“Qirêjîya şerî li her derê yek e”

“Qirêjîya şerî li her derê yek e”
“Qirêjîya şerî li her derê yek e”
Qesîm Etmanekî
  • 20 Mart 2023 15:55

Wêne: Qesîm Etmanekî

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Nîgarkêş û peykersazê ciwan Kenan Şervan Intakî bi du berhemên xwe ra, di Pêşangeha Bazaartê da cih digire.

Pêşangeha Bazaartê, vê salê bi soponsorîya Deniz Bankê di 15ê Adarê da dest pê kiriye û dê heta 10ê Nîsanê berdewam bike.

Armanca pêşangehê ew e ku di navbera derçûyên beşa Hûnerên Bedew ên zanîngehan û koleksîyoner û hunerhezan da pirekî ava bike.

peşengah2
Wêne: Qesîm Etmanekî

Pêşangeh karê ciwanan derdixe pêş

Di destpêkê da hûnermendên ciwan bi awayekî online serî li vê pêşangehê didin. Di nav wan da yên serkeftî li vir bi berhemên xwe ra mafê beşdarbûnê bi dest dixin.

Dûre ev ciwanên hatine hilbijartin ji bo berhemên xwe bihayek diyar dikin. Bihayê berhemekî herî zêde jî 6.500 TL ye.

Her wiha di vê pêşangehê de ciwanekî Kurd jî bi berhemên xwe ra beşdar e.

Şervan Intakî ji Milazgira Muşê ye, wî di Zanîngeha Marmarayê da beşa Hunerên Bedew qedandiye û aniha bi karên xwe yên hûnerî ra mijûl e.

Ew nêzî 6 sal in li Stenbolê dijî û beşadarê pêşangehên hûnerî dibe.

peşeangeh 3
Wêne: Qesîm Etmanekî

“Reş û sipî çîroka min baştir tîne ziman”

Kesên ku serdana li vir dikin zêdetir koleksîyoner û xwedîyên galerîyên hûnerê ne; di vê pêşangehê da, kêfa wan bi çi ra were distînin; an bi malên ve dialiqînin an jî li kolesîyonên zêde dikin. Helbet ev jî, ji bo me ciwanan dibe alîkarî.

Sedî 90ê wêneyên xwe li ser şêweya monokrom (reş û sipî) çêdikim. Ji ber ku reş û sipî çîroka min baştir tîne ziman. Ez nikarim şerekî bi rengên kesk, zer û şîn bînim ziman, ez dikarim bi rengên reş û sipî û tonên wî bînim ziman.

Kenan Şervan Intak
Wêne: Qesîm Etmanekî

“Ji zarokatiyê ve em di nav şerî da ne”

Ev wêneyên min, nêzî dû sal in min çêkirine. Wextê şerê Ukranyayê nû çêdibû, wî çaxê jî min xwest qirêjibûna şer bînim ziman. Tenê qirêjbûna şerê ne li Ukranyayê, yê li Şingalê jî min xwest bînîm ziman. Ji ber ku ji zaroktîya me ve, me çavên xwe vekiriye û em di nav şerî da ne.

Hinek jî ji çîroka min a zarokatîyê tê ev karê min; ew çax ez zarok bûme nayê bîra min, dayik û bavê min digotin; dema te di televîzyonê da leşker û jîpan didît tu digiriyayî, me te bi zorî kerr (aş kirin) dikir. Wisa xuya ye ev di bin hişê min da ma ye û ez îro wisa tînim ziman.

Kenan Şervan Intak
Ji pêşangehê
Ji pêşangehê

Edîtorî: Yonca Sarsilmaz