Tirk Derheqê Pirsgirêka Kurdan de Çi Difikirin?

Nisbet bi berê Tirk û Kurd zêdetir hevdu nas dikin û ji hev haydartir in. Esasen nasîna Kurdan a li cem Tirkan pêşve çûye. Ji sedî 45 kes hazir in ku heq û talebên Kurdan bên muzakerekirin. Yanî sosyolojîya Tirkan jî diguhere, di nav wan de jî qebûlkirina Kurdan û mafên wan berfirehtir dibe.

***

Pirsgirêka Kurdan û çareserîya wê ji destpêkê ve di bin banê sîyasetê de ye. Em dikarin bibêjin piranîya Kurdan jî ji qewlê sîyasetê hîn bûne ku ji wan re çi lazim e. Pir caran xelk dizane ku neheqîyek li wan tê kirin, lê têkoşîna rêxistinên sîyasî û mafparêz nîşanî me didin ka divê çi çawa biguhere ku ev neheqî ji holê rabin. Wek mînak, em dizanin ku zimanê me çima ji dest diçe, lê em bi saya van hereketan dizanin ku em ê çi bixwazin: Mafê perwerdeya bi zimanê xwe, guherandina hin qanûnan û hwd.

Ji alîyekî ve wisa ye, lê ji alîyê din ve ger hereketên sîyasî bixwazin dikarin perdeya li ser çavê miletî rakin û ew bihêlin pirsgirêk bi zelalî bê dîtin û famkirin. Wek mînak li Tirkîyeyê piranîya Tirkan hê jî sebeb û esasa pirsgirêka Kurdan nizanin. Ji ber ku hereketên wan ên sîyasî, di navbera wan û heqîqetê de bûne perdeyeke reş û nahêlin ronahî bigihîje wan.

Îro sîyaset jî ji ber berjewendîyên xwe yên xususî rê li ber çareserî û aşitîyê digire. Li aliyekî partîyên wek MHPyê di nav hikumetê de bi hêz in, li aliyê din partîyên wek Zafer û ÎYÎPê sînoran li dor mixalefetê digerînin ku wan ji rêyeke aştiyane dûr bixin. Îro em dikarin bibêjin hizra raya giştî ya Tirkîyeyê ya derheqê Kurdan de bi destê sîyasetê ava bûye. Hikumet, partî, televîzyon, perwerdehî û heta mizgeftan jî di prosesa avakirina hizra vê rayê de cihên esas girtine. Ger sîyaset bixwaze dikare rê bide ber milet û wan ber bi aşitîyê ve bibe. Wek mînak, dema AK Partîyê dest bi prosesa aşitîyê kiribû, li gor lêkolînan piştgirîya milet kêm bû, lê texsîr nekir û dewam kir, di sê mehan de piştgirîya prosesê sê qatan zêde bû. Yanî AK Partî û Recep Tayyip Erdoğan, di hişmendîya dildarên xwe de guherînek pêk anî. Kurdbûn û zimanê Kurdan li ber çavê Tirkan rewa bû; hejmareke zêde ya van însanan ji êşên Kurdan haydar bûn û pê êşîyan. Dema ew proses hilweşîya û vir de hizr û raya xelkê dîsa vegerîya, lê ne mîna berê.

Di îlona 2023yan de, me wek Kurdish Studies Centerê (Navenda Lêkolînên Kurdî) lêkolînek li seranserê Tirkîyeyê bi kesên ne Kurd re pêk anî. Ray û qenaeta wan ya derheqê Kurd û pirsgirêka Kurdan de pîva. Em dikarin bibêjin li gor atmosfera nijadperest a ku sîyaset daye bin sîya xwe, dîsa jî hin hêvî hene.

Ya yekem, Kurd di nav milletên din de nêzîktir in û îtîbara wan zêde ye. Di navbera 1 û 10ê de averaja îtîbara Kurdan 7 e. Lê dema mijar dibe mafên Kurdan cihêkarî dest pê dike. Yanî hal ne pir baş e. Kurd li ber çavê Tirkan “ji wir in, ji me ne”, lê dil nade ku heqê wan were teslîmkirin.

Ya duyem, Tirk jî ne homojen in. Yên li dijî Kurdan û çareserkirina pirsgirêka Kurdan jî heterojen in, yanî di nav wan de jî ferq hene ku sîyaset an jî hereketên din dikarin ji wan hinekan qayîl bikin. Em li gor encamên lêkolînê Tirkan û qenaatên wan dikin şeş kategorî: 1) Yên Kurdan înkar dikin. 2) Yên Kurdan qebûl dikin û pirsgirêka wan red dikin. 3) Yên pirsgirêka wan qebûl dikin lê dibêjin problem di nav sîyasetvanan de ye. 4) Yên Kurdan û heqên wan qebûl dikin û nesîhetan li Kurdan dikin. 5) Yên bê şerh mafên Kurdan qebûl dikin û diparêzin. Em dikarin bibêjin di nav Tirkan de li hember Kurdan Şahîn (%14) û Kevok (%14) qasî hev in. 6) Yên din jî di vê skalayê de tên û diçin, lê piranîya wan nêzî şahînan in.

Ya sêyem, di nav Tirkan de hatiye qebûlkirin ku Kurd jî û pirsgirêka Kurdan jî heye. Her çiqas derheqê sebeban de Kurd û Tirk ji hev dûr bikevin jî qebûlkirina pirsgirêkê xaleke ne xerab e. Ji %17ê Tirkan dibêjin li hember dewletê Tirk û Kurd ne wekhev in. Yên ku dibêjin wekhevî heye jî ji %38 in. Yanî ji sedî 45 kes nikarin bibêjin wekhevî heye an tune ye, hişê wan ne zelal e. Ji sê paran parek Tirk jî bawer dikin ku cihêkarî li Kurdan tê kirin.

Ya çarem, nîvê Tirkan qebûl dikin ku pirsgirêka Kurdan an jî pirsgirêkên Kurdan hene. Yên ku qebûl nakin kêmtir in. Ji sedî 38 kes dibêjin ger îro prosesek bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hebe ez ê piştgirîyê lê bikim, tenê 28 kes dibêjin em ê li dijî bin. 34 kes jî bêqerar in ku em dikarin bibêjin çavê van kesan dê li partî û sazîyên wan be.

Xala herî muhim a pêncemîn e ku nêzîkî ji %45ê Tirkan barîyereke esasî li ber mafê zimên ranakin: Ji %70yê wan dibêjin bila zimanê fermî tenê Tirkî be lê dema mijar tê ser perwerdeyê, ji sedî 42 kes qebûl dikin ku Kurdî bi awayekî di nav sîstema perwerdeyê de cih bigire.

Xulase, Nisbet bi berê Tirk û Kurd zêdetir hevdu nas dikin û ji hev haydartir in. Esasen nasîna Kurdan a li cem Tirkan pêşve çûye. Ji sedî 45 kes hazir in ku heq û talebên Kurdan bên muzakerekirin. Yanî sosyolojîya Tirkan jî diguhere, di nav wan de jî qebûlkirina Kurdan û mafên wan berfirehtir dibe.Lê li wir jî dema em li sîyasetê dinêrin, sîyaset qasî xelkê pêşve neçûye û li gor guherîna sosyolojîyê sîyaseta xwe nû nake. Ji ber vê yekê îro sîyaset ji berê zêdetir di navbera çareserkirin û aşitîyê bûye dîwarek. Ji bo lawazkirina vî dîwarî jî dîsa bar li ser milê aşitîparêzan e.

Şîrove bike