Peykerên Penaber

Peykerên Penaber
Peykerên Penaber
Nûjîn Onen

Min dîsa berê xwe da pêşangehê, sê zarok li dora peykerekî zîz bûne, zêde nêzîkî wan nebûm min xwest fêm bikim ka çi dikin, tevgerên wan bala min kişandibû. Peykerê Mîrekî, her du destên wî bi zincîrên zingargirtî kelepçekirîbûn. Van her sê zarokan dixwest wî peykerî azad bikin ji wê bindestiyê. Mifteya rizgarkirinê di serê wî de bû, lê zarokan hewil dida bi destê xwe wan zincîran bişkînin. Zarokên me dê zincîrên zingargirtî bişkînin û bibin sedema rizgariya miletê xwe.

***

Dema min çavê xwe vekir, deng ji dîwarên wê mala dîrokî ya 650 sal berê dihat, dengê keçvî, çetel û zarokan weke senfoniyekê tevlîhev bibû, jina malê weke şefa orkestrayê dengê wê bi ser yê her kesî diket, li wir min dengê bextewariyê dibihîst. Di jiyana xwe de min cara yekem dengê bextewariyê bihîstibû. Barana êvarî bi ser bajêr ve herikîbû, gemara kuçe û kolanan şuştibû. Dema min lempeya odeyê vêxist, ew dengê ji dîwêr dihat ji nişka ve qut bû. Li şaneşîna vê mala dîrokî hevalên di koma me de taştê amade dikirin. Cara yekem, li gundekî me, pêşangeha peykerên hesinî dihat lidarxistin. Mamoste Seywan bi kelecanî dixwest her tişt bi rêk û pêk be, virde û wêde diçû dihat. Taştêya roja ewil weke ya mêvanan bi xeml bû çi tiştekî kêm tunebû. Min cilên xwe li xwe kirin û kitana diya xwe li dora stûyê gerand, ji ber ku ruhekî wê hebû di hemû qonaxên jiyanê wê de, ew kitan her tim li ser serê wê bû, niha jî li stûyê min bû, di her qonaxên jiyana min de ligel min e. Carna hestên ku kitanek an alavekî din li cem mirov peyda dike, mirov li cem mirovekî nabîne, Di vê jiyanê de ji xeynî mirovan jî ruhê gelek tiştên din heye bi ya min…

Dema derketim şaneşînê taştê amade bû, bêhna axê, kulîlkên baxçe û hênikahiya bayê sibehê girt ser çavê min. Dengê hespekî çargavî ji kuçeyê dihat, bi kelecanî nêzî qeraxa şaneşînê bûm, jineke bi bejn û bal li ser hespekî qehweyî, dema tîrêjên tavê dida hespê weke zêr diqiriqî, porên jinê li ber bayê Mêrdînê weke perperokan direqisî. Heta hesp û jin li ber çavan wendabû min çavê xwe ji wan veneqetand. Hemû heval rûniştibûn bi ecele xwarin dixwarin ji bo em bi rê kevin. Min jî li ser piyan hinek nan û penîr xwar, kameramanên ji îranê hatibûn Hemîd û Elîreza amadekariya xwe kir û me berê xwe da qada bajarê kevn. Bi piştgiriya muzexaneya Mêrdînê, ev projeya mamoste Seywan pêk hatibû. Ez jî weke rojnamegerekê, min di vê proje û belgefîlmê de cîh girtibû. Di nav kolanên bajêr de em dimeşiyan, ji bo zarokan rojê berî hilatina tavê dest pê kiribû. Du keç û zarok, bafirokek di destê wan de, li ber bê dixistin û direviyan ji bo ku bifiriya, bayê çiyayên Mêrdînê têra firîna bafiroka wan dikir. Keçika gulîzer û rûgeş bi benikê bafirokê girtibû û direviya, diqîriya ji kêfan digot; ‘’ Bifiree bifire bigihêje tavê’’ Xeyalên zarokan digihijin ezmanan û heta tavê, cîhana xeyalên wan ji ya me mezintir e û paqijtir e weke berfê, ya me weke ewrên li ber baranê ye ne bihêz e, em xwediyê xeyalên bêbiryar in.

Dema em gihiştin qadê erebeya muzeya Mêrdînê û ajokar li benda me bû. Me alavên belgefîlmê li erebeyê bar kirin. Peykerên penaber jî di kamyonetê de hatibûn rêzkirin. Peykerê zaroka bafirok, di nav destan de li ser gişan xuya dibû. Kamyoneta peykeran li pêş, em jî li paş bi rê ketin. Bajar hîn nû ji xewê hişyar dibû, Kevirên zerînî ji tîna tavê hêdî hêdî disincirî, otobûsên turîstan berê xwe dabû bajarên kevn, ev bajar ji bo mêvanan her tim amade bû, bi dêr û mizgeftên xwe bi avahiyên xwe yên dîrokî, gerdena xwe bi xişiran xemilandibû. Qehweyên mazûvanîyê yên bajêr ji bo mêvana her tim amade bûn. Êdî em ji bajêr dûr ketibûn, cara yekem li gundekî, pêşangehek li gundekî Mêrdînê, li Xursê vê koma me wê amade bikira û belgefîlma hunermendê kurd ê îranê Seywan Seadîan dê bihata girtin. Dîmenên ser rê dişibiyan jiyana mirovan, hin der bi dar û beran hatibû xemilandin, dema tu pêş diketî, darekê tenê li serê çiyayekî pelên xwe weşandibûn, tu hinekî din diçûy rûbarek bi xuşîn diherikî, dîmenên xwezayê dişibiyan qonaxên jiyanê, her tişt di xwe de dihewand. Ev hemû qonaxên jiyanê û xwezayê mirov dike weke çiyayekî zexm. Dema em gihiştin xursê saeta derketina zarokan ya dibistanê bû. Kamyoneta peykeran li ber dibistanê sekinî qadeke fireh bû, ji bo pêşangehê cîhekî gelekî baş bû. Dema çavên wan bi peykeran ket hemû reviyan ber bi kamyonetê ve, bi destên xwe yên biçûk alîkariya me dikirin da ku em peykeran bi cîh bikin. Her zarokekî jî, ji kîjan peykerî hez bikira weke ji zarokekî ji xwe biçûktir hez bike jê hez dikir. Yekî peykerê bizinekî kiribû hembêza xwe, destê xwe li ser serê wî digerand. Zarokekî din peykerê zarokekî ku erebeya xwe li pey xwe kaş dike hilgirtibû destê xwe û bi erebeyê dilîst. Peykerên hesinî, xwe gîhandibûn dilê zarokan û ruh bi wan ketibû, bi wan re dilîstin. Jineke navsera hatibû ji nêz ve temaşe dikir. Di destpêkê de ji bo wan tiştekî xerîb bû lê piştre dema me ji wan dipirsî ka we ji wan hezkir an na? Wê jinê digot’’ Ev hemû perçeyeke jiyana me ne, bizin, çêlek, zarok û perçeyên hesinan. Ew ne xerîbê vê hunerê bûn. Tenê ji ber şertên tê de, ji hûnerê bê par mabûn. Huner bibû dilxweşî û kêfxweşiya dewlemendan lê ji bo kesên li gundekî dera hanê dijîn bibû alavên xerîb. Vê carê huner ji muzexaneyê derketibû û berê xwe dabû gundên Mêrdînê. Dibe ku peykerek di ruh û xeyalên zarokekî de zindî bibûya û bûba sedema vejîna hunermendekî. Şêniyên gund li dora me civiyabûn, di rûyê wan de dilxweşiyek hebû, xwezaya xursê hembêza xwe ji me re vekiribû. Tava payîzî dabû rûyê min, çavên min ji ber tîrêjên tavê dihat girtin, xewekê xwe li rûyê min pêçabû. Ji nav qerebalixiyê derketim. Li ber siya dîwêr rûniştim. Li paş min paceya malekê vekirîbû bêhna paqjiyê ji hundir dihat, dişibiya bêhna aramiyê, min pişta xwe sipartibû dîwêr ji nişka ve seriyek derket ji paceyê jineke xavik û spî got 

  • Merheba keça min. Xuya ye tu westiyayî yî ka ez ji te re çayekê bînim? Min dizanîbû dema me xerîbek didît ji bo ku xwe aîdî wir his bike jê re digotin keça min an kurê min. Ev dilsoziya, germahiya li tu deverê din tunebû li cem me kurdan gelekî berbelav e. 
  • Dema min serê xwe zîvirand û li rûyê nihêrî, qermîçekên rûyê wê li qeraxa çavên wê û lêvên wê hîn nû derketibûn, lê çavên wê weke kulîlkên ber biharê tijî hêvî bûn. 
  • Dayika min tadê nede xwe ez betilîm, min xwest ku bêhna xwe vedim. 
  • Na keça min, çaya min li ser êgir e bisekine vay ez têm. 
  • Dema hat di temsîkê de nanê tenûrê, penîrê gund, mastê mîha firîngî û îsotên baxçê xwe û çay anî bû. 
  • Dema min ew hewildana wê ya ji bo min dît hemû giraniya li ser min çû.
  • Dayika min destê te sax be.
  • Tu jî sax be keça min ma min çi kiriye, em pariyek nan jî nedin mêvanê xwe çi wateya vê jiyanê heye. Min got belkî tu cixarê dikşînî min ji te re tûtina xursê jî pêça. Kenek bi ser rûyê min ket û min got;
  • Dayê ez cixarê nakşînim lê min tûtina xursê her tim meraq dikir piştî çayê ez ê vexwim. 

Bextewarî di nav kêliya de veşartî bû, weke berfê dibariya û hêdî hêdî an jî ji nişka ve di hundirê mirov de diheliya. Ji bo bextewariyê ewqas dûr neçin.  Min temsîka xaltîka Sewdetê da û destê wê maç kir û min dîsa berê xwe da pêşangehê, sê zarok li dora peykerekî zîz bûne, zêde nêzîkî wan nebûm min xwest fêm bikim ka çi dikin, tevgerên wan bala min kişandibû. Peykerê Mîrekî, her du destên wî bi zincîrên zingargirtî kelepçekirîbûn. Van her sê zarokan dixwest wî peykerî azad bikin ji wê bindestiyê. Mifteya rizgarkirinê di serê wî de bû, lê zarokan hewil dida bi destê xwe wan zincîran bişkînin. Zarokên me dê zincîrên zingargirtî bişkînin û bibin sedema rizgariya miletê xwe.