“Ji sedî 28,88ê xwendevanên Botan Timesê master an dokora kirine, ji sedî 43,5ê wan xwe wek “neteweperwerên kurd” dibînin, herî zêde ji ber “bêalîtî” û “kalîteya bilind” Botan Timesê dixwînin. Emrê navînî yê xwendevanan 33 ye…”
Botan Timesê digel lêkolînerên* Zanîngeha Harvardê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rapirsînek/anketek kiriye.
Ev daneyên li jorê hin ji encamên wê rapirsînê ne. Lêkolîneran li 1326 kesan rapirsînek daye dagirtin û bi 200 kesan re hevpeyvînên hûr û kûr kirine. Ji 1326 kesan 296 kes xwendevanên Botan Timesê bûne.
Ez ê hewil bidim bi perspektîfa rojnamegerîya kurdî û ya navneteweyî daneyan şîrove bikim. Gelek tiştên ji bo rojnamegerîya kurdî pozîtîf ji bo rojnamegerîya navneteweyî negatîf in an jî carinan rewş berevajîyê vê yekê ye.
Master: %22.38, Doktora: %6.50 – Emrê navîn: 33
Dema mirov di destpêkê de li vê daneyê dinêre wek tiştek pozîtîf dibîne. Mirov dikare bibêje çavên akademîsyenên ciwan ên kurdî-xwîn li Botan Timesê ye.
Lê dema mirov piçekê ji dûrtir ve li ve li dîmenê giştî binêre rewşeka dil-şikên heye.
- Xwendin û nivîsîna kurdî bûye şîyaneka welê ku mirovên di asta bilind a xwendinê de xwediyê wê ne.
Ji ber nebûna perwerdeya kurdî civaka kurdan tirkî-xwîn in. Ji bo mirovek bibe kurdî-xwîn divê xwe bi xwe perwerde bike. Ji bo perwerdeyeka xwe-bi-xwe disîplîn, sebir û têgihiştineka bilind lazim e. Mirovên xwediyê vê yekê jî herî zêde ew kes in ku di akademîyê de ne, nivîskar in, rojnameger in, hunermend in…
Helbet em bi referansa daneyên Botan Timesê şîrove dikin û bi texmîna min ji pîşeyên dî zêdetir meyla akademîsyenan ji bo dagirtina lêkolîn û anketan heye. Rêje nîvê 28ê jî be dîsa bilind e, ji ber ku ev rêje jî ji rêjeya akademîsyenên civata kurdî bilindtir e.
Malperên** reytîng-pîv dîyar dikin ku “ji malperên Tirkiyeyê malpera Kurdî ya herî zêde tê xwendin Botan Times e.” Bi vê yekê ev dane temsîlîya jimareka mezin a kurdî-xwînên li Tirkiyeyê dijîn dike.
Ciwan nivîsên medyaya dîjîtal a kurdî dixwînin
Dane û profîla xwendevanên Botan Timesê nîşan dike ku rêjeya herî mezin a xwendevanên Botan Timesê di 20-30 salîya xwe de ne.
Li gor daneyên malperê û Google Analyticksê di meha Îlonê de 21 hezar kesan, 70.000 caran Botan Times xwendiye û tê de Milyon û 300 hezar çalakî kirine.
Ew fikra ciwan naxwînin nayê wê wateyê ku yên pîr dixwînin. Ji bo medyaya dîjîtal em dikarin bifikirin ku ciwan ji pîran an navsereyan zêdetir dixwînin.
Xebatkar dixwînin
Nêzîkî ji sedî 70yê xwendevanên malperê ji mehaneya herî kêm zêdetir pereyan qezenc dikin.
Ew kesên bi zimanê kurdî dixwînin bi rêjeyeka zêde xwe wek “neteweperwerê kurd” bi nav dike.
*Me ji bo parvekirina daneyên Botan Timesê destûr standiye û lêkolîneran nexwestin di vê asta lêkolînê de navên wan bêne eşkerekirin.
**Alexa, Similarweb.