Bariş Pehlîvan, Tîmûr Soykan û Bariş Terkoglû hedef nîşan da. Dîsa hin rêveberên MHP’î moderetora bernameya ‘Kirmizi Çîzgî’ ya di Halk Tv’yê de tê weşandin Gozder Şeker û rojnamevan Îbrahîm Kahvecî yê her tim bi bernameyê re ye hedef girtin û gef li wan xwarin. Rojnamevan Mûrat Agirel ji aliyê kesên heta mala wî ve gef lê hate xwarin.

Di girtîgehên ku 41 rojnamevan lê tên ragirtin, lêgerîna tazî li nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal hate kirin. Dal têkildarî mijarê serlêdan kir û giliyê berpirsyaran kir lê ev serlêdan bi biryara neşopandinê encam girt. Ev bû yek ji mînaka polîtîkaya necezakirinê. Di vê pêvajoya ku tecrîda girankirî berdewam dike de rêveberiya Girtîgeha Marmarayê bi hinceta “qedexe” ne rojnameyên Evrensel û Bîrgunê nedan girtiyan.

2024 – MEHA PÛŞPERÊDANEYÊN ÎSTATÎSTÎKÊ YÊN RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFÊ ROJNAMEVANAN 

1-) BINPÊKIRINÊN MAFÊN EWLEHÎ Û JIYANÎ YÊN ROJNAMEVANAN

Rojnamevanên Rastî Êrîşan Hatin4
Rojnamevanên Hatin Binçavkirin1
Rojnamevanên Rastî Tundiyê Hatin 6
Rojnamevanên Hatine Tehdîtkirin8
Rojnamevanên Hatine Astengkirin7
Hapishanelerde Gazetecilere Yönelik İhlaller (Çevirisi yapılmalı)1

2-) BINPÊKIRINÊN LI SER AZADIYA FIKR Û RAMANÊN ROJNAMEVANAN 

Rojnamevanên Ku Rastî Lêpirsînan Hatin3
Rojnamevanên Doz Li Wan Hatine Vekirin1
Rojnamevanên Hatine CezakirinHejmara Kesan1
Cezayê Hepsê7 sal 3 meh 15 roj
Cezayê Pereyan12,500 TL
Rojnamegerên Dozên Wan DidomeHejmara Dosyayan 39
Hejmara Kesa55
Hejmara Rojnamevanên Girtî (3 Tîrmeh 2024)41

3-) BINPÊKIRINÊN MAFÊN ABORÎ Û CIVAKÎ YÊN ROJNAMEVANAN 

Rojnamevanên Ji Kar Hatine Avêtin

3-) ASTENGKIRIN Û SANSURA LI SER SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ

Saziyên Weşanê yên Hatine CezakirinHejmara Weşanan1
Cezayê Seknandina Bername5
Cezayên Pereyan189.282.TL
Biryara Qedexeyên Weşanê10

4-) ASTENGKIRINA XWEGIHANDINA İNTERNET-DİJİTAL MEDYA 

Malperên Înternetê Yên Hatine Girtin4
Nuçeyên Hatine Qedexekirin2950
Astengkirina Xwegihandina Tora Civakî3

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir