Desthilatdarî çi ye û ev kurd çi dixwazin?

Wek welatiyên jirêzê, wexta berpirs û siyasetmedar û berdevkên me dibêjin em yeksaniyê dixwazin, em mafê çarenûsê dixwazin, em ji bo azadiya kurdan siyasetê dikin filan û bêvan, divê em ji wan bixwazin eşkere bikin ka mebesta wan ji van tiştan çi ye. Em nikarin tenê bi gotinan bigihîn azadiya xwe. Divê palpişta van gotinan bên qahîmkirin û li sûka siyasetê, bazara van tiştan bê kirin.

***

Heftiya borî min behsa azadiya neyînî û erênî kir. Azadiya neyînî nebûna desttêwerdan û sînordarkirinên derekî ne li dijî serbestiya mirovan. Azadiya erênî jî hebûna hêz û kapasîteya mirovan e ka çawa li serê xwe biryaran didin û jiyaneka çawa ava dikin. Ji bo azadiyeka kamil divê mirov pêşiyê xwe ji astengî û qeydûbendên dest û lingên mirovan girê didin xilas bikin. Piştî dest û lingên mirovan vebûn û mirov bûn xwedîdesthilat, hingê mirov dikarin jiyaneka li gor dilê xwe saz bikin. Baş e, ev desthilatdarî çi ye?

Gelek têgeh û gotin hene bi awayekî otomatîk ketîne jiyana me û em dibêjin qey em baş fêm dikin. Bo nimûne, têgehên wek azadî, yeksanî, desthilat hwd… Ev têgeh li ser zimanê her kesî ne û mirov dibêje qey wateyên wan eşkere û beyan in, lê gelo bi rastî jî welê ye? Bo mînak, em van gotinên li jêr her roj dibihîsin:

  • ‘Em jibo azadiya Kurdan siyastê dikin’: Erê gelo azadî çi ye? Yanî çi bi destê me bikeve em ê bêjin em azad in?
  • ‘Em yeksaniyê dixwazin’: Erê yeksanî çi ye? Yanî çi tiştên me bişibin hev em ê bêjin em yeksan in?
  • ‘Em doza mafê çarenûsê dikin’: Erê mafê çarenûsê çi ye? Yanî çi maf bikevin destê me em ê bêjin me mafê çarenûsa xwe bi dest xist?

Ev mînak dikarin gelek zêdetir bibin. Ev têgehên bi şev û roj li ser devên me ne, em hişyarane nizanin tên çi wateyê. Esasen wek ronahiyên di nav mijekê de ne. Em nizanin ka erebe ye, motor e yan jî gulopa malekê ye… Heta em wan berçav nekin û nezanin tên çi wateyê em nikarin wan bi dest bixin jî.

Em vegerin ser meseleya xwe. Pirsa min ew bû ka gelo desthilatdarî çi ye. Li vê derê ez ê ji we re piçekê vekim ka çi formên desthilatdariyê hene û wexta em bibêjin em dixwazin bibin desthilatdar em bi rastî çi û çi dixwazin. Ji ber ku, wek min di nivîsara xwe ya borî de behsê kirî, em Kurd hê negihane azadiya neyînî, ez ê bi perspektîfeka azadiya neyînî li meselê binêrim. Yanî, em dibêjin em bindest in û destek li ser serê me ye. Gelo ew dest çi ye? Em çi bikin em ê bêjin ew dest ji ser serê me rabû?

Popay û hevalên xwe behsa çar kategoriyên hêzê dikin. Ev hêz nahêlin kontrola mirovan bikeve destên wan. Anku em van çar formên hêzê bi dest bixin em dikarin bêjin em desthilatdar in, yanî ji bindestiyê xilas bûne. Wek karmend û lêkolereke saxlemiya civakî ez referansa Popayî, yanî referansekê ji beşa xwe didim. Helbet meseleya hêz û desthilatê ji aliyê siyasetmedar û ekonomîstan ve yan jî derûnnas û gelek beşên dî ve bi awayên cuda jî dikarin bên nîqaşkirin.

Li gor Popay ev çar formên hêzê azadiya mirovî tengav dikin:

Hêza bivênevê (mecbûrî): Hêza mecbûrî, hêza fermî ya berbiçav ya dewletê nîşan dide. Ev hêz asayiş û nîzama civakê mîsoger dike. Yanî, dihêle civak bikare bi hev re bijî û berdewamiyê li jiyana xwe ya rojane bike. Çi tişt dikevin vê kategoriyê? Hêza sereke ya nîzamê, qanûn û makeqanûn in. Kî van qanûnan dadine? Parlemento. Kî van qanûnan bicih dike? Hêzên ewlehiyê, dadwer û mehkeme. Yanî berî her tiştî divê em bibin xwediyê hêzê li dezgehên biryardayînê û çêkirina qanûnan. Heta em nebin xwediyê dezgehên qanûnçêkirinê em nikarin nîzameka li gor pêdivî, nirx û daxwazên xwe pêk bînin.

Hêza dezgehî: Hêza dezgehî kontrolkirina dezgehên fermî destnîşan dike. Yanî xwedîbûna biryaran li dezgehên fermî. Ka gelo ev dezgeh bi çi awayî dimeşin, ji bo kê xizmetê dikin û rê û rêbaz û prosedûrên wan li gor kê tên sererastkirin? Bo mînak dezgehên wek nifûsê, dezgehên saxlemiyê, yên perwerdeyê… Gelo ev li gor nirx û pîvanên kê dimeşin û nirx û pîvanên kê piştguh dikin? Meseleya zimanî jî dikare bikeve vê kategoriyê. Yanî gelo ev dezgeh bi zimanê kê xizmetê didin û axêverên kîjan zimanî ji van xizmetan bêpar dimînin?

Hêza sazûmanî: Hêza sazûmanî ew hêz e ku gotara civakî digire destê xwe û normên civakê diyar dike. Li gor van norman hîyerarşiyekê di nêva pêkhateyên xwe de çêdike. Gelo kîjan netewe, ol an kom ji hevkûfên xwe bilindtir in an kêmtir in. Gelo nasnameyên cuda bi çi awayî li nav civakê tên pêkanîn. Bo mînak ne tenê di dezgehên fermî de lê di nava civakê de jî kurd, elewî, êzidî wek neteweyên ji sinifên kêmtir tên dîtin. Divê hêza kontrolkirina van qalib û nasnameyan bikeve destê mirovan. Kontrola gotara civakî ne di destê komekê de be, ew kom mecbûr dimîne nasnameya li ser wan tê sepandin qebûl bike. Dezgehên ragihandinê di vî warî de gelek giring in. Ev dezgeh ji ber ku wan zanyarî û nasnameyan belav dike dibe xwediyê hêzeka mezin. Dezgehên perwerdeyê jî helbet di vî warî de divê neyên jibîrkirin.

Hêza hilberînê: Hêza hilberînê, li gor Popay, diyar dike ka kîjan kom û civak zanyariyan hildiberînin. Yanî zanîn li ser nirx û esasên kîjan grûbê tê avakirin. Bo mînak di mûfredata perwerdeya Tirkiyê de Dîroka Kurdan qet bi cih nagire. Heger cih bigire jî, wek kesên xirab tên nîşandan. Yanî nifşên nû (tirk, kurd an jî neteweyên dî hemî) yan bêyî agahdarbûna hebûna kurdan mezin dibin, yan jî wan wek komek xirab û kêm nas dikin. Zarokên kurdan jî, bi qehremaniyên lehengên tirkan û bi şerma kurdbûnê mezin dibin. Heman tişt di warê wêje û çand û hunerê de jî heye. Hemî zarok berhemên Halide Edib Adıvar û Ömer Seyfettin dizanin lê ti kes berhemên wek Mem û Zînê nas nakin. Yanî divê hêza çêkirin û kontrolkirina zanînê bikeve destê me. Hêza diyarkirina mûfredat û lêkolînên zanîngehan… Hemî zanînên niho berdest in li ser esasê Tirkbûnê hatîne çêkirin.    

Bi kurtasî, em bêjin eger em bûne xwedî desthilat, divê berî her tiştî em bibin xwediyê dezgehên qanûnçûkirinê, mehkeme û dadweran, û hêza ewlehiyê ji bo parastin û bicihkirina qanûnan. Divê em bibin xwediyê dezgehên fermî da ku xizmetan li gor nirx û pêdivî û pîvanên xwe pêşkêşî civaka xwe bikin. Divê em bibin xwediyê gotara civakî ku diyar dike kî ji kê kêmtir e û em nehêlin nasnameya me wek nasnameyeka kêm bê dîtin. Divê em bibin xwediyê hilberîn û çêkirina zanînê da ku li gor fêmkirina xwe zanînê ava bikin û nehêlin zarokên me li gor pîvanên xelkê mezin bibin. Wek welatiyên jirêzê, wexta berpirs û siyasetmedar û berdevkên me dibêjin em yeksaniyê dixwazin, em mafê çarenûsê dixwazin, em ji bo azadiya kurdan siyasetê dikin filan û bêvan, divê em ji wan bixwazin eşkere bikin ka mebesta wan ji van tiştan çi ye. Em nikarin tenê bi gotinan bigihîn azadiya xwe. Divê palpişta van gotinan bên qahîmkirin û li sûka siyasetê, bazara van tiştan bê kirin.

Çavkanî

Popay J, Whitehead M, Ponsford R, Egan M, Mead R. Power, control, communities and health inequalities I: theories, concepts and analytical frameworks. Health Promotion International. 2021 Oct 1; 36 (5): 1253-63.

Şîrove bike