Van du sedsalên dawiyê ku serdest nahêlin em li ser axa xwe jiyaneke li gor adet û baweriyên xwe ava bikin, gelo feraseta me ya xweza û gerdûnê çawa guheriye? Em deşt û çiya, gul û giya û çem û rûbaran çawa dibînin niha? Em wan wekî endamên malbatên xwe dibînin wekî dê û bav, xwîşk û bira di heman male de dijîn, yan wekî dewlemendiyên xwe yên madî dibînin ku têkiliya me tenê tîcarî ye? Gelo, dema ku zarokên me cihê mala rojê ji me bipirsin em dê bersiveke çawa bidin?
***
Sala min a ewil bû li Ankara Siyasalê. Di dersa dîroka siyasî de ku mamosteyê wê yek ji profesorên bi nav û dengên zanîngehê bû, rûpelek danî ber xwendekarekê û jê daxwaza xwendinê kir. Em hinekî matmayî man ji ber ku ew ne tevgera wî ya asayî bû.
Wê xwendekarê pêşî li rûpelê nihêrt da ku peyv û hevokan nas bike û pişt re dest bi xwendinê kir: ‘Nameya Şef Seattleyî ji Şefê Mezin re’ [1].
Metna ku profesorî dabû xwendinê nameyek bû, di sala 1854an de ji aliyê yek ji şefên niştecihên Emerîkayê ve, wekî bersivekê bû ji bo rêvebirên Emerikayê ku daxwaza kirîna erdên wan dikir. Şef Seattle, behsa wateya erd û asiman, çem û rûbaran û dar û beran ji bo wan dikir da ku rêvebirên kolonyal fehm bikin ka bi dewaya kirîna erdê di eslê xwe de çi ji wan dixwazin. Bi vî halî, naveroka nameyê, wateya eslî ya rasthatina kolonyal îzah dikir ku bi qewlê Walter Mignolo ew ‘pevçûna kozmolojiyan’ bû [2].
Xuleseya nameya Şef Seattleyî kêm zêde wisa bû:
“Şefê Mezin ê li Washingtonê dixwaze axa me bikire. Em ê bifikirin, ji ber ku em dizanin ger em nefiroşin dikarin bi çek û sîlehan werin û bi zorê axa me ji me bistînin. Lê dîsa jî fîkra firotina axê ji me re xerîb tê. Meriv çawa asîman û germa erdê bikire û bifiroşe? Ger em ne xwediyê tazebûna hewayê û çirûska avê bin, hûn çawa dikarin wan bikirin? Her perçeyeke vê dinyayê ji bo gelê min pîroz e… Dinya dêya me ye. Kulîlkên bêhnxweş xwişkên me ne; pezkûvî, hesp, eyloyê mezin, ev birayên me ne, girên zinarî, şilbûna mêrgan, germa canîkan û mirov, hemû ji yek malbatê ne… Avên çem û rûbaran xwîna bav û kalên me ne jî. Em ne xwediyê wan in ka çawa bifiroşin!
Ger em erdên xwe didin we bizanin ku ew erd ji bo me pîroz in. Birîqîna tavê ya li ser golan, bîranînên gelê me dihewînin. Xûşîna rûbaran dengê bav û kalan e. Ger em erdên xwe bifiroşin we divê hûn ji bîr nekin em dê û bav, xwîşk û birayên xwe teslîmî we dikin. Divê hûn hînî zarokên xwe bikin ku çem û rûbar xwişk û birayên me ne. Divê hun jî bi dilovanî bi wan re tevbigerin.
Em nikarin pêşiya we bigrin. Em dizanin hûn ji adetên me fehm nakin. Hûn dinyayê ne wekî malbat lê wekî dijmin dibînin loma her û her dixwazin feth û talan bikin yan jî wekî morî û mircan bifiroşin. Lewra em dizanin hûn ê dinyayê bikin çol. Dîsa jî dibe ku rêyek din hebe. Ger em erdên xwe bifiroşin we, qimeta wê bizanin û wê biparêzin… Ger em li ser pêyan bimînin belkî rojekê em jî dikarin bibin xwişk û bira… Em ê bibînin.”
Gava name qediya atmosfereke manevî bi ser sinifê da hatibû. Rih û nefes ji kesî dernediket. Her kesî serê xwe xwar kir, kelogirî bûn. Profesor, ji xwe razî, fîkra wan ya derbarê nameyê de pirsî. Yek bi yek heyraniyên xwe îfade kirin û heyfên xwe bi Şef Seattleyî û gelên nîştecih anîn. Lê serê min tevlîhev bûbû. Me serê sibê di dersa iqtîsadê de zanînên berovajiyê nêrînên Şef Seattleyî xwendîbûn. Hînî me kirin ku:
Erd çavkaniyeke dewlemendiyê ye. Em difiroşin û dikirîn. Dar û ber, çem û rûbar hemû dewlemendiyên me yên madî ne. Em wan zeft dikin û bi wan serwetê berhev dikin. Hemû heywan mal û milkên me ne. Em ji çerm û goşt û hestî û hêkên wan îstîfade dikin. Em tenê bi rêya matematîk û îstatîstîkê qimeta wan hesab dikin. Ji bilî vê tu qîmeta wan tunebû.
Bi vê mifredatê em ancax dikarin bibin şagirtên ew kesên ku li ser şopa ‘şefên mezin’ çûne. Lewra di dersa dîroka siyasî de xwendina wê nameyê ji min re xerîb hatibû ku tu caran cih nedabû dengên nîştecihan û gelên din ên binketî. Di wê atmosfera manewî de min jî tilîya xwe rakir û wiha îtîraz kir:
Bi min nêrînên Şef Seattleyî xelet in. Me serê sibê di dersa îqtîsadê de zanînên berovajî xwendin. Em hîn bûn ku hemû xweza metayên bazirganiyê ne û îlmê iqtîsadê rê û rêbazan hînî me dike ku em qezencên azamî bi wan re bikin. Serê min tevlîhev bû. Divê em qerarekê bidin! Ger nêrînên Şef Seattleyî rast in vêga mufredeta me şaş e û divê em wê ji binî ve biguherînin. Ger ne divê em nameyên bi wî rengî nexwînin. Bi min nabe ku em di dersa îqtîsadê de nêrînên Şef Seattleyî wekî xeyrî îqtîsadî qebûl bikin, telqîna wan nêrînan bixwînin û bin erd bixin lê di dersa dîrokê de jî xweziya xwe pê bînin û hêsîran ji bo wî bibarînin!
Efsûna atmosferê ji hev belav bû. Hevalên dersê bi çavên hêrs û şikestî li min nihêrtin. Min hewesa wan şikandibû. Nedixwestin têkiliya hinkirînên mufredata modern û qedera heyf a Şef Seattleyî qebûl bikin. Li rêyeke hêsan geriyabûn. Xwezî hebûya lê mixabin tûnebû.
Sal derbas bûn. Piraniya hevalên min ên zanîngehê bûne burokrat û hemû jêhatîbûnên xwe bo birêxistina erdên kirî terxan kirin ji bo bidestxistina karê herî zêde. Nizanim nameya Şef Seattleyî di bîra wan de maye yan na lê hem name hem jî ew meselaya kozmolojiyê tu caran ji bîra min neçû.
Yên ku erdên Şef Seattleyî û hemû niştecihên Emerikayê bi zorê ‘kirîn’ qetlîameke mezin li wan kirin. Yên ku sax mane di kampên komkirinê de hatin bicihkirin. Di sala 1969ê de, sed sal piştî Şef Seattleyî û qirqirina niştecihan, Navarre Scott Momaday, niştecihê ku li kampên rezervasyonê mezin bûbû bi romana Mala Ji Berbangê Xelata Pulitzerê wergirt [3].
Momadayî, perwerdeya xwe ya ewil ji dêya xwe Natachee Scott Momaday wergirtibû. Dewletê ew di çarçoweya bernameya asîmîlasyonê de şandibû kolejeke ji bo keçan. Natachee piştî ku bû mamoste vegeriya kampên rezervasyonê û zarokên niştecihan perwerde kirin. Lê li şûna ku wan asîmîle bike, ew hînî dîroka wan kir. Natachee hemû bîranîn û hînkirinên bav û kalan, dê û pîran li mêjî û dilê kurê xwe neqş kirin [4].
Navê romanê jî îlhama xwe ji bîranîneke zarokatiya Momadayî digire. Rojekê, ew li ser çokên kalê xwe rûnîştibû jê dipirse:
Kalo! Gava dibe şev, roj bi ku da diçe? Mala rojê li ku ye?
Kalê wî behneke kûr dikêşe. Nizane dê çawa bersivê bide. Bîranînên dûr tê hîşê wî. Du rê li ber wî hebûn. Yan li gor kozmolojiya niştecihan, kozmolojiya bav û kalan bersiv bidaya yan jî li gor zanista wan kesên ku axên wan ji destên wan sitandine. Qederekê bêdeng dimîne û piştre hêdî hêdî bersivê dide:
Gava dibe şev kurê min, roj diçe mala xwe. Xaniyê ku ji berbangê hatiye çêkirin. Gava dibe şev… roj serê xwe datîne ser sînga berbangê û radize.
Li seranserê romanê Momaday li ‘mala rojê’ digere. Wekî her niştecihê ku diçe mektebê, diçe leşkerîyê û Momaday jî jiyana derveyê li kampê nas kiribû. Roman îlhamên xwe ji jiyana Momadayî digire. Lehengê romanê Abel, wekî Momadayî bixwe, di navbera her du jiyan û kozmolojiyan de ase dimîne. Bê cih û war e. Nikare xwe aîdî tu derê hîs bike. Kampa ku dişibe hewşa ji bo keriyên heywanan, tu cara nabe wargeha wî. Lê belê jiyana li derveyê kampê jî warê wî nebû.
Momaday, di romanê de hem dîroka bêmilkkirinê hem jî bi têkçûna hêzên wan, wendabûna qaîdêyên jiyanê wekî sedemên biyanîbûnê pir xweş resm dike. Momaday kozmolojiya niştecihan ne wekî kevneşopiyên mirî lê wekî prensîbên jiyanê ewqas zindî nîşan dide ku meriv bi rêya şexsiyetên lehengan baş hîs dike wendakirina wan prensiban çi felaketeke mezin e ji bo wan.
Van du sedsalên dawiyê ku serdest nahêlin em li ser axa xwe jiyaneke li gor adet û baweriyên xwe ava bikin, gelo feraseta me ya xweza û gerdûnê çawa guheriye? Em deşt û çiya, gul û giya û çem û rûbaran çawa dibînin niha? Em wan wekî endamên malbatên xwe dibînin wekî dê û bav, xwîşk û bira di heman male de dijîn, yan wekî dewlemendiyên xwe yên madî dibînin ku têkiliya me tenê tîcarî ye? Gelo, dema ku zarokên me cihê mala rojê ji me bipirsin em dê bersiveke çawa bidin?
Çavkanî û Jêrenot
[1] https://www.haytap.org/tr/kderili-f-seattle-eyaz-saraya-mektubu-
[2] Hevalekî ku beşdarî dersên Walter Mignolo bûbû ev anekdot jê neqîl kir. Di dersekê de xwendekarekî niştecih behsa nêrînên wan ên derbarê xwezayê de kir. Prof. Mignolo ku bi baldarî guhdariya xwendekarê xwe dikir, behneke kûr kêşe û got: ‘Tiştê ku em tecrûbe dikin pevçûna kozmolojiyan e. Nêrîn û feraseta me ya xwezayê ji binê de ji hev cuda ye’.
[3] N. Scott Momaday, House Made of Dawn, 1968.
[4] Crescent College and Conservatory, https://onlyinark.com/culture/crescent-college-and-conservatory/