Ahmedê Mîrazî: Nivîs û Zemanê Çûyî

Ahmedê Mîrazî heta sala 1937an li Tiblîsê bi karên kulturayê, perwerdeyê û sazkirina kom û dersdariyê ra dixebite. Wekî serkarekî wan saziyên Soviyetê ji bo xwendin û pêşketina cimae’tê karine mezin dike. Wan salan li Moskovayê jî dixwîne ku ew yek ji uzvê partiya komunîst bû. Lê di wê salê da, wexta desthilatdariya Stalîn, li Rewanê bi Heciyên Cindî û Cerdoyê Gênco va têne girtin bi tohmetbariya ku ji bo rewşenbîrên Kurd ên li Sûriyeyê pirtûk şandine.

***

Ahmedê Mîrazî ji wê nisleta nivîskarêd Kurda yê Sovêtiyê ye pêşin e,

kîjanê em dihesibînin nisleta rêvekir

û carna jî ya rikindara lîteratûra Kurda ye Sovêtiyê.[1]

Wezîrê Eşo

Ahmedê Mîrazî* (Ahmedê Şewêş Mîrazov, 1899-1961) nivîskar, şa’ir, dengbêj û xwendeyê zemader, kesekî ku siya wî hê jî li ser bajerê wî yê qedîm digere. Dibe ez li dû wî zemanê çûyî me ku ew sî tê li kolaneke sellkirî dikeve ber piyê min. Bi wê siyê ra, bi serê tiliyên bînahiyê temasê rûyê wan dîwarên zikdayî dikim ku kevirên wan heyam dîtibûn. Lê her çawa be, ew tişta ku wekî zêr û zeber diteyîse ew mîrata wî ya nivîskî ye. Her wisa meriv hene bi birq û hunera xwe va dikarin li nava qurneyan bikin sêyr û sefer ku Ahmedê Mîrazî jî ji wan kesan e. Ji bo wî merivê xwedan hunera mezin, helbet lazim e meriv biyografiyeke layîqî wî binivîse. Lê ev metna han hewl dide ku di nava wan perrên wî yên nivîsî da dewrana wî xeyal bike û çend perran ji hibra wî şil bike!

Meriv dikare bibêje ku serhatiya Ahmedê Mîrazî bi hînbûna xwendin û nivîsê dest pê dike. Şandin ji bajêr hubr, şûşa hubrê, qelema qurquşûn, kaxez, coziya elifbayê kirrîn û anîn hatin ku dest bi xwendinê bike. Li gundê Tûtekê yê bi ser Giyadînê, di odeya axayê gund da, li ber destê meleyê gund, Kaka Şêx, hîn dibû, tevî ku hê du sal pê da neçûbû meleyê gund dîwana şi’irên Fizûlî dida xwendinê bo ku zimanê tirkî hîn bibin. Piştî wê xwendinê Ahmedê Mîrazî tê Giyadînê dixwîne. Waha dinivîse di bîranînên xwe da: “Ji wê mektebê ra digotin “Mekteba Îbtidayî.” Du sala gerekê li wê mektebê bixwenda, paşê derbazî mekteba sê saliyê bibûyama, navê wê mektebê “Ruşdî” bû. Xulase, xoce navê min nivîsî di navnîşa xwe da û cî nîşanî min da, ku herro-herro ez li wê rûnêm û bixwînim.”[2]

Ji wê demê pê da Ahmedê Mîrazî ji mala xwe diqete, ku li mektebê kurmancî qedexe bû, wî dicehdand di nava wan çetinayiyan da him dersê û him jî tirkî hîn bibe. Serê pêşîn mekteb jê ra zehmet bû, caran li me’niyan digeriya ku lêde here malê, lê paşê xwe kifş kir çawa şareza û serwextekî di ser xwe ra tunebû. Bi xetên wî: “Xasma kincêd kurmancî ji min êxistin, forma mektebê li min kirin (fînoyê sor, qotika ermûşê reş, çakêt û şapik, devmilê çakêt jî bi qeytanê reng rengî bûn).”[3] Ji bo ku xwe hînî zimanê tirkî bike, ji xwe ra xebername/ferhengeke tirkî-kurdî çêdike. Piştî du salan êpêceyî hîn dibe û derbasî Rûşdiyeyê dibe. Wê demê mekteb li kêleka Kelaya Xirabe bûye ku hucreya feqiyan jî li rex wir bûye. Li mektebê di sala duduyan da behsa çend hevalên xwe dike ku yek ji wan xelqê gundê xwediyê van risteyan e, gundê Bazirganê, ku hiseke pêwendîdar dide wî jî. Ew mekteba nû bû ya wexta dewleta Osmanî ku pêla modernbûna wê dewrê gihîştibû Giyadîna bi ser Bazîdê. Lê berê va çûyîn û hatina nava Ûris jî hebû, gundiyên wê deverê diçûn li Tiblîsê dixebitîn.

Ew heyama xwendinê û serhatiyên din ku Ahmedê Mîrazî di kitêba xwe, Bîranînêd Min, (1966) da behs dike, ku ev berhema bi qîmet piştî mirina nivîskar (posthumous) tê çapkirin, mîna meriv fîlmekê temaşe bike wî zemanî tîne ber çavên meriva.

Di pêşgotina vê kitêbê da Heciyê Cindî waha dinivîse: “Nava vê kitêbê da, rast e, h’îmlî serhatiya xudannivîs e, lê pê ra jî der heqa halê Kurda da ne, gelek tiştê der heqa rabûn û rûniştina cimae’tê heye, tiştêd êtnografiyê ê zimîn, kîjan bona hîndariya ’emirê Kurda dikarin gelekî kêr bên.”[4]

Ahmedê Mîrazî, Bîranînêd Min, Neşîreta “Hayastan”, Êrêvan, 1966.

Ew bîranîn û çavdêrî qismek ji wan serboriyên şexsî ne ku wê berhema Mîrazî dike aliyê edebî. Lê her wisa aliyê ku wekî nav û şûn behs kirine, wê kitêba zêrîn dike çavkaniyeke tarîxî jî. Wek mînak navê hinek kesan dide ku hê niha jî ew binemal li Giyadînê hene. Lê wekî ew waqifekî zargotina kurdî bû, der barê şîn û şayiyan, edetan, dengbêjan da jî dinivîse ku qala Evdalê Zeynikê jî dike. Behsa kesên ku di nava zimanê kurdî da xebat kirine jî dike, wekî navê Hiraçya Koçar dide. Hiraçya Koçarê (1910-1965) ku du salên pêşiyê rêveberê giştî yê rojnameya Rêya Teze [5] û li ser kitêbên kurdî, wekî mînak redaktoriya kitêba bi navê Nivîskarê Kurmanca, Efrandina Duda kiriye ku di sala 1934an da li Rewanê çap bû, Koçaryan, ew merivê xwedan hesret, hemşehriyê Ahmedê Mîrazî tê hesêb.

Ahmedê Mırazi, Biraninêd Mın, Weşanên Deng, 1997.

Amedê Mîrazî bi xwe wekî rewşenbîrekî eyan, li dû bîra zeman bi wê nivîsara xwe ruh daye zemanê çûyî. Li rexê din, ji nav cimae’tekê rabûye ku ferhenga zar û zimanê wan bêyî were nivîsan li ber bayê zeman diçe. Loma jî nivîskariya wî mîna tesbît in li ser kaxizên kevnare. Her wisa ew hemû zar û zimanê wî mîna kevirên qumrûd û zimrûd in bo qesra zimên.

***

Ahmedê Mîrazî heta sala 1915an li Giyadînê bû û wê salê bi nasekî bavê wî ra datînin ku here li gundê Qundaxsazê yê li devera Axbaranê di mekteba Ûris da bixwîne, lê ew yeka naqede û ji wir jî bo bidine ber xwendinê îcar diçe Tiblîsê. Ew xortê ku di wan rêwîtiyên zehmet da distra, hê di zartiya xwe da jî kilam guhdar dikirin, paşê bû dengbêjê Nîvê Şevê, Bilbil û Mêvan. Mîrazî bi wan nasan ra, hetanî îstasyona trênê bi peyatî diçin ku li trênê siyar bin ku herine Tiblîsê. Wê demê Tiblîs êdî dibe warekî nû bo Ahmed. Istasyon, bilêt, maşîn/trên, pêron nav û mekanên teze ne, helbet bajarekî mezin e Tiblîs bo wê demê. Xanmanên ku ji çend qatan pêk tên, bûlvar, kûçeyên kevirkirî ku fayton, avto lê digerin. Wê demê çend gundiyên wî jî çûbûne Tiblîsê bo xebatê ku li Soqaqa Varansov diman. Ahmed seva ku Ûriskî hîn bibe, li ber destê malbateke Ermeniyên xelqê Qersê dixebite. Lê ji ber ku şixul zehf bûn û dersa ziman jî pakîka nedidane wî, Ahmed ciyê xwe diguhêze. Paşê diçe mala jinekê kar dike ku li wê derê zimanê Ûriskî hîn be. Ew jin mêrê wê di Şerê Sariqamîşê da hatibû kuştin. Çawa behs dike jineke zehf baş bûye wekî diya mêriv. Nasê wî bi wê jinikê ra waha li hev dikin: “Dewrêş pê ra pev ket, ku ew rojê carekî min bide xwendin. Heft manat jî pere mehê bide min, ku ez bidime kinîşka, kaxez, qelem û hubirê. Deyndariya min jî ew bû, wekî xwarin bibira-bianiya, pol û feraq bişûştana û şuxulê malê yî hûr bikira.[6]

Çend salan li Tiblîsê dixebite û xwendin jê ra li hev nayê. Li wir bi lawikên gundiyên xwe ra firxûnçîtiyê dike. Lê paşê vedigere tê Giyadînê ku wan salan şerr û malwêranî hebû. Di Adara sala 1918an da Kurdên Êzdî yên li derdora Giyadînê ber bi Rewanê direvin û dibine mihacir, hinekên din jî ber bi ciyên din. Li ser rê û dirbên malkambax ji ber şerr û şûrran, nexweşî û xelayê qira însanan tê. Sala 1919an demekî di nav eskerên Cangîr Axa da ma, bi zanetî û pêşkê xwe va, bi jêhatiya xwe va kifş bû û şer kir ji bo ew êl û êlatên li ber êrişên Romê direviyan ku xilas bibin.

Piştî wê heyama teng e zehmet dîsa bi kulhalekî tevî çend koçberên din diçe Tiblîsê. Serê salên 1920î Ahmed êdî li wir dikeve nava karê ziman, perwerde û kulturê bo miletê xwe. Li Tiblîsê dibe dêbûtatê (temsîlkarê) Soviyêtê. Ji bo xwendin pêş bikeve, teşkîlat û komên dersan vedikin bi plan û handana dewleta Soviyêtê. Ji bo mekteb li deverên Kurdan werine vekirin, komşuxulkariya Gurcistanê ye merkezî ji bo rewşa kurdên li devera Toloşê û Axalsiyayê nas û tesbît bike wî dişînine wê derê. Bi wan xebatan pêşketinek çêdibe xasma ji bo jin tev li qursên xwendinê û komên teatrê, klûban û dansê, sînemayê û kulturayê bibin.

***

Berhema Ahmedê Mîrazî ya pêşîn piyes e ya bi navê Zemanê Çûyî (1935) ku behsa halê rêncber, cotkar û kesîban dike, tevî wê behsa zilm û zelaleta dewleta Romê yên ku aniye serê milet. Berhema wî ya duyem yanî Bîranînêd Min, ku tê da tarîx, ziman, etnografî, edebiyat û bedewnivîsarî heye, ji bo zimanê me mîrateke mezin e. Ev kitêba han, bi pêşgotina Heciyê Cindî û redaktoriya Emerîkê Serdar hatiye weşandin. Ev berhem li Bakur bi tîpên latînî ji Weşanên Deng di sala 1997an da hate weşandin. Di rojnameya Rêya Teze da Wezîrê Eşo behs dike ku ev kitêb bi herfên kîrîlî ji 179 rûpelan pêk tê.[7] Di heman nivîsara xwe da Wezîrê Eşo piştî newhêd saliya bûyîna Ahmedê Mîrazî, behsa nivîskarî û zimanê wî dike: “Rast e, A. Mîrazî aliyê çapê, bereketê da kêm efrandinêd bedewetiyê pey xwe hîştiye. Lê hema bi wan jî ewî ciyê xwe yî layîq girtiye nava desta efrandarêd me yê pêşin da û tu şikberî tune, wekî navê wî wê nava terîqa lîteratûra Kurda ye Sovêtiyê da bimîne.”

Sûretekî rojnameya Rêya Teze, 31ê Çile, 1990.

Di behseke di nava Eskerê Boyîk û Emerîkê Serdar da kifş dibe ku ev berhema han di eslê xwe da ji 700 rûpelên daktîloyê pêk hatiye ku tenê qismekî wê wekî pirtûk hatiye çapkirin û ew rûpelên din niha serwinda ne.[8] Kesekî mîna Ahmedê Mîrazî ku ji bo zargotina kurdî kan û çavkanî bû tevî ku bi vê qebareyê jî ev kitêba wî zêrîn e, lê heke ew nivîsên wî wekî kitêb çap bibûna dê xezîneyeke mezintir bimaya.

Ev berhema Ahmedê Mîrazî wekî Heciyê Cindî jî payeyê wê daye, kaneke ziman, tarîx, etnografî û folklorê ye. Meriv dikare di vê berhema Ahmedê Mîrazî da, wekî ‘Adat û Rusûmatnameê Tewayifê Ekradiyê ya Mela Mehmûdê Bazîdî, tê da agahiyên etnolojîk jî bibîne. Ahmedê Mîrazî, wan salan bi hevalê xwe Xalid Celalzade ra diçine Bazîdê û li gundê Qizildizê rastî destnivîsarêd Xanî û her wisa rastî destxetên Mela Mehmûdê Bazîdî tên ku ew etnograf û alimekî mezin bû. Lê berhema Mîrazî der barê serdema modern da ne jî. Tevî ku behsa serdemeke trajîk dike wekî şahid û weqanivîs. Her wisa tê da çavdêriyên nivîskar yên şexsî hene. Ji ber vê yekê ev berhem nêzîkî vegotina edebî jî dibe, heta Wezîrê Eşo wekî novel jî behsa vê berhemê dike. Ciyê hejmekarî û heyîrînê ye ku nivîskar piştî ewqas salan bi hûrgilî û belkî bi xeyalekî berhemdar karibûye li wî zemanê çûyî vegere û binivîse. Ev yeka wî dike nava behremendiya hêza edebî jî. Bi xusûsî wekî Ahmedê Mîrazî hunermend bû, her wisa şa’ir û nivîskar, meriv merem û mirazê dilê wî bi hiseke bedewitiyê pê dihise wexta dikevî nava rûpelên wî. Bi vî awayî ew kitêbeke edebî ye jî ku tê da behsên trajediyan, qehremanî û fedakariyên însanî hene.

***

Ahmedê Mîrazî heta sala 1937an li Tiblîsê bi karên kulturayê, perwerdeyê û sazkirina kom û dersdariyê ra dixebite. Wekî serkarekî wan saziyên Soviyetê ji bo xwendin û pêşketina cimae’tê karine mezin dike. Wan salan li Moskovayê jî dixwîne ku ew yek ji uzvê partiya komunîst bû. Lê di wê salê da, wexta desthilatdariya Stalîn, li Rewanê bi Heciyên Cindî û Cerdoyê Gênco va têne girtin bi tohmetbariya ku ji bo rewşenbîrên Kurd ên li Sûriyeyê pirtûk şandine. Casimê Celîl jî di mehkemeyê da şahidiyê dide ku wextek paşê têne berdanê. Tomarkirina dengê Ahmedê Mîrazî yên li ser sêlikan, piştî wê demê ku dibine dostên hev bi hewldana profesor Casimê Celîl ê zimanzan û folklorzanê mezin pêk tê.[9]

Ahmedê Mîrazî wekî nivîskar her wisa pedagog bû ku di kitêbên dersdayinê da şi’irên wî hene. Kitêba ku li jêrê sûretê berga wê heye, bi hazirkirina Heciyê Cindî, Casimê Celîl û Cerdoyê Gênco çêbûye. Di vê kitêbê da du şi’irên Mîrazî hene ji bo dersê, bi navê Şivan û Oktiybir. Kitêba bi navê Nivîskarê Kurmanca, Efrandina Duda de jî sê şi’irên wî hene, ku hazirkir Heciyê Cindî û redaktor Hiraçya Koçar e di sala 1934an li Rewanê çap bûye. Tevî wan, Ahmedê Mîrazî bi kesên wekî Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Yûsif Kamil Bedirxan, Hakob Xazaryan (Lazo), Olga Xazaryan, Esedê Cango, Hovanes Sîsiyan ra karên kultur û ziman pêk anîn.

Kitêba Zimanê Kurmancî, Rewan, 1935.

Wekî pêşengekî binecîkirina kultur û zimanê kurdî Ahmedê Mîrazî bi kesên wekî Qanadê Kurdo, Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Çerkez Bakayev ra  tev li Kongreya Kurdolojiyê ya li Rewanê dibe.

Pêwendiya Ahmedê Mîrazî li gel Yûsif Kamil Bedirxan jî ciyê balê ye ku Bedirxan tevî kesekî akademîk û zanayê ziman û kulturê, her wisa polîtîk û tarîxzan bû ku pêwendiyeke wê heyamê li gel tradîsyona Bedirxaniyan jî tîne pêş. Mîrazî bi çend hevalên xwe va berdewam li gel Yûsif Kamil Bedirxan sohbeta wan hebû ku di kitêba xwe da bersivên wî neql dike. Heta dema wefata Bedirxan jî pêwendiya wan a nêzîk berdewam bû. Bedirxan caran wekî Babo, Ehmed, xîtabî wî dikir. Ahmedê Mîrazî waha neql dike: “Me Bedirxan bi edetê Kurda, nav merzelê Kurda da defin kir, jinêd Kurda li ser wî nivatin û şîn kirin, ser tirba wî diloyê Kurmancî hatine gotinê.” Paşê jî nivîsa li ser kêlikê merzelê wî dide nivîsîn ku wextek berî niha ciyê gorra Yûsif Kamil Bedirxan a li nava goristana Kurdan a wê demê, hate kifşkirinê.[10] Bedirxaniyan piştî sirgûniyê jî di babeta tarîx û ziman da jî ciyê wan her eyan bû. Di xebereke rojnameya Rêya Teze da, di tarîxa 5ê Kanûna Pêşîn 1934an da, dibêje ku; “Sêksiya bihîst wekî destnivîsara eslî yê Memê Zînê, yê ku qurnê 16an da Ahmedê Xanî nivîsiyê, û nivîsara han niha cem Bedirxan e, bi komekiya hevalê Ahmed Mîrazov qirar girêda, wekî ew yek teze bi herfê teze-latînî bê nivîsarê.” [11]

***

Ji şikê der e ku meriv dikare wê serdema zêrîn a Kurdên Soviyetê ji bo ziman, edebiyat, qeydkirina folklorê û nivîskariya kurdî wekî Ronesansa Kurdên Kafkasyayê binav bike. Ew hemû nivîs û qeyd û zebt in ku neslekî bala rabûn ew mîrasa ezemet afirandin. Piştî ku pergala Soviyêtê hilweşiya her milet çûne ser mal û halê xwe, çûne ser cî û milkên xwe. Para me jî xêncî wê derbiderî û perekendetiyê, ew mîrasa han ma ku îro êdî, mixabin giran be jî, lazim e her perrê wê mîrata nivîskî û qeydkirî were veguhastin û walgere ser zimanê me yê ku devî devî sedsalekî ye nivîsîna xwe ya modern tijî dike.

Ahmedê Mîrazî piştî sala 1937an hate Hoktêmbêryana Ermenistanê û li wir kar kir. Di wan salan da ew berhema xwe ya şahkar nivîsî. Di wan salan da li pey zemanê çûyî bîra xwe û avzêma xwe vekola. Bîranînêd Min di sala 1959an da kuta kir. Di sala 1961ê da li gundê Exêgnûtê (Qamişlû ya berê), yê nehiyeya Hoktêmbêryanê, serê xwe danî ser ax û berên sar.

Di Rojnemeya Rêya Teze da piştî wefata wî ji aliyê komeka hevalan da nivîsek hate weşandin, waha behsa mirina wî dike: “Mirinê uzvê PKT’S (Partiya Komunîst ya Tifaqa Sovêtiyê) ji sala 1930, nivîskarê Kurda yî Sovêtiyê Ahmedê Şewêş Mîrazî ji we’dê zûtir ji cêrgêd me deranî.” [12]

***

Rêya Teze, 1ê Oktyabrê 1961 No: 79.

Wekî nivîsa Ahmedê Mîrazî zora zeman bir, em bi siya wî ra her bihar dikevine nava mêrgên terr e hurr êd zartiya wî, pê ra guhdariya çivîkên pêsîrqîçik dikin, em li Zozanên Temaşeyê li bajarê wî temaşe dikin. Ewî xwedan merîfeta afirandinê hê jî zemanan qam dike. Çimkî siya wî mîna teyrê tenê, bask vedide û tu sînoran nas nake. Mîrata wî ya nivîskî her maye, ewî ku pêşiyê hibr paşê mey vexwar!

Çavkanî û nîşe:

* Di hinek nivîsan da paşnavê Amedê Mîrazî wekî Mirazî jî derbas dibe, di vê metnê da me navê wî yê di rûpelên kîrîlî da tercîh kir. n.n.

[1] Wezîrê Eşo, Emekdarêd Kûltûra Me; Ahmedê Mîrazî, R’yê 4-a, 31-ê Yanvarê s. 1990.   Rya Teze. (Ev nusxeya rojnameya Rêya Teze, ya 31ê Çile, sala 1990an ji arşîva Rohat Alakom hatiye girtin, tîpguhêziya ji kîrîlî Rizgar Elegez.)

[2] Ahmedê Mirazî, Bîranînêd Min, Tîpguhêz: Vazgal Bazîdî, r. 23. Weşanên Deng, 1997.

[3] heman berhem, r. 25.

[4] heman berhem, r. 10.

[5] Rohat Alakom, Kovara Kürd Araştırmaları, werger Hoşeng Nizarî, 07. 09. 2022.

https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-208

[6] Amedê Mirazî, Bîranînêd Min, Tîpguhêz Vazgal Bazîdî, r. 91. Weşanên Deng, 1997.

[7] Wezîrê Eşo, Emekdarêd Kûltûra Me: Ahmedê Mîrazî, Rojnameya Rêya Teze, ya 31ê Çile, sala 1990an.

[8] Nihat Gültekin, “Dostekî bavê min ê kevn hebû”: Ahmedê Mîrazî (1899-1961), Kovara Kürd Araştırmaları, 04.09.2022.

https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-203

[9] heman meqale.

[10] Nûçeya der barê gorra Yûsif Kamil Bedirxan da: https://www.rudaw.net/turkish/kurdistan/250820235

[11] Rojnemaya Rya Teze, 5ê Kanûna Pêşîn 1934. Ji arşîva Enstîtuya Kurdî ya Parîsê.

[12] Rojnameya Rêya Teze, ji nusxeya 1-ê Oktyabrê 1961 No: 79. (1307), (ji arşîva Rohat Alakom).

Şîrove bike