Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Çend pasaj li ser şahidîya dîrokê

28/07/2023

Ketina Icarus û bêxemîya gundîyan

Havîna 1558an. Daidalus û kurê xwe Icarus ji ber ku nebûbûn gizli tanık (şahidê xef), li Girîtê di labîrentekê da bûbûn mehkûm. Daidalus ji bo xwexilaskirinê bi mûman perikên teyran bi hev ve kirin û ji xwe û kurê xwe yê meraqdar ra perikek çêkir. Berî ku ji wê labîrentê bifirin û azad bibin, Daidalus ev şîret li kurê xwe kiribû: “Tu zêde nizm bifirî tê bikevî behrê û bixeniqî, tu zêde bilind bifirî dê perikên te li ber tavê bihelin û tê bikevî, xwe ehmeq neke û hay ji xwe hebe.” Piştî demekê Icarus ji ber cesaret û meraqa xwe hindî bilind bûbû li ber tavê perikên wî helîyan û ket nav ava Sersikê û xeniqî. Çend hezar sal bûn ku kelaşê wî, cesareta wî û meraqa wî nava wê ava mabûn. Havîna 1558an bû. Xaletên min li beravê hirî dişûştin, Qadoyê Kevzinî digel çend paleyan genim didirût. Qet negotin ka em kelaşê Icarus veşêrin jî. Pieter Bruegelê kurê Xildû rabû resmê vê dîmenê çekir, revî çû Belçîkayê û ev tablo firot İmparator V. Karl.

***

Nietzsche filîm e

3yê Kanûna Paşîn a 1889an. Bavê min ji gundên deşta Garisa(n) hezar pez anîbûn Tûrîna Îtalyayê û êdî war û warkozê me Tûrîn bû. Bela Tarr û Nietzsche hatibûn firavînê li mala me ya Tûrînê. Piştî firavînê me berê xwe da baxçe. Hespê me Çeto, wek dewaran ketibû ser kayê û hey û hey dixwar. Bavê min dikir û nedikir Çeto ji cihê xwe nedileqî. Kêfa Nietzsche ji vê ‘eksa Çeto ra zehf hatibû û xwest wî haş bike, lê Çeto zîtikek lê da. Nietzsche ket erdê û girîya: “Ay dayê, ez çiqas ehmeq im!” Bela Tarr got: “De rabe lo, tu tam filîm î, te em hetikandin!”

***

K. N. çima çû Amsterdamê?

28ê Sibata 2016an. Şeveka sar a Sêrtê bû. Kawa Nemir ji berîya Mêrdînê hatibû û li me bûbû mêvan. Çend şi’r ji me ra xwendin û paşê her şîret li me kirin: “Divê ciwanên me ji esl û feslê xwe dûr nekevin, Cegerxwîn out / Fêrîkê Ûsiv in, kurd naxwînin bavê min, naxwînin, bîst sal in keda min heyiii, çi hêvîya min ji kesî nîniii, hêvîya min hûn ciwan in, hûn esl û feslê me ne…” Piştî van şîretan hevalekî me yê koçer rabû ev pirs jê kir: “Mamoste, pekî ev telefonên destan kengî îcad bûne?” Kawa Nemir got: “Tam nizanim, lê texmîna min destpêka salên 90î berbelav bûn.” Tir li ku, das li ku?! Bêhna Kawa Nemir teng bû, qurtek li şaraba erzan a Şirinceyê da û paşê muzîkên Tom Waits li me da guhdarkirin. Hevalê me yê Silopîyî di ber xwe ra got: “Ev çi ye hemo em guhê xwe didî Tûm Weyts, Tûm û hey Tûm.” Kawa Nemir ev gazind seh kir, zehf aciz bû, bi dolmîşa ewil berê xwe da Amsterdamê û êdî hew vegerîya.

Kawa Nemir

***

Eşqa Kieślowski

1991. Wextê guhera pêz bû, şivanê me xalê min Kieślowski bû: Şalê wî heşîn, kurtekê wî spî bû lê dinya li ber çavên wî her û her sor bû. Her gav digo ez ê biçim destnimêjê. Ma ev bû werîs, ev bû çi xalo? Nexêr! Tu nabêjî Irène Jacoba ahûya deşta Suresnesê bi benîştê di devê xwe da hatîye bêrîyê û ew jî bi dûrbîna xwe xefikî li wê bejn û bala nazik û nazenîn dinêre… Axirê hat ba min û got: “Xwarzî, çiqas ez li Irène Jacobê dinêrim reng û rûyê Véroniqueyê dibînim. Ew ji dest çû û qet nebe bila ev ahûya deşta Suresnesê bibe zulf û xala xalê te! Weyla ez qurbana benîştê di dêv da!”

***

Wêneyeke tesaduf

Havîna 1978an. Ji bo kêşana fîlma Sürüyê (Kerî) Zeki Ökten û ekîba xwe hatibûn Berwarîya Botanê. Xalê min ê ciwan (Hacî) Şikrî [1] jî kerîyê pêz anîbû milê Çemê Karê, rastî ekîba fîlmê hatibû û li wan temaşe dikir. Çû ba derhêner û jê ra got: “Lîstikvanên hewe kêrî serîyekî pîvaz nayên. Ez bileyzim ez ê ji hemîyan çêtir bileyzim.” Zeki Ökten jê tirsa û got: “Ezbenî, xweyê fîlmê ne ez im, xweyê fîlmê Yılmaz Güney e û di hepsê da ye. Here ji wî ra bibêje!” Xalê min hêrs bû û qêrîya: “Pa ne, her ez ê rojekê rastî Yılmaz Güney bêm.” Axirê di sala 1980an da xalê min ji bo ku deynê bindestîya xwe bide çû ‘eskerîyê. ‘Eskerîya xwe li hepsa Ispartayê dikir, tesadûf e ku Yılmaz Güney jî di wê hepsê da mehkûm e. Rojekê Yılmaz Güney dibin mehkemeyê, xalê min jî wek ‘eskerê ewlekar tam li ser serê Yılmaz Güney sekinîye. Di navbera mehkemeyê da jê ra dibêje: “Apê Yılmaz, dema ez li gund şivan bûm, min kir û nekir nehiştin ez di fîlma Sürüyê da bileyzim. Gotin here bêje xweyê fîlmê!” Yılmaz Güney gotê: “Wey! Heyfa te Şikrî! Dema ez rêyekê bibînim û xwe ji vê hepsê xilas kim, ez ê berê xwe bidim Fransayê. Were wê derê, tê di fîlma Duvarê da rola Gardiyan Cafer bilîzî.” Xalê min got temam û vegerîya gund. Piştî hatî gund ji bo dev ji tiştên wiha ‘eletewş (!) berde, bapîrê min Evdilayê Hamid ew zewicand. Xalê min got: “Yılmaz Güney lîstikvanekî karîzma ji dest da, lê Evdilayê Hamid şivanekî jêhatî bi dest xist. Hey mala minê…”

Têbînî:

[1] Di wêneyê da yê li raserî Yılmaz Güney, yanî ‘eskerê di navî da heqeten jî xalê min (Hacî) Şikrî ye.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

1992an li Sêrtê hatîye dinyayê. Ji roja dayî ve li xelkê dikeve kirr. 2019an li Zanîngeha Mardîn Artukluyê lîsansa bilind bire serî.

Berhem û wergerên wî:

Qijikên Xêrê, ş’ir, Evrensel Basım, 2014.

Kale, werger, (Keleh, Şener Özmen), Everest, 2017.

Kelogirî (Murat Özyaşar, werger li gel Kawa Nemir) Doğan Kitap, 2019.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê