Botan Times di 6 saliya xwe de li Cejna Zimanê Kurdî dîsa dest bi weşanê dike. Dîsa merheba!
Çîroka me çawa dest pê kir?
2020 – Avabûn, gavikên pêşiyê
Min 2020ê, bi pereyên min ji nûçeyên medyaya navneteweyî qezenc kirîn Botan International ji bo perwerdeya rojnamegeriya kurdî ava kir.
Di heman mehê de min bîrgeheka dîjîtal û du domainên bi navê botantimes.com û botaninternational.com kirîn.
Ji ber ku pereyên min nebûn min bi xwe bi hînbûna ji YouTubeyê botaninternational.com saz kir. Weşana malperê bi Ingilîzî bû û min behsê dikir ev şirket çima hatiye avakirin û armancên me çi ne. Nîyet ew bû ku ji bo fonên navneteweyî bibe malpera danasîna şirketê.
Ji bo debara xwe jî min dest bi wergêriya li malpera diyarbakirhafizasi.org kir û bûm edîtorê ortadogunews.com
Ji avabûna Tirkiyeyê heta hingê ti saziyan ji bo perwerdeya rojnamegeriya kurdî fon nestandibû, “rêçqetînî” zehmet bû. Min di wê salê de teklîfa çar fonan ji bo çar welatan nivîsî hemî hatin “red kirin”.
Min pereyên xwe kom kirin, ji mamê Elî (Bayram), mamê Diyar (Mizûrî) û dotmama xwe Zozan (Berwarî) pere xwestin.
Ji ber min ji malpera kurdigeh.com re 7 salan belaşî edîtorî kiribû min qinaet anîbû êdî me ji karên didarî bes e. Divîya min ji mamosteyan jî nexwesta belaşî dersê bidin.
Me bi pereyê xwe 16 kargeh pêk anîn.
Piştî çûn û hatina e-posteyan. Rojnamegerên Sînornenas (RSF) xwest bi civîneka online guhe xwe bide min ka derdê min çi ye!
Di civîna ji bo 20 deqîqeyan hatî plankirî de min ji heyeta ku di bin serokatiya Laetitia Chiseronê de kom bûyî re 45 deqîqeyan derdê medyaya Kurdî got.
Wan biryar da ji bo 20 rojan karên me fînanse bikin. Me di 2020ê de bi tenê ji bo 20 rojan piştgirî stand.
Di wan 20 rojan de;
Me 12 kargeh pêk anîn.
Bi edîtoriya Rûken Hekarîyanê me e-kitêba rojnamegeriya dîjîtal bi Kurmancî, bi edîtoriya Vîn Silêvaniyê bi Ingilîzî derêxist.
Wahdet Uçarê hemî ders ji bo malpera botaninternational Kurmancî, Vîn Silêvaniyê Ingilîzî amade kirin. Min koordînatorî û moderatoriya hemî dersan kirin.
Birûsk Aryan teknîka malperê baş kir û hemî civînên online (pandemî bû) pêk anîn.
Piştî proje temam bû min ji Birûsk Aryan xwest malpera botantimes saz bike. Wî di şevekê de belaşî saz kir. Min e-pirtûk, nivîs û nûçeyên li botaninternational.com anîn Botan Timesê. Bi vî awayî wê malperê dest bi weşana xwe kir. Paşê min heftane hevpeyvîn weşandin.
Dema min hemî rapor û berhem teslîmî RSFyê kirin ji rêvebirîya giştî spasîyeka taybet ji min re nivîsîn û ji min xwestin esehî sala 2021ê projeyeka kamil ji bo wan binivîsim.
2021 – Ofîs, stûdyo û weşan – Wahdet, Ekrem û Semîha
2021ê min çawa teklîfa projeyê ji RSFyê re şand wan yekser qebûl kir. Ji bo em ofîsê danin jî 1000 Euro şandin. Min maseyek (500 Euro, 5000 TL) û 10 kursî (200 Euro, 2000 TL) kirîn û nîyeta min hebû bi 300 Euroyan kabîneka biçûk ji bo qeydkirina dengan bikirim. Marangozên Diyarbekirê ji bo kabîneka biçûk 1000 Euro xwestin bi navbeynkariya Mehdî Mutlu anîn 700 Euroyan (7000 TL). Dîsa ji feqîrîyê ji YouTubeyê hînî çêkirina stûdyoyan bûm û me bi bihayê 200 Euroyan sûngerên akûstîk, bûhayê 100 Euroyan perde kirîn. Min û Wahdet Uçarê bi 300 Euroyên RSFyê stûdyo ava kir.
Wahdetê, meha Adarê fermî wek midûra ofîsê û cihgira koordînatorî dest bi karê xwe kir. Me bi foneka biçûk li YouTubeyê dest bi weşanê kir ji bo wê jî Ekrem Yildiz û Semîha Yildizê dest bi karê xwe kirin.
Me ji bo botantimes.com fonek nestandibû lê di demên xwe yên ji projeyên perwerdeyê mayîn min û Wahdetê nivîs û nûçe weşandin. Weşana Botan Timesê bû rojane. Her roj herî kêm yek ji me herduyan weşan didomand.
2022 – Bernayên YouTubeyê
2022yê bi pêşkêşkariya Ekrem, Semîha, Wahdet û min bernameyên me yên YouTubeyê gelek belav bûn bi wê yekê malpera me jî bilind û berçav bû.
2023 – Botan Timesê cara pêşiyê fon stand!
RSFyê biryar da ku ez hem koordînator hem raportor im hem jî serlêdana projeyan dikim, civîn û karên fermî dikim ev zêdetirî taqeta mirovekê ye. Pêşiyê bi fona RSFyê Kubra Sagir wek projenivîs li kadroya me zêde bû paşê li şûna wê Laleş Ongunê dewam kir. Di heman salê de Yonca Sarsilmaz bû midûra ofîsê.
Digel Kubrayê me ji EED û Chrest Foundationê ji bo botantimes.com fon stand. Beril Caymaz , Ekrem Yildiz û Gulistan Korban bûn xebatkarên malperê 36 kes jî bûn nivîskar. Semiha Yildiz bû berpirsa Botan Podcastê. Paşê bi çûna Beril Caymazê Engin Olmez bû edîtor.
2024 – Fon qediya, merheba abonetî
2024ê fona botantimesê çawa qediya di Gulana 2024ê de me dest bi kampanyaya #MeTuHeyî kir. Me bi zelalî ji xwendevanên xwe re nivîsî ku “li pişt me ti rêxistin partî û milyoner nînin, me tu heyî!”
Li 4 hezar nivîs û nûçeyên taybet me otomotîk ev hişyarî zêde kir. Li rûperê destpêkê ji hingê heta îro ew hişyarî heye. Me vîdeo çêkirin, min got heger 500 aboneyên me çêbibe em dikarin ofîsa xwe negirin.
Ji bo em stûdyoya ku ji her kesê re vekirî negirin mamosteyên me Vecdî Erbay, Mahmut Bozarslan, Hatice Kamer, Reha Ruhavîoglu, Hozan Adar, Şîraz Baran, Mehdî Mutlu beşek ji keda mamostetîya xwe ji me re bexş kirin da em kirêyê bidin, Omer Faruk Baran hemî heqê xwe li me vegerand.
Di wê pêvajoyê de jimara aboneyên botantimesê bû 207 kes. Li Patreonê jî 13 kes hebûn bû 220 kes. Me nîvê dahatê da edîtorî (Engîn) nîvê dî me li jimara nivîsan belav kir. Carinan heqê nivîsekê dibû 200 TL sembolîk bû lê ji bo me girîng bû. Nivîskaran israr kir ku belaş binivîsin lê min dixwest bi peyman û bûtçe be. Divîya edîtor sibeyê heta êvarî mesaîya medyaya kurdî bikin. Min nedixwest rojnameger karekê bikin wextê mayî edîtoriyê bikin. Û min dixwest têkilîyeka profesyonel bi peyman û rêzikname bi dayina kedê hebe. Min bixwe 7 sal ji bo Kurdîgehê 5 sal ji bo Botan Timesê keda xwe bexş kir. Di projeya Botan Timesê de jî min miaş nestand da îstihdama rojnamegerek dî çêbibe. Lê van tiştan şexs dikin divîya dezgeheka biryar daye “navneteweyî” kar bike karê xwe bi wî awayî nedomîne.
2025 – Bilêtfiroş – girtin, şikestin û deyndarî
Sibata 2025ê me stûdyoya xwe girt. Ez jî ji mala xwe derketim. Min ofîseka biçûk girt qenepeyek danî odeyeka wê êdî li wê derê mam.
Li ofîsa nû jî weşana botantimes.com dewam kir. Ez bi tenê mabûm. Gulana 2025ê min nivîsek nivîsî û navber da weşana nivîskî.
Min, Sibatê malpera Bilêtfiroşê ji bo firotina bilêtan ava kiribû. Heger %10ê çalakiyên kurdî me bikariya em bifiroşin herî kêm 10 edîtoran dê dest bi karî bikiriyan. Ji xwe hin hûnermend hene ku komîsyona wan bi tenê têrê dikir 10 xebatkaran bigirim. Bi vî awayî em ê ji fongerîyê xelas bibûna û me dê servîseka bi tenê ji bo şanoya kurdî, yeka bi tenê ji bo sînema, yeka edebiyat, yeka mûzîk û yeka analîzên zanistî vekiriya. Me nekarî bi yek hunermend, şano an desgehekê re peymanekê îmze bikin.
2026 – Vejîn – The New York Times, BBC, Sefareta Almanyayê
Weşana li YouTubeyê heta Sibata 2026ê dewam kir. Min dest bi nivîsîna projeyan kir û ew sekinî.
Hemî pereyên min ên heyî bi ser re kredî û deyn di pêvajoya Bilêtfiroşê de çû. Lê min serhişkî kir û heta Sibata 2026ê hewil da bi ser bêxim. Her meh qîyametek mesref diçû, kirê, bac, sigorte, miaşê şirketa teknîkê… qertên min biloqe bûn, di heyata xwe de cara pêşiyê ew qas deyndar bûbûm û “nanê rojê” di berîka min de nebû.
2026ê piştî têkçûna projeyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê teklîfa karî da Bilêtfiroşê lê êdî şirketê nedikarî wê malperê rojek dî ragire. Ez bi ser neketim, şirketa min 19 caran ihtarnameyên fermî ji ber deyndariyê standin.
Omer Faruk Baran gelek xwest wan rojên dilşikên bike podcastek lê Kurd ji xemê têr in min qebûl nekir, belkî rojekê guhê xwe bidim wî.
Sibatê min ji hevkarên xwe yên berê re nameyek şand û got “êdî bêkar im amade me bi we re kar bikim.”
Pêşiyê BBCyê xwest ji wan re fîkseriyê bikim, paşê The Weltê xwest… Di heman mehê de Sefareta Almanyayê got me projeya te qebûl kiriye Adarê dest pê bike. Di wê projeyê de 28 kes hebûn. Dîsa ne ji bo Botan Timesê bû ji bo perwerdeyê bû. Cihê şanaziyê ye ku hevkarên berê, edîtorê Botan Timesê Engîn Olmez û edîtora Botan Podcastê Semîha Yildiz jî di nav wan 28 kesan de ne.
Di heman mehê de The New York Timesê bi min re peymana nûçegihanî û prodûseriyê îmze kir. Adarê li ser navê rojnameyê min li ser sînorê îranê paşê li meydana Newrozê nûçe çêkirin. Omer Faruk Baran jî şofêrî kir.
Gotina dawiyê
Di 6 salan de min 18 proje bi rê ve birin û 240 kes wek nûçegihan, edîtor, nivîskar, mamoste, birêvebir di wan projeyan de xebitîn û heqê keda xwe standin. 220 xwendevanan û 7 mamosteyên me baweriya xwe li me anî û pereyê xwe dan keda me.
Min hemî pêvajo û proje bi rûmet, rûspîtayî û serbilindî temam kirin.
Îro dîsa wek 2020ê dîsa Wahdet Uçarê dest bi amadekirina nûçeyan kiriye û ez bi vê nivîsê îlan dikim ji wextê ji projeya perwerdeyê dimîne em ê kar bikin. Foneka malpera me nîne bibin abone keda kurdî ne erzan e û qet ne bêqîmet e. Di vê rêyê de mil bidin milê me.
Wek rehmetîyê Seîdê Nûrsî gotî “çayê dane ser Keçelî em ê dîsa dest pê bikin!”