Îro li sînorê nehîya Şwanê ya Kerkûkê, balafirên şerî dest bi berdana bombeyan kirine. Hê ne dîyar e ka ev balafir ên artêşa Iraqê ne an ên Hêzên Hevpeymana Navneteweyî ne.
Çi qewimîye?
Li gorî agahîyan, balafirên şerî li bakurê rojhilatê navenda bajarê Kerkûkê, li sînorê nehîya Şwanê dest bi bombebarana hin herêman kirine. Muxtarê gundê Tepekooreyê, Mam Hejar ji Rûdawê re ragihandiye ku navbera gundên Tepekoore û Elî Mûsa de çar caran hatiye bombebaran kirin.
Çavkanî: Rûdaw, Botan Times