Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Cegerxwîn ku heyranê Ûm Kelsum û Muzîka Derbxwarî

19/09/2023

Dibêjin lîderê derbeyê Cemal Abdunnasır ku yasaxê dibihîse, esker û emirberên xwe top dike û ji wan re dibêje “Ma hûn dîn in, hûn baqil in? Werga be, wê çaxê herin herin pîramîdan jî hilweşînin, ew jî semboleka kevn e. Ûm Kelsum pîramîdeka Misirê ye!”

***

Cegerxwînê mora xwe li şiîra Kurdî ya dewrekê xistiye di roportajekê de dibêje gava ew muzîka Erebî dibihîse ji kêfan canê wî dicirife û dibêje ew heyranê dengê Ûm Kelsum e.

Rêber û rewşenbîrên Kurd yên ji xwe dipirsin, dibêjin “Kî ne em?” û cewabê bi redkirina her tiştên li dora xwe didin, kanin vê heyranîya Cegerxwîn ya bo muzîka Erebî nola eyb û etabîyeka wî bîbinin ku şair bi xwe jî di roportajê de ketiye tatêla îzahkirina vê heyranîyê. 

Îzah bike jî îzah neke jî Cegerxwîn, çi kar be, karê bi kalîte, da ew hikmê xwe, hebûna xwe bidomîne her zemanî ji xwe re zemînek çêkiriye ku muzîka Ûm Kelsum nimûneyeka rind e bo raberkirina vê.

Sala 1952yan -wan çaxên muzîka Ûm Kelsum li Misirê tam deng daye- esker derbeyê dikin û dest datînin ser rêvebirîya welêt. Hinek eskerên rutbebilind dibêjin Ûm Kelsum sewt û sembola dewra kevn e û konserên wê yasax dikin. 

Yasaxkirina konserên Ûm Kelsum delîl e, raber dike ku milet çiqas ji wê hez dike û delîleka din jî rakirina vê yasaxê ye: Dibêjin lîderê derbeyê Cemal Abdunnasır ku yasaxê dibihîse, esker û emirberên xwe top dike û ji wan re dibêje “Ma hûn dîn in, hûn baqil in? Werga be, wê çaxê herin herin pîramîdan jî hilweşînin, ew jî semboleka kevn e. Ûm Kelsum pîramîdeka Misirê ye!”

Loma ye, rojnamegerekî kovara Life ya Amerîka sala 1962yan di şokê de nivîsîye ku her pêncşema pêşî ya her meha nû dema ji radyoyê konsera Ûm Kelsum tê bihîstin, li Qahîre, Bexda û Darul Beydayê deng ji her derê tê birîn û herkes karê xwe diterikîne, rûdine li wê guhdarî dike.

Rojnamegerê kovara Life di dawîya nivîsê de gotiye: Li Rojhilata Navîn wê du tişt tew neguherin, yek pîramîd û yek jî Ûm Kelsum.

Dîsa, careka din: Cegerxwînê mora xwe li şiîra Kurdî ya dewrekê xistiye di roportajekê de dibêje gava ew muzîka Erebî dibihîse ji kêfan canê wî dicirife û dibêje ew heyranê dengê Ûm Kelsum e.



Çavkanî:
Yusuf Kaynak, Jînenîgariya Cegerxwîn û Berhemên Wî,Weşanên Do, İstanbul, 2010.

Bekir Şahin Baloğlu, Efsane ve Realite Arasında Bir Portre: Tanburî Cemil Bey, Dergah Yayınları, İstanbul, 2021.

Ûm Şark Yıldızı: Arap Müziğinin Divası, (Çev. Sevil Öztürk), Avesta Yayınları, İstanbul, 2005. 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê