BEXTEWARIYA JIBÎRKIRINÊ

Gelo mirov salê carekê wêneyekî dîrokî parve bike û 2-3 deqîqe şûnde ji bîr bike, ev dibe bibîranîn, an jî jibîrkirin? Ji jibîrkirinê qesta me bi temamî devjêberdana dîrokê ye gelo? Eger werê be em ê çawa hişmendiyeke hevpar ava bikin? Eger em bi temamî dev ji êşên gelên xwe berdin, em ê çawa hişmendiyeke neteweyî ava bikin?

***

Çend roj berê, roja 20ê hezîranê, di şewata ku di nav Mêrdîn û Diyarbekirê de derket, 15 insanên me, di nav şewatê de man û mixabin jiyana xwe ji dest dan. Em pir li ber wan ketin. Em hêrs bûn, em xemgîn bûn. Dilê me bi wan şewitî, dilê me bi me şewitî!  Gelo 1-2 sal şûnde, ew ê werin bîra me? Navê wan, emrê wan, rûyê wan wê çiqas di hişê me de ji xwe re cih bibînin? Gelo bêyî ku navê wan bînin ziman, em ê bikarin bi rehetî bibêjin “çend sal berê 15 kes miribûn!” An jî wê wek gelek bûyeran, gelek insanan, ew jî bên jibîrkirin û di nav tariya hişê me de wenda bibin!

Dîrok, herçiqas rojên berê îfade bike jî, wek tişteke zindî tim xwe nû dike. Bûyeran li xwe zêde dike û wek çerxekê digere. Di nav çerxa dîrokê de, gelo çiqas tişt tên bîra me? Ne sed sal û hezar sal! Ji sala par, ji mehên berê an ji duhî, çiqas tişt di bîra me de dimînin? An jî em li gor kîjan krîteran tiştan ji bîr dikin an di hişê xwe de dikolin? Ev pirsên li ser jibîrkirinê, bi tena serê xwe piralîbûna pêvajoya jibîrkirinê nîşanî me didin. Hişê mirovan, wek çavkaniyeke girîng, him tiştên nû hîn dibe, him jî tiştan ji bîr dike. Ji ber vê sedemê, fîlozofê Serdema Navîn Agustînus, jibîrkirinê wek perçeyeke hişê mirovan dibîne. Agustînus, hişê mirovan wek xizîneyeke giranbuha pênase dike û dibêje, mirov çi bixwaze di nav vê xizîneyê de dikare bibîne. Eger jibîrkirin jî perçeyek hişê mirovan be û di nav xizîneyê de cih bigire, gelo em dikarin bibêjin ku jibîrkirin tişteke girîng e?

Antropolog Marc Auge, di pirtûka xwe ya  “Les formes de l’oubli” (Cureyên Jibîrkirinê) de, bersiva vê pirsê dide û dibêje, belê, jibîrkirin tiştekî girîng e! Ji bo ku em di dema niha de bimînin û dema niha bijîn, jibîrkirinê wek tişteke girîng û ferz derdixe pêşiya me. Gelo li vir Auge qala jibîrkirineke çawa dike? Yanî ji bo ku em bijîn û ji dema niha veneqetin, divê em bi temamî dev ji paşeroja xwe berdin û wê ji bîr bikin?  Ji bo vê pirsê, Nietzsche dengê xwe bilind dike û ji me re dibêje, belê, dîrok û girêdayîna dîrokê, li ber jiyana me wek astengeke mezin e û nexweşiyeke bitalûke ye. Eger em nikarin ji vê nexweşiyê xwe xelas bikin, em ê nikarin girêdayîneke xurt bi jiyana niha re ava bikin. Loma li gor Nietzsche, divê mirov ji nexweşiya girêdayîna dîrokê xwe xelas bike û dîrokê ji bo jiyana niha em tê de bikar bîne. Gelo bi rastî jî dîrok li ber jiyana me astengek e? Gava em dev ji dîrokê berdin û paşerojê ji hişê xwe paqij bikin, bi rastî jî em ê bikarin jiyanekê ava bikin? Bifikirin, em Komkujiya Dersimê ji bîr bikin, qet qala Komkujiya Enfalê nekin, insanên me yên li Mehabadê hatine îdamkirin, zarokên me yên li Sînemaya Amûdê hatine şewitandin… Gelo em ê bikarin van bûyeran bi rehetî ji hişê xwe paqij bikin û tenê li dema niha binêrin? Bêyî ku em dev ji dîroka xwe berdin û ji bîr bikin, gelo em nikarin jiyaneke bextewar ava bikin?

Nêrînên ku dîrokê li ber jiyana niha wek astengekê dibînin, bingeha xwe li ser fikreke hevpar ava dikin. Qebûla wan ev e ku, eger em tim qala dîrokê bikin, tim di nav rûpelên dîrokê de bimînin, em ê nikarin derî li jiyaneke nû vekin. Û em ê nikarin bextewar bibin. Ev nêrîn, wek nêrîneke pir şaş xuya nake. Bi taybetî ji bo milletekî wek me, dîroka wî bi êş û komkujiyan hatine dagirtin! Eger em her roj komkujiyekê, qetlîamekê bi bîr bînin, gelo em ê bikarin bi jiyana îro re têkiliyekê ava bikin? Wê çaxê em ji bîr bikin! Em guh nedin dîrokê, em Sala Şewatê, Helebçeyê, Komkujiya Geliyê Zîlanê ji bîr bikin. 15 insanên me yên di şewatê mirin, em ji bîr bikin û em li jiyana xwe ya îro binêrin. Wek ku mirovên bi bertekên tund (!) wêneyên şewatê û mirina 15 insanên me parve kirin û 2-3 deqîqe şûnde jî sûretên xwe yên gerrê, seyrana xwe ya li qeraxa çeman bi kêf parve kirin. Li vir divê em di nav jibîrkirina dîrokê û bibîranîna dîrokê de tercîhekê bikin. An em ê dev ji dîrokê berdin û li îro binêrin, an jî em ê li dîrokê xwedî derkevin! Li gor Nietzsche, gava em li dîrokê xwedî derkevin û tim dîrokê bi bîr bînin, em ê nikarin bextewar bibin. Çimkî bibîranîna dîrokê, tim êş û janê dide mirovan û rê li ber bextewariya wan digire. Omer Xeyyam jî 1000 sal berî Nîetszche li ser heman mijarî serê xwe diêşîne û di rûbaîyeke xwe dibêje:

Ji çehreya gulê nesîmê re nûroj xweş e

Di nav şînahiyê de ew ruwê dilsoj xweş e

Ji wan roj buhurî tu çi bêjî, ne xweş e

Dilgeş be û behsa doh neke ku îroj xweş e [1].

Xeyyam jî rojên buhurî û dîrokê li ber bextewariyê wek astengekê dibîne û dibêje heta tu behsa duhî bikî, heta tu di nav dîrokê de bimînî, tu nikarî dilgeş û bextewar bibî. Gelo jibîrkirin bi rastî jî bextewarî ye? Wek ku qet tiştek nebûbe, bi rehetî mirov dikare çavên xwe li rojeke nû, li jiyaneke nû veke? An jî bo bextewariya îro mirov dikare dîroka xwe feda bike? Gelo mirov nikare di nav dîrok û roja îro de pirekê ava bike, hevsengiyekê ava bike?

Hunermendê Alman Gunter Demnig, ji bo ku cihuyên ji aliyê naziyan ve hatine kuştin neyên jibîrbikin li kuçeyên Almanyayê keviran bi cih dike: Kevirên Likumandinê. Kevirên ku li ser wan navê cihuyan hatine nivisandin, li nav rê û peyarêyan bi cih dike û dibêje di nav herka jiyanê de cihuyên hatine kuştin ji bîr nekin. Her gava lingê we li van keviran ket, bila bê bîra we ku ev cihuyên hatin kuştin jî demekê li van deran bûn û li ser van rêyan meşiyan. Navê projeya Gunter Demnig, wek ku dixwaze bala me bikşîne ser tiştekî. Wek ku dixwaze ji me re bibêje, dîrok û bibîranîna dîrokê rê li ber jiyana we nagire, tenê we dilukimîne. We dilukimîne ji bo ku hûn bizanin kevirên dîrokê tim di nav jiyana me de ne. Ew kevir li ber jiyana me ya îro nabin asteng, berevajî wê, îmkanê didin ku em pê siberojekê ava bikin.

Helbet jibîrkirin jî wek bibîranînê perçeyeke jiyanê ye. Hetta li gor zanyarê çandî Aleida Assmann, jibîrkirin ji bibîranînê bêhtir rewşeke insanî û civakî ye. Lê divê em li vir jibîrkirin û bibîranînê baş fêhm bikin. Bibîranîn çi ye? Gelo mirov salê carekê wêneyekî dîrokî parve bike û 2-3 deqîqe şûnde ji bîr bike, ev dibe bibîranîn, an jî jibîrkirin? Ji jibîrkirinê qesta me bi temamî devjêberdana dîrokê ye gelo? Eger werê be em ê çawa hişmendiyeke hevpar ava bikin? Eger em bi temamî dev ji êşên gelên xwe berdin, em ê çawa hişmendiyeke neteweyî ava bikin? Ev pirr pêkan xuya nake. Belkî jiyaneke li ser dîrokê ava bûye û berê xwe daye siberojê bibe çare. Yanî ne bîranîneke bi 2-3 deqîqeyan. Di her gavê de, di her tevgera nav jiyanê de haya mirovî ji dîrokê hebe û bi vî awayî mirov siberojeke hevpar ava bike! Gelo ev ne mumkin e? Eger em ji bo bextewariyê, em qet êşên xwe yên dîrokê neyînin ziman, qet qala wan nekin, wan tune bihesibînin, em ê bikarin bibin em? Eger em xwe ji bîr bikin, gelo em ê bikarin xwe bigihînin siberojê?  An jî em ê bên jibîrkirin û wenda bibin. Wek fîlozofê Sedsala 20an Gadamer dibêje, tiştê hatî jibîrkirin, tiştê nehatî gotin e!


[1] Omer Xeyyam- Rubaiyat. Ji Parsî: Sabah Kara -Weşanên Nûbiharê/ 1998

Şîrove bike