Cezayê zindanê li sîyasetmedara kurd Selma Irmakê hate birîn

27/09/2023

Derbarê biryara celseya doza Parlementera berê ya Partîya Demokratîk a Gelan Selma Irmak da biryar hat dayîn. Selma Irmak ji ber gotinên xwe yên derbarê cenazeyê Ekin Wanê da, kuştina Abdülaziz Yural û Şehymus Dursun, cenazeyê Hacı Lokman Birlik û ji ber rûxandina goran ku sala 2015yan di bernameyeka televîzyonê da kiribûn wekî sebeb hatine dîtin.

Doz bi îddîayên ‘Heqareta li Serokomarî’ û ‘biçûkxistina hikumetê ya rasterast’ hatiye vekirin ku celseya wê li 9emîn Mehkemeya Cezayî ya Aslîyeyê hat dîtin.

Mafê destnedana Irmakê li ber çavan nehat girtin. Mehkemeyê, bi tewanbarkirina ‘biçûkxistina hikumetê ya rasterast’ salek û sê meh û bi îddîaya ‘Heqaretkirina li Serokomarî’ du sal û yanzdeh meh ceza dayê.

Çavkanî: Gazete duvar


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gazete Duvar

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya gazeteDuvar û Botan Timesê de hatine weşandin.

Şîrove bike

Weşana berê

Dozgerîyê îddianameya rojnameger Dîcle Muftuoglûyê amade kir

Weşana paşê

Ahmedê Mîrazî: Nivîs û Zemanê Çûyî