Têbîniyên Amerîkayê XI: Lynch, Eraserhead, piştî 30 salan ji nû ve…

Ne pêkan e Eraserhead wekî fîlmeke tirsê bihête nirxandin, lêbelê ev jî li ser we û hest û bertekên we maye. Tiştên berbiçav hene wekî Erashead û fîlmên tirsê (xasma jî ji yên klasîk) ji hevûdin cûda dike; yek, ti kes qêrînan venade, dido, dehşeteke petî ya ji xafilan nîne; bi tevî hemû diyardeyên di fîlmê de yên wek girîn, hêrsbûyîn, gilîgazinc yan êrîşkariyê.

***

Zimanê li heyamê tecessum

Ew kerr û lalbûna berdar,

Ka li ser kîjan kevirî de bê gotin

Ew tundiya jinavbir,

Li wî serzemînê hûr hûrî

Dorpêç dirinde bin hêrîşan de ye,

Ew malmîrat ew ferhenga hûr mûr,

Ma ew huner bê qubbe ye?

Zimanê Hal, ji Xunçeyên Heyamê, Rizgar Elegez

Şeş Zilam Şeş Caran Nexweş Dikevin

Eraserhead (1977)wek şahkara derhênerê Amerîkî David Lynchî hatiye qebûlkirin (û ji hêlekê ve jî wek fîlma wî ya herî berbad), ku di nava pênc salan de kuta kiriye, di heman demê de, fîlma wî ya yekem a dirêj e jî, helbet piştî kurtefîlmên wî yên wek Six Men Getting Sick (Six Times) (1967), Absurd Encounter with Fear (1967)[*] Fictitious Anacin Commercial (1967), Selective Disclosure (1967), Sailing with Bushnell Keeler (1968), The Alphabet (1968) Early Experiments (1968), The Grandmother (1970), The Amputee (1974). Ji nava van kurtefîlman Six Men Getting Sick-Six Times, wek fîlma wî ya salên xwendekariyê tê zanîn, Lynch hîn gava li Philadelphiayê, di Akademiya Şêwekariyê ya Pensilvanyayê de xwendekarek bûye, dest avêtiye vê projeya xwe ya ‘anîmasyonê’ ya azmûnî –ku dewrek sax serê xwe pê re êşandiye.

Six Men Getting Sick -Six Times (Şeş Zilam Şeş Caran Nexweş Dikevin)

Six Men Getting Sick-Six Times (Şeş Zilam Şeş Caran Nexweş Dikevin) ku tevde 4 xulek û 10 çirke ye, bi destpêkeke jiberkirî ya vîdeoyên hunera hevçerx dest pê dike, li ser zemîneke reş, bi fontên spî û girdek sernavê vîdeoyê; du çirke cross dissolve ji bo sernivîsê, pênc çirke jî li dawiyê û dîmen tê! Dengê qîjkereke lixweger dest pê dike Six Men Getting Sick-Six Times, pê re pê re şeş figûrên dîsmorfîk (ligel qisûrên xwe yên laşî) li ser kevalekê (fena kevalê) nûma dibin û bi dorê vedireşin, hinde! Bandor û nexweşiya perwerdehiya şêwekariyê xwe zûbizû dide der, loma dîmena kurtefîlmê bes kevalek e, tew mekan bixwe jî kevalek e! Hiş û hoşeyê min jixweber diçe ser fîgûrên hunermendê Brîtanî Francis Baconî; laş, laş, laş! Bacon heya sax bû ji çîrokbêjiyê reviya, ş’ir û drama cîyekî xwe yî sereke digirt di kompozîsyonên wî de, li şûna ku dramayeka helbestî binîgarîne, xwe spart nîgaşên wek zordestî û pûçûvalatiya jiyanê yên di ş’irên T. S. Eliotî de.

Ezmûngeriya li beşa şêwekariyê

Di salên perwerdehiyê de mamosteyê min yê peykerê (felahekî tiredîn bû), ji bo ezmûna peykerê derbas bibim, spartekeke kabûsî dabû pêşiya min; bûstek! Min kir û nekir, ji kirt û nîva xwe nehat xwarê; “Divêt tu bûstekê çêkî, yan na…”, yan na, min ê ew wane dubare bikira di sala bê de. Şevtira din li mala hevalekî xwe bûm, me kamerayeke Panasonic ya analog bi dest xistibû û îş û ‘emelê me tomarkirina liv û tevgerên xelkê bû, em car ekter, car derhêner bûn û ev tiştekî gelek nû bû ji bo min û hevalê min yê ku di beşa peykerasaziyê de bû lê hîn dest nedabû heriyê yan çakûçî, wî jî mejiyê xwe bi karîkatûrê xwaribû (paşê, ango piştî salan min jî dev ji karîkatûrê berda) baş jî dikir!

Beşa peykersaziyê jixwe fena qişlê bû; bi tenê ew mabû ku kaxezeke din jî bi dîwêr ve bizeleqînin û bibêjin; “Paqijî ji îmanê ye.” Wekî din her texlîd hişyarî hebû li ser dîwaran û li ser wê deriyê duqenatê ku carek du caran tê re derbas bûbûm, ew jî ji bo hevalê xwe bibînim, hingê wî jî dest bi çêkirina şûrekî Katanayî (刀 yan jî かたな) ya japonî kiribû, sind û çakûç û zimpere û makîna qeynaxê ji xwe re veqetandibû, li quncikekî kargehê û bi dizî dixebitî helbet. Çend mehên me bi wê kamerayê û bi kişandina sûretên xelkê derbas bûn, em neketin tu dersan, digel vê jî kesî (xasma jî mamosteyên me) li me neheytand, negot ka hûn çi dikin, ev çi karê we ye hûn dikin!? Huner ezmûngerî bû (hîn jî wisa ye), em jî ji ezmûngeriya derveyî beşê, derveyî perwerdehiyê piştrast bûn. Rojtira din bûst amade bû, min ew li nîveka hêwanê, li pêşberî deriyê mamosteyê peykerê bi cî kiribû.

“Ev ne bûst e!”

“Erê, ne bûst e!”

“Çi ye?”

“Totemek e…”

“Te bûst çênekir ye’nî…”

“Nexêr min çênekir, ji dêvla wê min ev totem çêkir…”

“Serê totemê monîtor e?”

“Bûst ew e… binî jî laş e…”

“Tu çi dikî?”

“Divê hûn heya dawî temaşe bikin….”

“Tifî me dikî!”

“Tifî kamerayê dikim!”

“Çima tazî yî?”

“Ji bo bêhtir biqefilim…”

Hevalê min bi tevî şûrê xwe yî Katanayî ji lana xwe derketibû hatibû nik me, berra jî şûrek nûwaze çêkiribû kurik, mamoste berê xwe ji min veguhestibû û li şûr û xwediyê şûrî zûr bûbû;

“Te ev çekir?”

“Çawa ye?

“Ye’nî ji bo vî karî te kargeha peykerê û amûr û alavên wir bi kar anî?”

“Erê…”

“Xwedê we nede şermê!”

Lynch û VHS…

Ew wisa, lêbelê yên xwedîxêr û bînende jî hebûn, Mamoste Handan yek ji wan bû, gava danerên beşê yên çepgir yeko yeko bûn endamê Atatürkçü Düşünce Derneğiyê –şaxa Edeneyê hîn nû vebûbû, Mamoste Handan ji gotina xwe nehat xwarê, nebû endam, lê nebû dûvelanka bîrdoziyeke din jî. Dizanî em çepgir in, lêbelê gava kurdbûyîn jî pê re dihat, mesele dibû wek girara gavanan. Ya ku Lynch bi min dabû nasîn, Mamoste Handan bû, destpêka salên 90î wan çaxan, em li mala wê diciviyan, peyvên wek “yapısöküm”û“göstergebilim”ê teze ketibûn jiyana me. Mikûrîyek e, tu derhêner biqasî Lynchî bandor li ser berhemên min yên vîdeoyê nekir, piştî ku min li mala Mamoste Handanê, bi saya koleksiyona wê ya bijarte ya ji VHSyan pêkhatî Lynch nas kirû pê ve, deriyê cîhaneke din li min vebûbû…  

Dîmenek ji Eraserheadê

Eraserhead, pitikê teşabet û xewnereşkên bavîtîyê

Çi bigire bi çend dîyalogan fîlma reş û spî kuta dibe (ji keçika bedew a li pêşberî hêwanê dest pê dike, gotina êwil dibe pirsek; Henry tu yî?), em Henryyê (Jack Nancy wek Henry Spencer) porjêbir (Lynch Henryyê xwe yê nivîsevan[**], wek fîgûrê karîkatûrekê serrastî sêwirandiye, bedlekî tarî lê ye û berîkê sakoyê wî bi pênûsan tije ye) bi çavên ziloq û xoftije bi dû xewnereşka dirêj a destpêkê (ya efsaneyî) dibînin, di himbêza wî de kîsikekî marketê ya ku pihêt bi pê girtiye heye, lezelez ber bi dalanekê ve (ya rast, Henry li vir rasterast berê xwe dide dilê tariyê) diçe. Em di ber girikên ax û xweliyê, kavilên avahiyên bi tuxleyan lêkirî yên ku başebaş rizîyane, platform û pireyên metal, di nava lûle, xertûm, çerx, bermîl û waneyên endustriyî re (ku gelek ji wan di nava çaleke qîrûziftê de mane) derbas dibin, yên ku li çarnikar belav bûne. Henry rêyeke kert û kort dide ber xwe, pêlî çalikên biherî dike (Lynch xasma li ser pîyê rastê radiweste ji ber sereqetiyê) û ev yek xofek pê re çê dike, bi her fîtînê re, ziravê wî tê ber devê wî, wextên qîjkeran nediyar e, mirov nizane bê hulmegulm dê kengî û ji devê kîjan lûleyê bipijiqe. Lynch xasma jî di van dîmenan de zar û zimanekî gefxur dide hemû amûrên senayîyê, wekî çawan jiyana mirovên ku li wê herêmê (fîlm li San Fransiscoyê hatiye kişandin) bi nanoziko dijîn (axleb malbatên karkeran e), derdest kirine. Xaniyên li guhê bajêr piçûk in, Lynch atmosfera zelûliyê ya giran ya di wan xaniyan de bi hejmara kevnûkotan xemilandiye; bo mînak mala Henryyî ji jûr (pergala jûrê jî di hêla katjimêrê de ye) û qedemgehekê hatiye pê (barûdoxeke klostrofobîk jî derdikeve mexderê); qaroliyek jihevdeketî, şifonyerek, strandêrek, çend lambeyên zemînê, radyatorek û maseyeka piçûk. Lodek qirşûqal li ser wê şifonyerê ye, li hinda qaroliyê jî çiqleke rût a darê heye, ew jî di nava lodeke axê de çiqiliyaye, li gor Lynchî ax nîşaneya darê ye, zanîna qenc û neqencîyê ye, tiştekî ku ew raçav dike û didarizîne, wek egoya wî ya super. Di binê radyatorê de jî çiqlên ziravik hene û Lynch, van çiqlan bi pûrtên navranê ve girê dide (gelek binnivîsên wehakî hene di Eraserheadê de ku ev jî yek ji wan e); du jinên dijberî hev, herdu jî bijartina hestyariyê ne; tirs û bextewarî, Mary (Charlotte Stewart wek Mary X.) û Lady… Mala dê û bavê Mary jî (an jî Meryem) bi heman zelûliyê hatiye honan (li kêleka dêrî em jimara 2416ê dibînin); seqaya giran a li hûndir, xwe di awir û tevgerên mirovan re hema bêje bi çavpêketinê re dide der; Mary bi mirûzekî têkçûyî di pişt camê re li Henryyî dinêre, wilo zû bi zû derî venake, bi tehn û niçan diçiyê; “Tu dereng mayî Henry!”, Henry; “Min nedizanî wekî ez bêm yan neyêm. Tu li ku bûyî?”, Lynch di vê dîmenê de jî di ser zayendiyê re serî li lîstika peyvan dide; “Bêm yan neyêm…”, Henry di henga pevşabûnê hatiye helbet, hatiye û Mary bi zayîneke zû, li gor gotinên wê teşabetek aniye dinê, yê ku niha li zayîngehê ye.

Pitika Mary û Henryyî

Dê jî (Mrs. X) û bav jî (Bill) newrotîk in (Bill; bi ser halan de, pitikek hatiye ketiye jiyana wan, “Jê nepiştrast in wekî pitikek e yan na…” dibêje Mary, Mrs. X. bersiva wê dide; “Hîn zû ye, lê pitikek heye…” wek ku pitik zarokê pevşabûnê be ku wisa dixuye, zorbetiyê li Henryyî dike ku gavek berî gavekî lê xwedî derkeve, bi tevî Maryyê bibe malê. Jê û pê de Henry, noqî xewnereşkên bavîtîyê dibe û çi gava em li ser maseya li mala Henryyî pitik di pêçekê de dibînin, pêla şoka êwil tê û bi qirika me digire, çi ku tişta ku Lynch şanî me dide, ne ji xêrê re ye, belakurî ye û dilê meriv jê dixele, dibê qey çêleyê fezayîyekê ye, yan yê sivorîyekê, her çi be jî, dirûvê cenînê evdan pê nakeve ku di mijarê de gelek spekulasyon jî hatine kirin. Lynch cênîn ji çi çêkiribû û amadeyî fîlmê kiribû? Berra jî çi bû ew? Hin galegot, berê me didin fetûsa golikekî, qaşogiravî Lynch ew li pêçekê pêçandiye û wilo bi kar anîye. Teoriya herî negengaz ew e wekî ji destê mirovan derçûye, mînak ji hevîrê lîstikê ya Play-Dohê. Çermê rastîn a mirovan û qertonpîyer jî hatiye gotin. Kêşeyeke din jî liv û tevgerên pitikê ye, gelo çawan hatiye livandinê, çawan hatiye giryandinê? Ev pirsên han heta roja îro jî bêbersiv mane.  

Heke fîlmeke tirsê bûya

Ne pêkan e Eraserhead wekî fîlmeke tirsê bihête nirxandin, lêbelê ev jî li ser we û hest û bertekên we maye. Tiştên berbiçav hene wekî Erashead û fîlmên tirsê (xasma jî ji yên klasîk) ji hevûdin cûda dike; yek, ti kes qêrînan venade, dido, dehşeteke petî ya ji xafilan nîne; bi tevî hemû diyardeyên di fîlmê de yên wek girîn, hêrsbûyîn, gilîgazinc yan êrîşkariyê. Piştî çûna Maryyê (çi ku hew dikare xwe ragire, gava dikevin nava cihan jî, ji ber girî û nûzenûza ‘tiştê li ser maseyê’ xewa Maryyê nema tê, ji hêrsan girî pê digire), Henry ji bêgavî (bi hestên bavîtîyê) ji nava cihan radibe û diçe raserî qaşogiravî “lawikê” xwe, di dêst de agirpîvek heye. Di warê çavdêriya pitikan de beled nîne, bi tenê jê re hatiye gotin ku tu bavê wî tiştî yî û divêt xwedî lê derkevî! Lynch, rola bavîtî û dêtiyê jî datîne ber me; di çandeke din û di cîhaneke din de.    

Têbînî:

[*] Absurd Encounter with Fear jîtêra xwe avangard e; fîlm (yan vîdeo) bi meşa zilamekî dest pê dike, di nava zevîyekê de ber bi kamerayê ve dimeşe. Fîlm bi efekta grenê hatiye pevbestin û di kenaran de jî dewsên xerabûnê dixuyin. Şalekî xakî û îşlikekî çikspî lê ye ku wek nîşaneya Lynchî têne bilêvkirin. Dû re em zilamî ji para ve dibînin, ku hêdî hêdî nêzîkî jinikekê dibe, ya ku di nava zeviyê de pal vedaye. Zilam tê li raserî wê radiweste, ji nîşka ve dest davêje zincîrka şalê xwe (bi kêşana nêz), virt û tîne xwarê, destê xwe dixwe hûndiro û… û… çîçekan ji navrana xwe dertîne, yek, dido, sisê… destên zilamî mor, rûdêna jinikê spîçolkî ye. Kamera lezelez bi dûr dikeve, zilam bi carekê re berê xwe dide kamerayê û di nîveka zevîyê de terp û dikeve erdê, wek ku tê kuştinê. Kamera li dora zilêm û jinikê çerx dibe û fîlm diqede.

[**] Nivîsevan, ye’nî katib, wek hêmayeke Kafkayî.

Şîrove bike