HSDê 120 xalên leşkerî danîne

02/11/2023
Wêne: Rûdaw

Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê, li ser peravên Çemê Firatê 120 xalên leşkerî danîne.

Li gorî nûçeya Rûdawê Nivîsgeha Ragihandinê ya Bakurê Rojhilatê Sûrîyeyê ya Rêveberiya Xweser ragihandîye ku HSDyê li Dêrezorê li ser peravê Çemê Feratê 120 xalên leşkerî danîne.

Li gorî zanyarîyan ev yek ji bo ewlehîya herêmê û xurtkirina çavdêrîyan û bergirîya li ber derbasbûna grupên çekdar hatîye kirin ku berîya çend rojan grûpên çekdar gelek caran hewl dane ji alîyê rojavayê Çemê Feratê derbasî rojhilatê çemî bibin.

Ji bo van 120 xalan tê gotin ku Hevpeymanîya Navdewletî amûrên çavdêrîyê yên termal terxan kirine.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan” e ku li cehalet û nezaniya

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman