Mirov kengî li mala xwe ye?

31/08/2023

Sirgûnî krîzeke ontolojîk e. Kesên ku ji welatê xwe hatine veqetandin di bin şert û mercên hebûnê yên guhertî de ji bo kesayetiya xwe biparêzin gelek zehmetiyê dikişînin. Lewma bi saya nivîsînê gelek caran ji xwe re vegêraneke hevgirtî diafirînin.

***

Mirov kengî li mala xwe ye? Barbara Cassin bi vî awayî cewaba vê pirsê dide: “Dema mirov bi xizm û bi hemû zimanên xwe re tê qebûlkirin” (2018:100). Carna herdu jî ne mumkun in û sirgûn dest pê dike. Û bîranînên rabirdûyê heta nefesa paşîn wek dema niha dimînin. Jixwe nostaljî, “êşa vegerê” ye. Ew hem êş û azarek e ku dûrî welatê xwe dikişîne û hem jî ew zor û zehmetiyên vegera malê ne ku xwe li ber radigirin. Sirgûn di jiyana mirovan de şikestineke kûr e. Mirov pirî caran her tiştê xwe ji dest dide. Hannah Arendt jî yek ji wan rewşenbîran e ku ev êş û jidestdana dijwar jiyaye. Ji bo wê li sirgûnê lîsteya jidestdanan pir dirêj e: “Me mala xwe ji dest da, me nasîna jiyan û pîşeyê xwe ji dest da. Me li vê dinyayê ji dest da ku em kêrî tiştekî bên. Me zimanê xwe yê zikmakî ji dest da, bertekên xwe yên xwezayî û îfadekirina hestên xwe bi hêsanî ji dest da” (Neqilkirina Barbara Cassin, 2018: 74). Van hestan sirgûniya wê ya dirêj destanîşan kirin. Li gorî wê, kesên ku neçar man koç kirine welatên din, di jiyana xwe de cara yekem kifş kirin ku cihêkarî jî cûreyekî mirinê ye. “Civakê kifş kir ku cihêkarî çekeke civakî ye ku mirov dikare bêyî rijandina xwînê mirovan bikuje. Ji ber ku pasaport, belgeyên jidayikbûnê, heta belgeyên bacan jî êdî belgeyên ne fermî ne, ew pîvanên cihêkariya civakî ne” (2018: 93).

Şerên modern, emperyalîzm, kolonyalîzm û rejîmên totalîter ev serdem kirine serdema penaberan. Bêguman, kesên ku rê li ber vegera wan tê girtin, ew sirgûn in. Lê belê di navbera sirgûn û penaberan de cûdahiyên giring jî hene. Sirgûn, cezayeke pir kevnare ye, ji pratîka derxistina ji welêt çêbûye. Kesên sirgûn dema ku ji welatê xwe hatin derxistin, ji destpêkê heta mirinê bi dax û mohra biyanî dijiyan, di heman demê de êş û azarên bêdawî dikişandin. Di vê serdemê de jî bi hezaran helbestkar, nivîskar, hunermend û rewşenbîr hîna jî vê jiyana bêtalih didomînin.

Sirgûnî krîzeke ontolojîk e. Kesên ku ji welatê xwe hatine veqetandin di bin şert û mercên hebûnê yên guhertî de ji bo kesayetiya xwe biparêzin gelek zehmetiyê dikişînin. Lewma bi saya nivîsînê gelek caran ji xwe re vegêraneke hevgirtî diafirînin. Bi gotina Adorno ya bêhempa, “nivîs ji bo wan kesan dibe stargeheke jiyanê, ew kesên ku êdî ne xwediyê welatekî ne. Ji bo gelek nivîskarên li sirgûnê, wêje bû bersiva herî xurt li hemberî bêcihûwarbûnê. Wan kesan xwe spartin welatê ku bi ziman hatiye afirandin. Helbet nivîsîna bi zimanên biyanî ji bo wan qet ne hêsan bû. Gelek caran bi hesteke sûcdarî dinivîsîn, wan wisa hîs dikirin ku xiyanet li welatê xwe yê zimanê xwe yê zikmakî kirine. Nivîskarê Somalî Nuruddîn Farah di kitêbeke xwe de ji diya xwe lêborîn dixwest: “Bibore ku ez bi îngilîzî dinivîsim, bibore ku ez li Somaliyê najîm dayîka min, bibore ku dema te ji vê dinyayê koç kir ez ne li ber serê te bûm. Te dixwest ez bibim hozanekî gelêrî, lê belê ez bûm nivîskar, min xiyanet li te kir, tew min bi îngilîzî nivîsî, ew zimanê ku te tu tişt jê fêm nedikir. Hêvîdar im ku berhemên min bi têra xwe baş bin, qe nebe ji diya min re bibin beyteke mirinê” (1999: 274). Helbet nivîskarên hin miletan jiyana sirgûnê pir berhemdar borandin. Wek mînak, gelên cihû, ermen, kurd, filistînî wan neteweyek li dîasporayê ava kirine, zimanekî mirî yan jî asîmîlebûyî vejandine, dîrok û edebiyateke neteweyî pêk anîne. Wekî nimûne, edebiyata kurdî ya nûjen ji aliyê nivîskarên kurd ên li Qefqasya û Swêdê ve hatiye nivîsîn û ev mîrata edebî pêşengiya şiyarbûneke neteweyî kiriye.

Aleksandar Hemon nivîskarekî sirgûn e. Piştî şerê li Bosnayê koçberî Chicagoyê bû, wek nivîskarekî bêcihûwar bi zimanekî mîzahî li ser sirgûniyê tekstên giring nivîsîn. Gorî Aleksandar Hemon: “Berî koçberiyê bingeheke kesayetiya mirovî heye. Berberê ku em pê henekê xwe dikin, qesabê hêrsok, kolanên tijî kesên ku me nas dikin, quncikê ku me cara yekem evîndara xwe maç kiribû, erdên ku me li ser futbol dilîst. Tu dibê qey her deverê bajêr ji bo hevdîtin û komkirina me hatibû avakirin. Di navbera hundir û derve de tu ferq tunebû. Bajarê ku em lê dijiyan, teşe dida xeyb û çîrokên ku me guhdarî dikir, nasname û hestên me. Ji aliyê din ve, Chicago ne ji bo ku mirov li hev kom bibin, berevajî ji bo ku bi ewlehî ji hev dûr bisekinin hatiye damezrandin. Karaktera mîmarî ya bajêr ji mezinahî, hêz û mahremiyê pêk tê. Li vî bajarî tu şebekeya mirovan tune bû ku ez bikaribim xwe tê de bi cih bikim. Yanî êşa ku ez ji mal û warê xwe dûr ketibûm, hem bi awayekî fîzîkî hem jî bi awayekî giyanî bû. Bêguman hin caran erdnîgariyek hemî koordînatên ruhekê diyar dike” (2018: 109). Piştî pevçûneke dirêj di navbera zimanê xwe yê zikmakî û îngilîzî de, wî dest bi nivîsîna îngilîzî kir. Wî serpêhatî û çîrokên xwe bi vî zimanê xwe yê nû nivîsîn, lê belê rewşa wî ya biyanî di nav wî zimanî de her tim xwe nîşan dida. Ji bo wî nivîsîn dihat wateya rêkûpêkkirina cîhana xwe ya hundirîn. Wî dixwest ku xwe bikişîne şikefta xwe ya tarî û wê derê bi peyvan tije bike. Encax bi vî awayî dikaribû li ber xwe bide, jiyana xwe ya li sirgûnê bidomîne.

Li gor Edward Said, dîroka edebiyatê jiyana sirgûniyê zêde romantîze kiriye. Ramanên li ser sirgûnê gelek dilkêş û romantîk in, lê belê serpehatiya wê pir dijwar e. Ji bo Said sirgûn: “Ew derizandineke kûr e û di navbera mirov û cihê ku ew lê hatiye dinê de bi darê zorê hatiye derizandin. Ew xemgîniyeke wisa ye ku em tu carî nikarin ji heqê wê derkevin. Serkeftinên li sirgûnê, her tim ji aliyê wan tiştan ve tê hilweşandin yên ku em li pişt xwe dihêlin. Yên sirgûn ji koka xwe, ji axa xwe û ji rabirdûya xwe hatine qetandin, ne artêş û ne jî dewletek wan heye. Ew hewl didin ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin, ew xwe yan wekî nûnerên îdeolojiyeke serkeftî dibînin yan jî parçeyên wî gelî ye ku rûmeta xwe bi dest xistiye” (2019: 187). Bêguman Said ji fikrên dogmatîk û neteweperest dûr disekine, li ser mijara malê jî nêrîna xwe ya rexneyî diparêze. Lewra mal hin caran dibe girtîgehek ji bo fikrên rexnegir. Pêwîst e gelek zilm û neyeksaniyên ku li pişt malê veşartî jî werin dîtin. Li gorî Said, sirgûn hin caran sînorên neteweyî li dû xwe dihêle, astengiyên li ber fikir û serpêhatiyan hildiweşîne û hemû dinyayê wek welatekî biyanî dibîne. Sirgûn bê navend e, hemû pîroziyên neteweyî û olî bin pê dike û guh nade ramanên desthilatdar. Di vê serdema koçberiyê de Said pêşniyar dikir fîgurê sirgûn-koçber ji bo rewşenbîran bibe nimûne. Li vê dinyayê pêwîst e mirov weke koçberan an jî sirgûnan bifikire.

Jean Améry dibêje, “Ji bo ku mirov hewcedarî welatekî nebe divê pêşî xwediyê welatekî be.” Ji ber ku sirgûn ne tercîh û bijardeyek e, ew tişt e ku tê serê mirovan. Di vê serdema tarî de bi milyonan koçber û sirgûn li seranserê cîhanê belav bûne û li maleke germ digerin ku tê de bisitirin. Mirovên bê welat di vê tevliheviyê de winda dibin, her cure felaket û tofan ji serê wan kêm nabe. Di vê dinyayê de bê welatîbûn û bêdewletbûn ji bo gelên bindest û penaberan felaketeke rastîn e, jiyana wan bûye kampa temerkûzê mixabin. Yek ji encamên herî xirab ên Şerê Cîhana Yekemîn jî ew bû, di dîrokê de yekem car bi milyonan mirov ji nişka ve mane bêdewlet û bêmaf. Li gor Hannah Arendt, vî şerî “komên ku li tu derê nayên qebûlkirin û li tu derê nayên asîmîlekirin pêk anî. Ew dema ku ji welatê xwe derketin, êdî bê welat bûn; dema ku ji dewletên xwe qetiyan, êdî bêdewlet bûn; dema ku mafên mirovan ji wan hatin standin, êdî bêmaf bûn, ew êdî bermayiyên li ser rûyê erdê bûn” (r. 256). Di encamê de ev komên mirovan ên ji her cure maf û statûyan bêpar, bûn hedefa şîdeta polîsên dewletên biyanî. Di kampên penaberan û li ser xetên sînoran, di bin kontrola dewletên serdest de bûne girtiyên jiyaneke rezîl.

Daxwaza herî mezin a gelên ku di bin dagirkeriya dewletên kolonyalîst de dijîn jî xwedîbûna dewletekê, malekê ye. Ew ji bo welatekî azad û  jiyaneke şanaz bi salan e şer dikin û li ber xwe didin. Mafê me tune ye ku em ji kesên ku tu carî nebûne xwediyê welatek hêvî bikin ku behsa xweşiyên sirgûnê bikin. Ji ber vê yekê xwestina welatekî ewle, berî her tiştî daxwaza mirovbûnê ye. Bûna hemwelatiyekî cîhanê encax bi vê yekê pêkan e ku her kesek bibe xwediyê mal û wargehekê. Enternasyonalîzma çandî encax di axa welatekî ewle de dikare zîl vede. Bi gotina Nurdan Gürbilek: “Mirov çiqas xwedî kêm pere, kêm rûmet, kêm yeksanî, kêm bawerî, kêm azadî be, ewqas hewcedariya wî bi welatekî heye. Proust, Beckett, Sartre, bê guman hemwelatiyên min ên manewî ne. Lê ji bo ku ez ji wan kêfê bigirim, divê di kolanan de ez rastî hemwelatiyên xwe werim” (2020: 23).

Ya qenc ew e werin em li Biyanîya Richard Sennett guhdarî bikin: “Beşdar bibe, lê bi wan re nebe wekhev. Derkeve ser erdê, lê nebe perçeyek ji wan”…

Çavkanî

1) Barbara Cassin, Nostalji: İnsan Ne Zaman Evindedir?, Kolektif Kitap.

2) Aleksandar Hemon, Hayatlarımın Kitabı, Everest Yayınları.

3) Edward W. Said, Sürgün Üzerine Düşünceler, Hece Yayınları.

4) Hannah Arendt, Totalitarizmin Kaynakları, İletişim Yayınları.

5) Nurdan Gürbilek, İkinci Hayat: Kaçmak, Kovulmak, Dönmek Üzerine Denemeler, Metis Yayınları.

6) Pascale Casanova, Dünya Edebiyat Cumhuriyeti, Varlık Yayınları.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Ramazan Kaya

Muxalifekî ji Kurdistanê ye, li Milazgira Mûşê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Yüzüncü Yılê, beşa cografyayê temam kiriye. Yek ji danerên kovara anarşîst ya Qijika Reş e û yek ji edîtorên kovara Kürd Araştırmalarıyê ye. Derbarê meydanên edebiyat, sînema û bîra civakî da nivîsaran dinivîse. Niha li sektora taybet wekî mamostayê cografyayê dixebite.

Te ev dîtıne?

Ji Şama Şerîf Şeveka Beşarê Esad Ta Heta Mihemedê Malmîsanij û Berkenê Bereh

Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif.. Vê gotina ku bala Ahmet Hamdi

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên