Rojnamegera Îtalî hefteyek e di hicreyeka girtîgeheka Îranê de ye – The Guardian

30/12/2024

Cecilia Sala rojnamevana ku ji bo rojnameya Il Foglio û Chora Media dixebite, hefteyekê di hucreyeka tenê de hatiye girtin. Wê bi destûra rojnamevanîyê li ser guherînên piştî rûxandina rejîma Esad li Sûrîyê rapor amade kiribûn.

Bazirganê Îranî li Îtalyayê hate girtin

Sê roj berî girtina Sala, polîsê Îtalyayê Mohammad Abedini Najafabadi yê 38 salî li balafirgeha Milanoyê li ser daxwaza Amerîkayê desteser kiribû. Amerîkayê ew bi firotina parçeyên dironan û piştgirîya terorîzmê tawanbar kiriye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyanî da

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê gotiye ku rejîma Îranê gelek caran hemwelatîyên biyanî wek amrazên sîyasî bi kar tîne û divê ew bên berdan. Berdevkî dîyar kiriye ku rojnamevan karê xwe di bin mercên metirsîdar de dikin û divê bên parastin.

Serokwezîra Îtalyayê li ser dosyeyê disekine

Giorgia Meloni, Serokwezîra Îtalyayê ragihandiye ku ew dosyeyê ji nêz ve dişopîne û hemû hewl tên dayîn ku Sala vegere malê. Parêzerê Najafabadi hemû tawanan red kiriye û gotiye ku tawanên li dijî muwekîlê wî ne giran in.

Çavkanî: The Guardian, Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Aborîya Libnanê ji ber şerî hilweşîyaye – The New York Times

Weşana paşê

Gelo Ukrayna dê bikare xwe saleka dî jî li hember şerî ragire – BBC Analîz