Li gor çavkanîyan, şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de bandoreka mezin li ser aborîya Libnanê kiriye. Welat di encama vê bûyerê de rastî qeyraneka cidî hatiye.
8.5 milyar dolar zirar gihîştiye Libnanê
Banka Cîhanê ragihandiye ku ji ber şerî zirareka 8.5 milyar dolarî gihîştiye Libnanê. Hilberîna Neteweyî ya Giştî (GDP) di sala 2024ê de bi qasî 6.6 ji sedî kêm bûye.
Rewşa zarokên Xezeyê xirabtir dibe
Li Xezeyê, li gor Wezareta Tenduristîyê, di hefteyeka dawîyê de pênc zarok ji ber sermayê mirine. Zarokên herî biçûk ên şerî niho bi sermayê re têdikoşin.
Qeyrana mirovî kûrtir dibe
UNICEF’ê ragihandiye ku zarokên Xezeyê sar, nexweş û trawmatîze ne. Gelek ji wan hê jî cilên havînê li xwe dikin. Ji ber ku gaza pêjgehan nemaye, gelek kes di nav kavilan de li plastîkên şewitandinê digerin.
Şert û mercên jiyanê dijwar dibin
Li gorî Berevanîya Sivîl a Filistînê, bi taybetî yên di kampan de dijîn divê tedbîrên zêde bigirin. Wan şîret kiriye ku divê xelk vexwarinên germ vexwin, çend qat cil li xwe bikin û ji bo germkirina laşî tevbigerin.
Milyonan kes koçber bûne
Li gor ajansên Neteweyên Yekbûyî, ji sedî 90ê gelê Xezeyê herî kêm carekê koçber bûye. Ji destpêka şerî ve 45 hezar û 300 Filistînî hatine kuştin ku ji wan 17 hezar û 492 zarok in.
Çavkanî: The New York Times Botan Times
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.