Berpirsyarîya Vejandin û Pêşxistina Zimanî

Gelo îro çend şagirdên Xanî hene ku hem rexneyên tund li desthilatdarên sîyasî û civakî yên kurdan bigirin hem jî ji bo vejandina hêvîyên paşerojê bi nîyeta duayan xewnan biçînin û xwedîtîyê li gewherên jîyanî yên kurdan bikin?

***

Ji ber destpêk, veguherîn û mirina wan, mîna zindîwerên din ji bo zimanan jî sifeta “zindî” tê bikaranîn. Bêguman ev zimanên zindî mîna hemû bûnewerên din ên gîyanewer bi xwedîtî û xizmetkirinê geş dibin û ji ber xemsarî û nezanîyê jî vedimirin û hêdî hêdî ber bi mirinê ve diçin. Di vê manayê da parastina jîyana zimanan di destê bikarhênerên wan da ye û li gor hêz, hişmendî û hestmendîya wan, zimanê wan yan geş dibe yan jî ditemire.

Vejandin û pêşxistin, bêjeyên erênî bin jî mixabin amaje bi dîyardeyeke nerênî dikin. Lewra ew zimanên ku pêwîstîya wan bi vejandin û pêşxistinê hebin xuya ye li hember zimanên din li paş mane û ji bo guhertina vê rewşê pêwîstîya wan bi “vejandin” û “pêşxistin”ê heye. Ji ber xemsarîya dîrokî ya kurdan, polîtîkayên asîmîleker ên dewletên serdest û nebûna derfetên sîyasî, civakî û perwerdeyî yên civaka kurdî, îro kurdî rûbirûyê kêşeyên mezin ên jîyanî bûye. 

Ji bo guhertina vê rewşê divê dezgeh û komên civakî û kesayetîyên hişmend û hestmend berpirsyarîya vî zimanî bigirin ser xwe û kurdîyê bikin karê xwe yê pêşîneyî. Bêguman berpirsyarî û xwedîtî; bi hêz, zanîn, hest û alîgirîyê dibe ku her yek ji wan amaje bi çîneke dîyarkirî dike. Hêz bi saya desthilata sîyasî û civakî, zanîn bi rêya dezgehên perwerdeyê û akademîyan, hest li ser destê hunermend û edebîyatvanan û alîgirî jî bi xêra civakeke rêxistinkirî û telqîn û bangeşeyên civakî tê bidestxistin ku hemû jî piştî demekê li hev dialin û hev temam dikin.

Em hemû dizanin ku nebûna desthilateke berdewam û seqamgîr a kurdan bûye sedem ku kurd ji vê çavkanîya sereke ya xwedîtîya zimanî mehrûm bimînin. Em dikarin bibêjin ku kêmasîya vê palpişta bingehîn bûye sedema sereke ya vê rewşa kambax û her ku diçe encamên wê yên nerênî bi ser civaka kurdî da bi xirabî dişikin. Aşkera ye ku hêvîya piştevanîyeke weha ji desthilatdarên bîyanî bêmana û pûç e. Lê ya xirab ew e ku di dîrokê da desthilatdarên kurd jî bi awayekî pêwîst xwedîtîyê li vê mijarê nakin û ya ku pişta kurdîyê xûz jî dike ev e.

Li gor çavkanîyên li ber destan, di nav kurdan da cara pêşî Ehmedê Xanî vê mijarê bi awayekî rasterast û zelal tîne rojevê. Li gor wî eger xudanekî alîkerem ê kurdan hebûya û piştevanîya îlm, huner, kemal (geşedan) û helbestê bikira dê “xelq”ê bi çavekî kêm li kurdan nenihêrta. Bi vî awayî Xanî bi aşkerayî dîyar dike ku nebûna piştgirîya “şahekî şahrewa” bûye sedema kêmbihabûna ziman û edebîyata kurdî. Herçend di dema xwe da vî tiştî ji mîrê serdema xwe ra bibêje jî Mîr Mîrza guh nadîyê û jê fam nake. Em ji gotinên wî têdigihîjin ku kêşeya sereke ya desthilatdarên kurd ne nebûna hêza wan e, tênegihîştina giringîya vê mijarê ye. Bi gotina wî eger mîrê serdema wî bi rastî jî xwe bida ber vî karî dikarî gelek tiştan bike. Lewra bi nezerekê dikarî sed barê “filûsê ehmer” (pereyê paxirî yê sor) bike “zêrê zer” lê “nezara wî zêde am e” (nêrîna wî zêde giştî ye), ji dil awirekî taybetî nade hizirên Xanî û sîkeya xwe ya hikumranîyê li ser qirtasîyeya kurdîyê naxe. 

Xanî bi van gotinan di serdema xwe da rexneyên tund li desthilatdarên kurd bigire jî rexneyên wî çavkanîya xwe ji dijminayî û neyartîyê wernagirin, berevajî ji kûrahîya dilşewatî û xêrxwazîyê hilditeqin. Loma jî tevî van rexneyên tund ji Xwedê lava dike ku desthilata Mîr Mîrzayî berdewam be. Lewra baş dizane ku hebûna desthilatê çend giring e û malxoyên navxweyî bêkêr bin jî ji bîyanîyên zîrek çêtir in. Ji ber vê wek berpirsekî ziman û edebîyata kurdî ya serdema xwe, rêya terbîyekirina wan dide ber xwe û di vê manayê da ji wan ra ‘dua’ dike.

Mixabin ev mîrata bêyom a desthilatdarên xwemalî heta roja îro jî berdewam e. Nezera wan ne tenê duh, îro jî “zêde am e”, “ji bo rizgarkirina mirovahîyê, bindestên dinyayê, ummeta îslamê” û gelek tiştên din xem bixwin jî tu car bala xwe nadine mijarên xwe yên taybetî yên mîna zimanê kurdî. Lê li hember vê xemsarîyê, pêşengên xelkê di serê vê sedsalê da ne tenê bi piştgirîya sîyasî û aborî, bi awayekî kirdeyî bi rojan di nav zimannasên zimanê xwe da rûdinin da ku zimanên xwe vejînin û bi pêş bixin. Mixabin pêşengên sîyasî yên kurdan heta îro jî zimanê xwe hêjayê wê yekê nabînin ku pê du sê rêzan binivîsin da ku ji ciwanên xwe ra bibin mînak. 

Çavkanîya duyem a desthilatê civak e. Eger civak xwe birêxistin bike dikare heta radeyeke baş bibe alternatîfa desthilata sîyasî û parîyek be jî cihê wê dagire. Eger em di çarçoveya mînakeke erênî da berê xwe bidine dîroka xwe, piştî hilweşandina mîrektîyên kurdan Bizava Neqşebendîtîyê bi medrese û xaneqayên xwe roleke weha digêre û rê li ber peydabûna dehan helbestvanên kurd vedike. Eger em anakronîkbûna vê tevgerê li alîyekî bihêlin, bi vê tora xwe û dezgehên xwe yên perwerdeyê nîşan didin ku bi hêza civakî mirov dikare heta radeyeke baş çand û zimanê gelekî li ser lingan ragire. 

Piştî salên 1940an bi derketina partîyên sîyasî û rêxistinên modern, hêza Neqşebendîtîyê dişike lê di nav kurdên bakurî da ev tevger nikarin bi qasî Neqşebendîtîyê jî xizmeta zimanê kurdî bikin. Rast e di medreseyên neqşebendîyan da jî zimanê kurdî ne zimanê yekem bû lê wek zimanê duyem be jî bi awayekî çalak kar pê dihat kirin û wek zimanê edebî dihat bikaranîn. Lê tevgerên sîyasî yên piştî 1960an li Tirkîyeyê di asta duyem da be jî nekarî dest bidin ber kurdîyê, tu car nehat hişê wan ku çavkanîyên xwe yên îdeolojîk û sîyasî wergêrin ser kurdîyê û di sîstema perwerdeya xwe da cih bidine zimanê xwe. 

Îro di nav kurdan da bi sedan partî, komele, weqif, cemaet û rêxistinên sivîl hene lê heta niha ji bilî çend awarteyan ev dezgeh xwe li hember zimanê kurdî berpisyar nizanin û karekî weha nakin ku parîyek be jî xwe bidin bin vî barî. Lê ji wan giringtir şaredarîyên bajar û bajarokên kurdan jî ji bilî çend pêngavên sembolîk wek dezgehên nîv sîyasî û nîv civakî li zimanê kurdî xwedîtîyê nakin. Bi rastî jî eger ev rêxistinên sivîl zor bidine şaredarîyan dikarin karên gelek mezin bi wan bidin kirin. Eger rêxistinên civakî hesta alîgirîya zimanê kurdî di nav civakê da geş bikin dikarin guvaşê li ser şaredarîyan bikin ku karên baş ji bo zimanê kurdî bikin û bibin şopîner û çavdêrê vê mijarê.

Bêguman ji bo çêkirina vê hişmendîyê û berhemanîna ramanên baş û bikêr erka sereke dikeve ser milên ronakbîr û akademîsyenên kurd û ji bo çêkirina hestmendîya zimanî jî berpirsyarîya mezin dikeve ser milên helbestvan, nivîskar û hunermendan. Lewra ev kes bi berhemên xwe dikarin zanyarîyên sûdmend berhem bînin û hestên kurdan li hember zimanê wan germ bikin. Ji Xanî û Hacî heta helbestvan, nivîskar û ronakbîrên nîvê yekem ê sedsala 20ê ev çîn di vî warî da karên giring bike jî mixabin ji ber konformîzma serdemî, angajebûna van kesayetîyan bi bernameyên sîyasî û îdeolojîk û meyla takekesîtîya hemdemî hêz û karîgerîya vê çînê lawaz dike. Ji ber vê em bi mixabinî dibînin ku ev stûna herî bihêz a kurdan ber bi lawazîyê ve diçe. Gelo îro çend şagirdên Xanî hene ku hem rexneyên tund li desthilatdarên sîyasî û civakî yên kurdan bigirin hem jî ji bo vejandina hêvîyên paşerojê bi nîyeta duayan xewnan biçînin û xwedîtî li gewherên jîyanî yên kurdan bikin?

Şîrove bike