Li Ser Epîkê

23/03/2024

Gelo rast e?  Dewra epîkan qediyaye? Tam di wan salên ku Cervantes, serpêhatiyên Don Kîşotê la Manchayî yê torin û seyisê wî Sancho Panza dinivîsand, li Kurdistanê, li Kela Dimdimê bi xwînê û wêrekiya ku Cervantes ew ji edebê der dikir û tiranê xwe pê dikir, tovên epîkeke neteweyî dihat çandin ku piştre ew tov dê li gelek deverên Kurdistanê bi şêweyên cuda yên vegêranê hem bi devkî, hem bi nivîskî hem jî bi cesteyî bihata afirandin. Yek ji sedema vê belavbûnê ev bû ku gel yanî kurdan xeyalên xwe, hêrsên xwe û fikrên xwe yên di derbarê azadî, welatevînî û rumetê de di şexsê Xan û şerê wî de berceste kiribû.

***

Epîk, axlebe metnên dirêj in û heta serdema modern an jî beriya zalbûna romanê yek ji cureya herî berbelav û hezkirî ya edebiyatê bû. Li meclîs û dîwanên qral û mîran helbestên dirêj yên mijara wan şer û qehremanî bû, bi şev dihat vegêran. Di destana Homeros, Odysseiayê de em mînakeke kevn ya meclisên bi vî rengî dibînin. Dîsa mamoste û akademîsyenê me Shahab Vali di nivîsa xwe ya ewil ya li BotanTimesê derbarê çanda epîkên kurdan de agahiyên balkêş dide me. 

Epîk ligel vê paşxaneya xwe ya kevn, wekî berê zêde nayê hebandin. Angaşt an jî baweriyeke wisa heye ku bi çêbûna romanê serdema epîkan qediyaye û pêdivî ne bi vegêranên mezin ku li dor girseyên mezin, bûyerên mezin û lehengên mezin diqewimin lêbelê bi vegêranên din hene ku endîşeyên her mirovê ku di jiyana rojane de, di têkiliyên xwe yên bi mirovan re û bi xwe re, bi rastî û xeyalên ku xwedîşiyanên bêpayan in bo acizkirin û gîrokirina wan.  

Lehengê berê yê ku diçû rêya çûn-nehatê, bi hêzên derasayî re şer dikir an jî wekî nimuneya Dimdimê û Xanê Lepzêrîn bi hêzên xwe yên gelek biçûk bes bi bawerî û wêrekiyên ku îro jî me heyranê xwe dihêle li miqabil artêşên gelekî mezin ber xwe didan, çûn û li şûna wan em behsa monologên zilamekî zexel bikin ku sibehekê bûye kêzik û heye gaveke din qorik an jî pişta wî were şikandin. Dinya gelek biçûk bûye û li ber me, ne rêyên wereng dûr û xeternak mane ku em xwe tê wer kin, ne jî wêrekiya ku dikare li miqabilî temamê neheqiyan bisekine, xema têkbirina wan bixwe, maye. 

Don Kîşota ku wekî romana ewil tê hesêb balkêş e henekên xwe bi dinya û lehengên wisa dike. Rabin dibêje, dinya ne ew dinyaya berê ye, bi qewlê şair, mêranî lê kar nake. Hezar û yek xemên we hene ku çaktir e hûn behsa wan bikin. Hewl bidin li ser wan û qenckirina wan xeber bidin, bidin pey dermanê wan. Eger dermanekî eşkere tunebe jî behskirin û nîşandan bi xwe derman e, hem vegêran rehet dike hem jî guhder/xwîneran. Bi vî şiklî ev wekî rengekî terapiyê dixuye lê helbet ne bi baweriya Cervantes. Ev zêdetir di serdema me de wisa ye. Psîkiyatr bi vî şiklî nêzî nexweş an jî mişteriyê xwe dibin deqena ew zû qenc bibin. Lêbelê şair û nivîskar jî wisa ne, dê ne şaş be ku ez bêjim em ji gelek nivîskar/şairan dibihîzin ku dibêjin ez mecbur bûm vê binivîsim an na dilê min rehet nedibû. Dil û psîkolojî xizmên hev in eger siheta yekî ne li cih be yê din jî dê ne baş be. Lewma lehengê ne epîk, yê ji dîrokê û baweriyê hatiye avêtin, bênavber diaxive, car bi xwe re car bi valahiyên li miqabilî xwe re.  Ne ji ber wê ye ku axaftin miriyan ji gorê radike an jî baskan bi mirovî re çêdike, na. Hêza xeberdanê û helbet ya guhdarkirinê qey ew e ku aciziyê diferikîne, pencereyan li ruhê mirovî vedike. Di dema me de qedrê wê, yanî qedrê gotin û guhdarkirinê zêdetir bûye lew her diçe wekî lehengê epîk ew jî bar dike, diçe. Awir tê şûnê û livlivînên ku li dor heman acizî û ezberan doş dibe.

Lê gelo rast e?  Dewra epîkan qediyaye? Tam di wan salên ku Cervantes, serpêhatiyên Don Kîşotê la Manchayî yê torin û seyisê wî Sancho Panza dinivîsand, li Kurdistanê, li Kela Dimdimê bi xwînê û wêrekiya ku Cervantes ew ji edebê der dikir û tiranê xwe pê dikir, tovên epîkeke neteweyî dihat çandin ku piştre ew tov dê li gelek deverên Kurdistanê bi şêweyên cuda yên vegêranê hem bi devkî, hem bi nivîskî hem jî bi cesteyî bihata afirandin. Yek ji sedema vê belavbûnê ev bû ku gel yanî kurdan xeyalên xwe, hêrsên xwe û fikrên xwe yên di derbarê azadî, welatevînî û rumetê de di şexsê Xan û şerê wî de berceste kiribû. Serpêhatiya begekî ku îhtimal heye berê pêşî xema parastina hukimraniya xwe ya biçûk dikir li dij qewm û mezhebekî din, bi demê re veguherî şerê man û nemana qewmê wî. Şerê wî li her devera welatê wî bi naverok û detayên hinek cuda hat vegêran, mezin bû, bû epîka qewmê wî. Ev epîk e û bi min yek ji epîkên herî mezin yên cîhanê ye ku tesîra wê îro jî berdewam e. Ez behsa wê bikim. Em ji Celîlê Celîl dizanin ku kelefeyên Kela Dimdimê îro jî ji bo dîtin û geştê qedexe ye. Sebeb jê ew wate ye ku Xanê Kurdan bi şer û xwîna leşkerên xwe lê nivîsandiye û heye ku ruhên wan, dîsa kurdan hişyar bike, nav li wan bide ku Dimdimê vejînin. 

Tiştekî din, demekê, qederê du meh berê min pirtûka Emîr Hesenpûr ya bi navê Li Kurdistanê Neteweperwerî û Ziman dixwand, di beşeke têkildarî berhemên devkî de Hesenpûr bi têbiniyekê, tecrubeyeke xwe neqil dikir ku ez hem ecêbmayî hiştim hem jî ez kêfxweş kirim. Ev nimûneyeke balkêş e bo ruhê epîk yê ku hê jî dijminên kurdan ditirsîne, xewê li wan diherîmine. Hesenpûr û hevalê wî Ebdulhemît Huseynî gava di salên 70yî de li Rojhilatê Kurdistanê beytên kurdî berhev dikin hay jê çêdibin ku beytbêjekî navdar Ehmed Dimdimî yê ku em bêjin bi malbatî wekî beytbêjên Dimdimê tên naskirin û lewma jî ev ji wan re bûye paşnav, dê were Mahabadê, bi şiklekî xwe digihîninê da ku Destana Dimdimê bo wan vegêre û ew li ser bandekê qeyd bikin. Lêbelê Ehmed Dimdimî vê daxwaza wan red dike sebeb jî ew e ku çêdibe band têkeve dest îstixbarata Îranê Savakê ku ev tê wateya êşkence û tahdeyiyê. Bûyereke sêsed û pêncî sal berê rûdaye hê jî cesaret û hêviyê dide mirovan û li aliyê din tirs û qehrê dixe dilê yên li miqabilî ku neviyên wan dîsa rabin û dest hilînin. 

Her di wan salan de, dê ne şaş be ku mirov bibêje li Emerîkayê qewmên niştecih di şerên xwe yên li miqabilî welatî û xizmên Cervantes de seraqet dişikiyan. Şikestina wan ewçend mezin bû ku dê kes ji wan nemaya şerê wan bike, epîkeke neteweyî ku feyzê bide rêxistin û hewlên nû yên azadiye. Naxwe epîk berê pêşî strana azadiya neteweyan e ku xasseten ji şikestinan, ji berxwedanên xwedayî ber dixwe, belav dibe. Di roja îro de jî gelek netewe hene ku bo xewna xwe ya azadiyê bi şêweyên cuda şer dikin. Epîk ji van şeran derdikeve ji lewre heta ku şerê azadiyê hebe, dê epîk jî hebe. Bi gotineke din ancax li utopyayan pêdivî bi epîkan çênabe lew her tişt li wê derê durust e, tekmîl e dîn û dewlet.  Helbet çêdibe û gelek normal e ku epîk li ba hin neteweyan nemabe, li wan deran edebiyat nexasim roman bûye cureya vegêrana epîkên şexsî ku Todorov behsa wê dikir. Helbest û çîrok jî bi heman şiklî zêdetir meyyal e xemên şexsî, pêhisîn û hestyariyên ku mirovan dike mirov, vedigêre. Bo nimûne li Emerîka û welatên mezin yên rojavayê epîk nemaye. Na, ne ku ew welat beşdarî şeran nabin û qehreman ji wan dernakevin, ne ji ber wê. Leşkerên emerîkî li gelek welatan şer dikin lê şerê wan ne ji bo man û nemana dewleta wan e. Ev şer caran dibe mijar bo fîlmên hollywoodê û bi rengekî epîk tên kişandin lê edebiyat bi çavê çîroka şexs/leşkeran wisa difikirin ku çûne şerekî bêçine yê ku ji dûr ji nêz eleqeya wan pê nîne û ji aliyên etîk û edaletê ve di hundirê xwe de dikevin nav nîqaşan, nêzî van şeran dibe.

Li cem me kurdan her du vegêran jî tên berhemanîn. Belê li vê derê em, bi kêmanî ez di nivîsînê de ji aliyekî ve xema afirandina metneke takekesî dixwim lêbelê li aliyê din xwe neçar dibînim û dîsa hez dikim ku çîroka qewmê xwe vegêrim. Xema tiştine epîk bixwim, li dor hêrseke poetîk hêmayan ji xwînê çêkim, ji mirinên rasteqîn ên em seraqet şahidê wan in û niha li gor berê ji wan şerm nakin, risteyan der bînim. Di demên dawî de bala min lê ye edîbên me xasma jî şairên me berê xwe didin lêkirina helbestên epîk. Serkeftin û têkşikanên bo azadiya zêde payî berdewam e û pêdivî bi metnên wiha dibîne. Şairên me çi yên bi emir çi jî yên ciwan heçku îro ji her demê zêdetir dixwazin helbestên wisa binivîsin. Lew wekî min li jorî jî got li aliyekî ve şerekî bênavber heye lê li aliyê din westandin û bêhêvîbûnek li cem me peyda bûye. Biratiya bi ziman û axê re sist bûye/dibe. Her wekî Ehmedê Xanî digot belkî mesele zêdetir girêdayî çalakî û zîrekiya hakim û emîran be lêbelê çawa ku dîsa wî digot sucê şair û feqîran di vê yekê de nîne bes bereksê wê bi reflekseke sucdarane xame hildabû destên xwe, edîbên kurd yên îro jî xwe şirîkê sûc û belkî bêxîretiya çîna siyasî yên kurdan dibînin, ji loma ye her xema lêkirina metnên epîk dixwin. Metnên ku di sed û pêncî salên dawî de hatine nivîsîn bi xwe şahidiya vê yekê dikin.

Bi hêviya ku rojekê em jî nivîsîna metnên wiha karekî demode û bêçine bibînin. Newroza me pîroz be.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Yehya Omerî

Sala 1993yan li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bû. Part-time şair e, û carna freelance gerok û xwendekar e. Du pirtûkên wî yên helbestan hene:

Anatomiya Demsalên Zer, Weşanên Evrensel, 2015.

Nêrgiza li Defterê Bişkivî, Weşanên Avesta, 2021.

Te ev dîtıne?

Ji Şama Şerîf Şeveka Beşarê Esad Ta Heta Mihemedê Malmîsanij û Berkenê Bereh

Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif.. Vê gotina ku bala Ahmet Hamdi

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên