Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Leyla Zana û Tuncer Bakırhan dê biçin Colemêrgê

05/06/2024

Hevserokê Giştî yê DEM Partîyê Tûncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana piştî tayînkirina qeyûmî bo Şaredarîya Colemêrgê, dê biçin Colemêrgê.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê tê payîn ku Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana îro bên bajêr. Bakirhan û Zana yên tê payîn ku saet di 13.00’an de diketina bajêr de bin dê li vir bi girseyî bên pêşwazîkirin. Tê payîn ku Bakirhan û Zana piştî pêşwazîkirinê dê bi girseyê re ber bi navenda bajêr re bimeşin. 

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê vê mehê bi daxuyanîyeka nivîskî ragihandibû ku wan qeyûm tayîn kirîye bo Şaredarîya Colemêrgê.

Piştî vê yekê, li ser daxuyanîya DEM Partîyê li ber derê gelek şaredarîyên Kurdistanê çalakîya rûniştinê dest pê kir û li çendîn cihan xwepêşandan û meşan dest pê kir.

Piştre walîtya Amed û Colemêrgê ragihand ku hemî cure çalakî qedexe ne heta çend rojan.

Li ser tayînkirina qeyûmî bo ser Şaredarîya Colemêrgê gelek karvedan hatine kirin û çendîn sîyasetmedar û serokên partîyan daxuyanî li ser dan.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan