Zemanên Dizîyê, Mekanên Xeyalî  û Seatên Çavên Zarokan

Zemanên Dizîyê,   Mekanên Xeyalî             û Seatên Çavên Zarokan
Zemanên Dizîyê,   Mekanên Xeyalî             û Seatên Çavên Zarokan
Serdar Şengül
  • 22 Nisan 2023 07:37

Yek ji mezintirîn komkujiya dinyaya modern û kolonîzekirinê li hemberî niştecihên Amerîkayê pêk hat. Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê li ser axa wan hate avakirin. 

Di pêvajoya mêtîngeriyê de ligel erd û asîman zeman jî hatine kolonîzekirin. Hem fêhm û feraseta zemên a gelên niştecih hate guhertin hem jî hebûna wan ji dîrokê hate jêbirîn. Di vê peywendê de, tekoşînên dijkolonyal ne tenê ji bo rizgarkirina axê bû lê di heman demê de ji bo rizgarkirina zemên jî bû.

Jimmie Durham xwe wekî niştecihê Amerîkayê û yekî ji Klana Cherokee a Guran pênase dike [1] û di warê edebiyat, peykersazî û videoartê de hunermendekî bi nav û deng e. Helbesteke navê Buying Time [Kirîna Zemên] nivîsandiye. Ew helbest baş nîşan dide ku texeyula zeman û mekan çiqas bi hev re giredayî ne û ji stûnên hebûnê ne.  

Kirîna Zemên

Bi pereyê ku bi dizîya axa me qezenckirin  

Ji xwe re parçeyek zeman kirîn 

Zemanê hewayê

Zemanê avê

Zemanê şer

Û zemanê binerdê

Bi vê digotin qey ji xwe re dîrok kirîn 

Lê gava ku ji paceya me ya hezarsalan li çend sedsalên ku îdia dikin dîroka wan e dinêrim

Û gava ku li milyonan gulên sor ên ku bi van hezar salan her biharê dibişkifin difikirim.

Zivistan çi qas spî bibin bila bibin

Ez di çavên zarokên me de saetan dibînim ku wekî stêrkan diçurisin. 

Durham, dizîya axê bi pêkanîna sermiyanê bo kirîna ezemên re girê dide. Mêtîngeran baş dizanin ku av, hewa, erd û binerd encax bi mohra ked û tecrûbeya însanan aîdê wan dibe. Ew tişt jî zeman divê. Ji ber vê yekê mêtîngeran pêşî zeman dizîn ku bîr û bîranên wan gelan yên derbarê axa wan de jêbirîn û keda wan înkar bikin. 

Bi vê ferasetê niştecîhên Amerîkaya Latînî di xwepêşandanan de ku ji bo protestokirina salvegera 500êmin a “Keşfa Amerîkayê” ya ji aliyê Christopher Colombus hat lidarxistin, bi tîrên xwe li birca seatê xistin, weke ku zemanê mêtîngeran nîşan dide û sedema hemû xerabiyan hatibe dîtin.

Di tesbîtkirina pêkanina “dinyaya modern” de jî nîşandayina zemên rolekê giring dileyize. Ji bo her pêşketinê û destpeka her qada zanist û hunerê “Merîdyena Greenwhicê” hat tesbîtkirin. Merîdyena Greenwich ku li bajarê Londonê cih digre li ser hev hatina zeman û mekan sembolîze dike. Seatên dinyayê li gor seatê Londonê tên eyarkirin. 
Di qada edebiyatê de jî bi saya Merîdyena Greenwichê, dûrahiya her bajarî tê pîvandin. Li gor vê pîvanê, merîdyena destpêkê, zemanê berhema edebî ya îroyîn, ango modernîteyê vedihewîne. Bajarên wekî London, Parîs, New York “bajarên ku sedsala 21ê niha lê disekine” tên qebûl kirin.  

Octavio Paz, di 1990î de dema Xelata Nobelê ya Edebiyatê werdigre axaftinekê bi sernavê “Li Şopa Zemanê Niha” dike û dibêje: Ji bo me amerîkiyên îspanyolî, zemanê niha yê heqîqî ne li welatê me bû: ew zeman bû ku îngilîz, alman, fransî û yên din tê de dijiyan. Ew zemanê New York, Parîs û Londonê bû.  

Ji ber ku xwe li dervayê zemanê dinyaya “hemdem” hîs dikin aîdî dinyayê jî nabînin û hestiyariya tênetiyê li wan çêdibe. Danîna xala destpêkirina demkî ya bi vî rengî kir ku nivîskarên Amerîkaya Latînî  pirtûkên wekî Labirenta Tênetiyê an Tênetiya Sedsalê binivîsin. Hesta lidervemayînê zemên an jî derengmayîna bo zemên, pêşî li van nivîskaran girtiye ku nav li cih û mekanan jî bikin. Yên ku ji zemên hatine qewirandin ji cih û warên xwe jî dibin. Afirandinên bajarên xeyalî yên mîna Macondo ya Marqûez û Comala ya Juan Rulfo dikarin di vê çarçoveyê da bên nirxandin. Ev bajarên ku zemanê wan ji wan hatine dizîn, dîroka wan tune dihesibînin ji xwe tune ne. Ew cihên efsûnî ne ku ji zemanê rasteqînî hatine qewirandin û tenê dikarin di demeke efsûnî da hebin [2].

Divê em ji xwe bipirsin, gelo zemanê me kurdan bi çi awayê hatiye dizîn û em zemanên gund û bajarên xwe di seatên kê de dixwînin, li gor seatên kê eyar dikin? Û pirsa herî giring, seatên di çavên zarok û ciwanên me de xebera kîjan zemanî û dîrokê didin û ji me re dibên çê? 

 —

[1] Di van salên dawî de li ser nîştecihbûna Jimmie Durham ku xwe wekî niştecih pênase dike û bi salan e ji bo mafên niştecihan têdikoşe û di qada navneteweyî de nav û dengek mezin bi dest xistiye gelek nîqaş derketine. Di pênasekirina nasmeyê de “xwîn”, “genetîk” û “sicîlên fermî” bi pêş hatin xistin û însan wekî “candarên bîyolojîk” tên nîşankirin.

Ew meyla li ser “xwîn û genetîk” û “sicîla fermî” bi wateya înkarkirina dîrokê û di avakirina nasnameyê de ked û têkoşîna însanan tê. Di vê nivîsê de min ji pîvanên “xwîn” û “sîcîlên fermî” bêhtir gotinên Jimmie Durham derheqê nasnameya xwe û xebatên wî li ber çavan girtin.   

[2] Ji bo malumatên berfirehtir di warê kolonîzekirina zemanê dinyayê de bnr. Serdar Şengül “Di Cenga Mêtînger, Dijraber, Şoreşger û Stuxwaran de Avakirina Komara Edebiyata Cîhanê”, Zarema, Hejmar15, 2021.

Xwendina dawiyê: Mevlud Oguz