Temenek e kurtanan çêdike

Fesih Sürmeli 36 sal in li Sûra Diyarbekirê kurtanan çêdike û difiroşe bajêr û derveyî bajêr. Sürmeli ev kar ji apên xwe û ji ermeniyekî ji Hezroyê hîn bûye û heta îro jî bi vî karî re mijûl e. Wî salên borî kurtan ji bajarên mîna Riha û Semsûrê anîne û li Diyarbekirê û bajarên derdorê firotine lê niha ew bi xwe çêdike û difiroşe Diyarbekir, Mûş û Bîngolê. Sürmeli, tekane kes e ku li Diyarbekirê vî karî dike lê li navçeyên Diyarbekirê kurtançêker peyda dibin. Ew ji rewşa piyaseya kurtanan gazindan dike û dibêje “demsala herî baş bo firotana kurtanan havîn e, lê dîsa jî kesek nayê kurtanan nastîne, mehê li ser hev 8-10 kurtanan difiroşim, lê têra mitfax û mesrefên mala min nake.”

Bihayê kurtanan ji milyarekê heta sê milyaran diguhere û kurtanek du rojan amade dibe.

Wî karên simîtfiroşî, hemaltî û boyaxkarî jî di nav de gelek karên din jî kirine lê axirî destekî wî tim li ser vî karî bûye.

Ew dibêje, “tê bîra min, min li vir kurtan bar dikirin û dibirin li gundan difirotin, tenê li gundekî min 50 kurtan firotin lê niha hefteyê encax 2 kurtanan difiroşim, jixwe rewşa aborî pir xerab e, dema firotin jî kêm be, em nikarin li ber xwe bidin, ez ji 16 saliya xwe ve li kuçeyên Diyarbekirê vî karî dikim, hingî ez hebim jî ez ê vî karî bikim.”

Kurtan bi kulav, pîne û gihayê pelax-qamûş û balîfan çêdibe û bi awayekî hesas tê dirûnê û herî dawî li çolê û li cihên ajalvanî lê tê kirinê tê belavkirin.

Kuçeya dikana Sürmeliyî.