Erbakan serdana Riha û Siwêregê kir û tê Diyarbekir

29/12/2022

Yeniden Refah Partisi ragihand ku serokê wê Fatih Erbakan îro Pêncşemê serdana Riha, Curnê Reş û Siwêregê kiriye.

Li gor ragihandina Yeniden Refah Partisi, Erbakan li wê herêmê bi rêberên eşîretan û endamên partîyê re axifîye.

Erbakan dê sibê Înê jî li Dîyarbekir be û li Merkeza Kongre û Kulturê ya Sezaî Karakoç beşdarîyê li bernameya Fetha Mekeyê – Destpêkeke Nû bike.

Partîya Erbakan, Yeniden Refah Partisi di sala 2018an de ava bûye û heta niha neketiye hilbijartineke mezin.












sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Netanyahu şeş car in dibe serokwezîrê Îsraîlê

Weşana paşê

HDPê plana xwe ya bo sala nû eşkere kir