Xayînnasîya Bextîyar Elî û Rizgarkirina Mirovên Di Hundirê Xwe de Xeniqîne

Xayînnasîya Bextîyar Elî û Rizgarkirina Mirovên Di Hundirê Xwe de Xeniqîne
Xayînnasîya Bextîyar Elî û Rizgarkirina Mirovên Di Hundirê Xwe de Xeniqîne
Ferzan Şêr
  • 29 Mart 2024 11:49

Ismet ji Elî Îhsan dixwaze ku wî bibe Nûşehirê cem zarokên wî. Piştî salek û pênç mehan Ismet diçe mala xwe. Jinik dibêje mêrê min mirîye derî venake. Ismet tê, dibêje “Uyzar ev ez im, Ismet im”. Elî Îhsan dibêje “mêrê te ye, bavê zarokên te ye” lê bê fêde ye. Jinik dibêje “Na, heger pê bihesin ku ew kurd e dê me ji taxê biqewitînin, ne dûr e ku me bikujin jî. Tu nizanî ji çaxê belav bû ku Ismet bûye kurd, em çawa dijîn. Ji kerema xwe jê ra bibêje bila biçe”. Elî Îhsan dîsa li ber dixe behsa mafên wî dike. Jinik dibêje: “Erê ev peya mêrê min bû. Erê bavê zarokên min bû. Lê wî çaxî tirk bû, ez bi tirkekî ra zewicîm, min laşê xwe da peyayekî tirk. Bila dûr bikeve, ez ne amade me jina kesekî netirk bibim, tu li ber ketî min çi got?”.

Eduardo Galeano di berhema Aynalar de meteloka du kesên xayîn wisa neql dike:

Domingo Faustino Sarmiento bîz ji José Artigasî kir. Biqasî ji wî bîz kiribû ji tu kesî din nekiribû.

Ew wekî kesê xayînê nijada xwe bi nav kir, ku ev yek rast bû. Artigas bi çermê xwe spî û bi çavên xwe rengeron bû. Tevî gaucho [koçer], reşik û niştecîhan mil bi mil şer kir. Di şer de têkçû, çû xerîbîyê û herweha di nav tenêtîyê de jibirbûyî mir.

Sarmiento jî zilamekî wisa bû ku xayînî li nijada xwe kiribû. Ji bo fahmkirina vê yekê bes mirov li portreyên wî binêre bes e. Şerek li hemberî eynikan dabû destpêkirin, di wî şerî de ev yek diparast ku arjantînîyên bi rengê xwe yên tarî bêne tunekirin û di şûna wan de ewropîyên spî û bi çavên xwe yên rengeron bêne bicîhkirin û her weha wisa jî kir. Bû serokê dewleta xwe û herweha bû qehramanekî pesndayî, mirasdar û nemir. (wam, “İki Hain”, 212). 

Berovajîya vê mijara xayîntîyê, di Dagirkirina Tarîtîyê de Bextîyar Elî ciwannasîya xayîntîyê (xayînnasî), di ser du kesan re ji me xwîneran re aşkere dike. Di vê nivîsê de ez ê behsa du kesên honakî bikim: Arsîn Akansuyê tirk û Ismet Oktayê “netirk (kurd)”.

Di nivîsa berê de, min behsa mebest û fahma hişkbawerîyê ya makîneya kemalîzmê di ser Tariq Akansu û pedagojîya wî de dabû zanîn (Fantazîyên Bêxwê….). Arsîn kurê mezin e. Cara ewil dema mala wan bi destê karkerên kurd tê bicîkirin kurdan nas dike. Zimanê wan bala Arsîn dikêşe. Hest û hez pê dike ku fêrî zimanê wan bibe. Birayê wî Elî Îhsan jî dibêje dema tu hîn bûy min jî hîn bike. Her du bira jî dizanin ku wê ne bi dilê bavê wan be (44). Tariq A. ji Mêrsînê aşpêjekî û du xizmetkaran tîne da ku li malê çand û reftarên tirkî ji bîra zarokan neçe. Herwekî din her cure hovîtîya xwe li cem zarokan bê pêrde pêk tîne da ku lawaz xuya nekin, bibin wekî wî. Hirçekî li malê dixe qefesê da ku zarok zanibin tu ferqa kurdan û vî hirçî tune, her ku derfet çêdibe behsa bilindbûna nijada tirkan, nizmbûna nijada kesên netirk (kurd) dike.

Pedagojîya tirkperestîyê ya Tariq A. ku wekî navê kitêbeke Galeano ye jî, ji Arsîn re dibe “Mekteba Cîhanî ya Berovajî”. Rojekê Arsîn ji mamosteyê dîrokê, dîroka Diyarbekirê dipirse. Mamoste bi hatina Ataturkî re dîroka wê derê dide destpêkirin (123). Arsîn û Samî dema li bajêr digerin mirovên bajêr ji ber ku zimanê wan qedexe ye, bes bi îşaretan dipeyvin. Wekî ku li bajarekî bêdeng bimeşin (167). Arsîn pê şaş dibe, çawa ziman tê qedexekirin. Samî dibêje nehizire wekî her tirkekî ez jî lê nahizirim. Şîretan li Arsîn dike ku ew jî guh nede, an na bavê wî pê bihese dê cezayekî giran lê bibire. Arsîn jî dibêje “Wekî çi? Wekî çi? Dê kurê xwe jî bikuje? Dê kurê xwe jî bavêje zîndanê? Nahêle kurê wî jî bipeyve? Dê çi bike? Dê min bixe qefesê û bişîne Enqereyê?” (169). Di ser van çavdêrî û şahidbûnê re daxwaza Arsîn li ser hînbûna kurdî xurttir dibe.

Di nav hevalên wan de Kubra keçeke tirk e, Sînem kurd e. Ji bo Kubrayê ne girîng e bê Sînem kurd e an tirk e, bes naxwaze axaftina Sînemê ya bi kurdî were sehkirin. Guvaşa dewletê (hukma Tariq A.) ewçend hişk û tund e ku Sînem li hemberî yeka wekî Kubrayê jî dibêje em tirk in (171). Dilê Arsîn dikeve Sînemê. Lêbelê ji ber tirsa Sînemê ya ji hukmê Tariq A. evîndarîya wan naçe serî. Arsîn ji şênîyên bajêr şerm dike ku kurê Tariq A. ye. Dema li ser Sînemê digirî, dixwaze jê re bibêje “ez ne wekî bavê xwe me” (186). Di mijara şîyarbûn û dijderketina li rêbazên Tariq A. de, hişmendîya eqlî/rasyonel a Arsîn ji evîndarîya wî pêşdetir e. Lewma bi vî rengê xwe ji wan romanan ciyawaz dibe ku mêrên dagirker û jinên mêtîngehî tînin cem hev û li ser bedena jina mêtîngehî honaka xwe saz dikin. Epîzodên Tariq A. yên bi zarokan re delîlên vê yekê ne ku kêm caran behsa Sînemê tê de dibe.

Şofêrê Akansuyan zarokan piştî mektebê dibe zîndanê, li pey bavê xwe, li ser du kursîyan li lêpirsîn û îşkenceyên bavê xwe temaşe dikin (190). Eynî mîna civaka tirkan ku li tunekirina hemû etnîsîteyên netirk temaşe bikin. Tariq A. dixwaze zarokên xwe bibe nêçîrê da ku karibin qijikan (ango kurdan) bikujin. Kuştina kurdan wekî karekî werzîşî ye ji bo wan. Li gor fahma Tariq A. ne hewceye Arsîn jê re pilingek bigre qijikek bikuje besî wî ye. Mesele ew e ku her takê tirk carekê tilîya xwe bi xwînê bike û şîrîktîyê bike li sûcê hevpar. Tariq A. dibêje “divê her tirkek bikare guleyan bera qijikan bide” (209); di wir de Arsîn di dilê xwe de red-î mîrasê li vê cûreya hovîtîyê dike, di dilê xwe de dibêje “ji xeynî min, ji xeynî min Tariq Akansu; ez nikarim guleyan bera qijikan bidim” (ibid). Heke amentûya tirkbûnê bi rabûna şîyaneke bi vî rengî be redkirina wê jî redkirina tirkbûnê ye. 

Nakokîya di navbera bav û kur de ne Sînem e, tirkîtî ye. Lê belê “xayîntîya” Arsîn li ser mijara Sînemê dest bi çalakbûnê dike. Ji pozîsyoneke pasîf a hêrsî dest bi kar dike Arsîn. Tariq A. şevekê gazî Arsîn dike, jê re diyar dike ku divê xeyala hevaltî û zewaca bi keçika hespfiroş (û helbet kurd) ji serê xwe bavêje. “ji bilî keçikeka xas û canik a bi esl û feslê xwe tirk, ne ji mafê wî ye jineka din derbasî jîyana xwe bike” (268). Serê sibeha wê şevê, Arsîn wenda dibe.

Bi reva Arsîn re êdî serdema Arsîn a firarî, mehkûmî, qaçaxî dest pê dike. Dayîna jîyannameya Arsîn di nivîsekê de gelekî zehmet e lewra roman bi xwe ji heft sed rûpelî zêdetir e. Di vir de ez ê bi kurtî çend xalên din ên girîng derbarê wî de bibêjim, dûvre çeteleya karên wî yên xayîntîyê li nijada xwe kirî binivîsim. Dema direve xwe dispêre kurdan, ji wir diçe Stenbolê dîsa bi saya kurdan, “nemisilmanan” ji xwe re jiyaneke nû saz dike. Êdî girêka çarenûsa wî li hemberî her cure tirkperestîyê vedibe: “ev ne şerê min yê bi bavê min Tariq Akansu ra ye, lê ev şerê min bi dewleta Tirkîyayê ra ye” (364).

Çend nimûneyên sîcîla needlî ya Arsîn bi vî rengî ne: kurdî hîn dibe; di mijara girtina pilingê tî de bavê xwe aşkere dike ji rojnameyên neteweyî re; ji bo berdana Înan Boran û Çetin Polat nameyan ji bavê xwe re dişîne, heke qebûl bike dê li şûna wan ew dê vegere radestî bavê xwe bibe; di bûyerên Îlona 6 û 7an de ji bo malbateke yûnanî û destnivîsên axaftinên Şêx Seîd ên veşarî jîyana xwe dixe xetereyê; navê Kurdistanê hil dide ne ku rojhelat an jî başûrrojhelat; wextê Tariq A. dikeve qefesa hirçî ku Arsîn jî li wê derê qefeskirî ye, bang li hirçî dike ku bavê wî bikuje; di bûyerên Mereşê de orgeneralê tirk Heqî Sunay bi suîkastê dikuje; di wan bûyeran de hevalekî xwe Hebîbcan dikuje*; Mistefa Şekibî (kesê ku di ekîba MITê de piştî mirina birayê wî Elî Îhsan gule bera meyta wî dide) birîndar dike ku heta mirinê felc di nav nivînan de dimîne; Arsîn bi salan dikeve pey general û gurên boz van dikuje, dibe efsane. Gelek çîrok û mîtan li ser wî çêdikin. Geh dibêjin li Mêrdînê, geh dibêjin li Almanyayê, dibêjin kesekî wisa nîne, mirîye hwd… Armanca wî ya sereke kuştina Turkeş û Gun Sazakî ye.

Di nav vê sîcîlê de tenê tiştekî ku xayînî ne li nijada xwe belam xayînî bi rêbaza xwe dike kuştina Heyder Guney e. Ji bo ku Heyder Guney bi casûsbûna birayê wî nehese, bi rêya dermanekî, jehrê dide birayê xwe ku bide hevalê wî Heyder Guney. Bi destê birayê xwe Heyder Guney dide kuştin ku dawîyê rêxistina Duyê Nîv Şevê tevî karên wî yên din ên MITê, li ser kuştina Heyder Guney Elî Îhsan dikujin.

Ismet Oktay yekem kes e tûşî şewba zimên bûye ku tirkî ji bîr kirîye û bi kurdî dipeyive. Yek ji endamên gurên boz e, bi salan bi orgeneral Heqî Sunay re kar kirîye. Ismet ji Mêrsînê pirtûkfiroşekî dikuje ku pirtûkên çepgiran difiroşe” da [ku] ji hemûyan ra teqez bike ku ew tirkekî rasteqîne ye” (376). Demên karantînayê ji bo îspatkirina tirkbûna xwe hewleke mezin dide. Tu carî bîr nabe ku kurd be. Bi Elî Îhsanê wergêr re hogirîyê dike. Heya bûyerên Dînxaneya li Elezîzê, bûyerên Mereşê jî li pey îspatkirina tirkbûna xwe ye. Li gor wî Tansuyê qehbik tiştek pê kirîye ku wisa bûye. Wezîrê tendurîstîyê pirsa malbata wî dike, gelo kominîst tê de heye an na, zimanekî din dipeyivin an na, bersivên wî tev li gor amentûya tirkperestîyê ne. Li gor wezîr “dibe ku kesê ji tirkbûnê bikeve bi temamî ji mirovbûnê jî bikeve” (103) lewma divê di bin çavdêrîyeke tund de be. Li gor Ismet ew tirkekî resen e lê vê pirsê jî bêyî ku bersiveke din ya tirkbûnê hebe dibipirse: “heger ez ne tirk im, nexwe çi me?” (ibid).

Elî Îhsan, dema bi Ismet re dipeyive Ismet fahm dike ku êdî rewşa wî gelekî xerab e. Hêdî hêdî xewna wî ya vegera ser tirkbûnê û dûrbûna ji wê rewşa “heywanî” (ango kurdbûn) ne pêkan e. Dibêje “ango niha wekî kole li me dinêrin?” (178). Li gor Elî Îhsan rewşa wan ji ya koleyan xerabtir e: “heger hesabê koleyan ji te ra bikin, divê tu xwe bextewar bibînî” (179). Her ku Elî Îhsan ji Ismet re bibêje “[t]u li bal dewletê êdî ne tirk î, vê rastîyê qebûl bike” (325), Ismet tu carî hêvîya xwe ji tirkbûna xwe qut nake. Hew Ismet ker û lalbûnê heya bi mirinê difikire bêyî ku bizanibin ew bûye kurd (376).

Dînxaneya Elezîzê ku tûşbûyên şewba zimên lê dimînin êdî ji bo ku dibe hêlîna axaftina serbest a kurdî, gurên boz û dewlet êrîşî wê derê dikin, komkujîyek pêkê tînin. Ismet tevî Elî Îhsan difilite. Îsmet ji Elî Îhsan dixwaze ku wî bibe Nûşehirê cem zarokên wî. Piştî salek û pênç mehan Ismet diçe mala xwe. Jinik dibêje mêrê min mirîye derî venake. Ismet tê, dibêje “Uyzar ev ez im, Ismet im” (620). Elî Îhsan dibêje “mêrê te ye, bavê zarokên te ye” (ibid) lê bê fêde ye. Jinik dibêje “Na, heger pê bihesin ku ew kurd e dê me ji taxê biqewitînin, ne dûr e ku me bikujin jî. Tu nizanî ji çaxê belav bû ku Ismet bûye kurd, em çawa dijîn. Ji kerema xwe jê ra bibêje bila biçe” (ibid). Elî Îhsan dîsa li ber dixe behsa mafên wî dike. Jinik dibêje: “Erê ev peya mêrê min bû. Erê bavê zarokên min bû. Lê wî çaxî tirk bû, ez bi tirkekî ra zewicîm, min laşê xwe da peyayekî tirk. Bila dûr bikeve, ez ne amade me jina kesekî netirk bibim, tu li ber ketî min çi got?” (621).

Ji wir diçin cem mala bavê wî. Birayî wî Ehmed derî vedike. Li wê derê jî çîrokeke din dertê meydanê. Li gor neqlkirina Ehmed wextê xeber hatîye ku Ismet kurd e, bavê wan aciz bûye. Malbat hilweşîyaye. Bavê wan guvaşeke mezin li ser dayika wan kirîye. Gelek nihênîyên malbatê eşkere bûne. Tu nabînî, dayika Ismet kurd e. Dayika Ismet “esl û feslê xwe” ji wan veşartîye, wextê Ismet di zikê wê de bûye dest pê kirîye heya çar salîya wî pê re, bi dizî, bi kurdî axivîye. Axirî bavê wan dayika wan davêje derve, dayik naxwaze wekî tirkekî bimre, li derdora Haci Bektaş meytê wê dibînin (623).

Xebera Ismet belav dibe ku ji Elezîzê revîyaye; MHP, dewlet her kes lê digere. Elî Îhsan dibêje ez ê te bibim Diyarbekirê mala xwe. Ismet hê jî dibêje “ez tirk im û dê her tirk jî bimînim” (626). Ev hişkebawerîya wî nîşan dide ku di makîneya kemalîstan de tirkbûn çendî hêsan bibe jî veger ew çend ne hêsan e. Tu dibê qey makîneyek wisa ye ku li ser DNAyê dixebite.

Axirî çîroka Ismet bi derbasbûna Başûr re, bi nasmayeke din, bi awakî din dimeşe. Ismet li Zaxoyê, bi nasnameya Ismet Yûsif Îrfan, keçeke gundî ji xwe re tîne, zarokên wî çêdibin, dibe bazirganê pez û sewalan. Gelek caran bi mehan wext derbas dibe qet bi bîra wî nayê ku Ismet Oktay bûye. Lê sala 1992an piştî vekîşîna Seddam ji xwe wergerekî tirkmen dibîne diçe Bakur, hay ji mirina Elî Îhsan dibe, ji wir diçe ku zarok û malbata xwe bibîne. Ehmedê birayê wî wekî berê bawerî pê ye ku kurd tune ne. Qîza xwe dibîne nikare wê qaneh bike ku bavê wê ye, qîz dibêje “ez keçeka tirkperwer im” (706). Çîrok rast be jî tirkbûna xwe di ser peydakirina bavê xwe digre. Eynî wekî rêbazên Tariq Akansuyî.

Honaksazîya Bextîyar Elî berovajî ya Galeano her du kesên xayîn tîne cem hev, mîna Galeoano li cem wî jî xayîntîya bi rengê çê heye, bi rengê xerab heye. Li cem Bextîyar Elî gazin ji bo xelatkirina xayîntîya nebaş nîne. Berovajî, rehabîlîtasyona wan li pêş e. Tiştê ku Galeano ji bo xayîntîya Sarmiento danîye gazindek e ku esil dixwaze bibêje divê ne wiha be. Bextîyar Elî bi wê gotina Galeano digre û dîrokeke din ji xayînên nebaş re saz dike ku ne bi tenê gazin e. 

Çawa?

Piştî şikestina duyemîn a Ismet, wî û Arsîn li perçeyeke din a Kurdistanê ku kurdî lê serdest e, tîne cem hev. Arsîn dixwaze biçe Sûrî an jî Beyrûdê. Dibêje “a giring ew e ku xelk çîroka jîyana min û te bibihîzin” (713). Mirov fahm dike metafîksîyona romanê di wir de ye. Her du rûdinên behsa bûyeran dikin, dinivîsin. Her du kesên xayîn di nav ewqas kes û bobelatan de du kesên zindîmayî ne. Tiştê ku wan li hev tîne, serkeftina Arsîn di xayîntîya nijada xwe de, têkçûna Ismet di xayîntîya nijada xwe de ye. Çawa ku Arsîn jê re dibêje “[e]z û tu her du ew beşa tarî ne ku komar û memûrên wê nikarîbû me dagir bikin [….] em her du, du parçe ji tarîtîyeke mezin in ku nayê dagirkirin” (713).

Li gor fahma Arsîn metoda wî ya zindîmayînê rengê dewletê jî eşkere dike: “Dewlet bi tenê şoreşgeran digire, lê ez mêrkuj im, ma dewletê kengî xwestîye mêrkujan bigre?” (712). Arsîn li ser efsanebûna xwe jî diyar dike ku êdî pîr bûye dev ji kuştina general û gurên boz berdaye. Lê kî efserên MITê û gurên boz bikuje li ser navê wî tomar dikin (713). Lê belê rengê wî yê xweser bi giştî wisa ye: “kesê tikûtenê ku gule bera qijikan neda”; lê belê “kesê tikûtenê ku gule bera guran da” (665).

Ismet li Dihokê piştî oxirkirina Arsîn kaseteke Zekî Riza Baklan (ku ew jî endamê MITê ye, kurd e ku bi salan di kirasê tirkîtîyê de maye) dibîne, li ser kasetê dinivîse “Stranên Duyê Nîvê Şevê”. Ismet kasetê datîne ser teybê. Di dilê xwe de dibêje: “Ax Zeki Riza…ax Zeki Riza. Heger mirov bixwaze, dikare rojekê ji rojan wî mirovê xeniqî yê di nava xwe de rizgar bike” (715). Bi vê yekê re pêvajoya xayîntîya nebaş ya Ismet mîna jibîrkirina tirkî digihe encameke li xwevegerînê, li ser koka xwe. Reva wî ya Başûr jî bi vî rengê xwe bi angaştê re li hev e. Wekî tê zanîn ji sedî nod û nehên kurdan di rewşên wereng de ber bi Ewropayê ve koç dikin. Koçkirina ber bi beşeke din a Kurdistanê ve mudaxeleyeke cîhana edebî ya kurdî ye li sîyasetê. Kurdê resen (Ismet) li Kurdistanê dimîne, yên ne kurd (Arsîn) ber bi derekî nediyar ve diçe. Reng e mirov ji vê honakê şert û pêdivîyên herî kêm ên pêkve jîyana kurd û tirkan jî derxe: kurd divê vegerin ser koka xwe, tirk divê makîneyên xwe yên dagirker, mîna makîneya di çîroka “Kolonîya Tawanê” ya Kafka de hilweşînin.

Çavkanî û Têbînî

 *Li Mereşê Arsîn hevalekî xwe yê berê dibîne ku di nav wan bûyeran de gelek kurd kuştine. Hevalê wî Hebîbcan wêneyê wan yê bi hirçî re nîşan dide. Dûre Arsîn di suhbetê de dipirse, gelo wî çend komunist, zarok û jinên notsalî kuştine. Hebîbcan dibêje “Kurd in… hemû kurd in…. çi komunist bin an na, kemalîst bin an na, tew heger MHPyî jî bin bi tenê ji bo kuştinê baş in” (663). Bi ser van gotinan re Arsîn, hêj pîyela negihaye lêvê wî di devê wî de lê dixe wî dikuje. Li gor Arsîn sedema kuştin zelal e: “wî wêneyî em her du kuştin” (665).

Elî, Bextîyar. Dagirkirina Tarîtîyê, Kurmancîkirin Besam Mistefa, Şilêr, 2022.

Galeano, Eduardo. “İki Hain”, Aynalar, Wer. Süleyman Doğru, Çapa 11., Sel, 2021, rr. 212.

Şêr, Ferzan. “Fantazîyên Bêxwê û Projeksîyonên Şor”. BotanTimes, 9ê Adara 2024an. https://botantimes.com/fantaziyen-bexwe-u-projeksiyonen-sor/