Têbîniyên Amerîkayê VIII

Îja deng-be‘hseke dinê: Bêtarê Reş Li Omahaya Georgiayê Hat Şewitandin. Birrek Deadwood Dickên ku şewqên lengerî yî çimmfire dane serên xwe û hurşiyane hatine, gulla berdidine Hovekî Reşik î bi darekê va dar da kirî, zimanê peyê di dêv ra kişiyaye ça’ waris û di binê wî da jî kuçikekî şahiyê hatye dadanê. Babavo, walle walle, piştî vê kirina xwe ye hanê ewana gotî wî di be‘hrê da bixeniqînin û ceyranê bidinê û wî darexaçî kin ji bona ku rind bizanin îşê xwe kuta kirine.

Ulysses, James Joyce, ji ingilîzî: Kawa Nemir

Bêtarê Reş li Omahaya Georgiayê

Di wê saetê de (li dor şeşê sibehê) li hewşê me, qehweya xwe fir dikim, di navê re piffek li cixareya xwe ya elektronîk ya bi minty dixim. Qerrafî ye! Way way nînna, nînna! Nizanim, dengê Mîkaîlî misqalekî din jî bilind bikim nekim. Cîranên min yên kêfçî heya derengê şevê bi stranên nifşê nû xwarin, vexwarin, lîstin, li hewşê derobero kirin, çenebazî kirin, bi dengê bilind peyivîn, qîr vedan, bû tîqetîqa wan, tu bêjî kêlîyek, na kêlîyekê jî nesekinîn, kes ji hiş ve neçû, kes nevereşiya, xwarinên çist sîparîş kirin ji DoorDashê, xortikên cemalgiran bi derengî beşdar bûn, bi taqa atlêtan, bi siwareyên xwe yên ne îşê biha, sipîsor, zipîzer, çilspî, hatin û xatûnên xwe yên koreyî, latîn, ukraynayî keremî hewşê kirin bi liv û tevgerine seyr. Perengên kokosan gurr bû, bîhn û bixara esrarê ket her derî, piçûk çûn raketin bi telefon û tabletan, laqûnên qelew dan dû wan. Mr. Thompson wê şevê qet ji paldanka xwe ya taybet ranebû, neçû daşirê jî malmîrat! Kufekufe wî bû, hema dipêça! Mia teyfikek ji xûrekên partiyê anî ji min re; qetek pîzza, çend sosîsk, hinek selete, kartolên soskirî, du heb çengê mirîşkan û silavên dayîkê… Mrs. Esther çend roj bûn xuya nedikir.

***

Zilamekî navosere bi taqa derpî li derazînkê sekiniye, bi serê xwe silavekê didimê lê qey bala wî ne li min e, cara pêşîn e ku wî dibînim, ya rast cara pêşîn e ku li ber wî derîyê duqanat peyayekî dibînim, peyayek, çawan bibêjim, parîyekî damayî. Nexwe kesin hene di xênî de! Çimkî roja şemîyê û duşemê, bernîvrokî ambûlansek hat ber xênî (di wan herdu rojan de jî betal bûm, betalî jî meraqdariyê tîne!), keç û xortek jê derketin û bi çenteyên xwe ketin hûndir, heya derengê şevê li hûndir man, nizanim bê kî ji wan re derî vekir. Carekê qîzika spî ya ciwan, carekê jî xortikê reşik î çap î çeleng bi tena serê xwe ji malê derketin, herduyan jî kîsikin –şînekî delal î vekirî– derêxistin ji pişta ambûlansê. Nexweşek li wir e, temam û bêgûman mirovên navosere dikarin bi taqa derpî (bi derpîyeke qirêjokî) li derazînkekê bisekinin û demeke dirêj nelivin. Di himbêza wî de delfîneke kinûşk a pêlîstok heye (erê, lê divê ez jî dev ji vê ‘adetê berdim û tiştan bi dîtina ewil re nedarizînim), dewsên tilîpêçiyan li ser betanê wê yê çilmisî û cî bi cî pînekirî dixuyin, ka bê ji kengî ve ji dêst neketiye! Porê wî yê bi zerî ve dibiriqe ji rûnê serî û ji xwêdanê, zikê wî yê ne îşê mezin, hema hema bi ser derpî de ketiye, paşê, ango çend xulek bi şûn de jinikeke navosere tê nikê, tiştek jê re dibêje û bi destê wî digire, bi lavelav kaşî hûndir dike zilamê me. Ji liv û tevgera ewran xuya ye dê baran bibare. Ewrên vir bi kurdî dizanin gelo? Ez ê peyamekê ji dayîka xwe re bihinêrim bi peşkên ewil re.

***

Li derdora Malcolm X Aveyê bi ser marketekê yan deliyekê ve bibim baş e, nexwe ez ê bê nan bimînim… gerek derkevim… komek jin û mêrên bêwar û berdîwar li parka qaşogiravî ji bo zarokan hatiye çêkirin, bi erebokên xwe yên ji Giantê çirpandî, baçîkên xwe dikêşin, tiringo bûne û gotinan li bin çengî ajower û peyayan dixin, yên ku di wê kêlîkê de di wir re derbas dibin. Gêrevêreyeke seyr li derdora wan çêbûye, ji berikan bigire, heya bi şûşe û qûtîkên vala, kîsikên curbecur (nizanim bê çi di hûndirê wan de ne), solên diriyayî, cawên zîtolzîtolî, tilimên xewê (yên raxistî û yên balorkirî), girdên kel û pel û qerpalan, li hûndirê wê xeleka jiyan (û mirinê) li ber xwe didin. Cotek siwareyên polîsan jî (ew jî reşik in), bêyî ku tevlî wan bibin, li duriyanê rawestiyane, yek jî, wekî dibêjin li petrolê ye, polîseke jin a spî, silaveke alav dide min, li vê semtê spî qumaşê ecem e, yan nolî min yekî hişavêtî ye, cegerpola!? Şerm e şerm! Hingê çavê min bi wê nîgara li ser dîwêr dikeve, ya ku ji bo yadgara keçikeke reşik a şeş salî hatiye xêzkirin, çi delal e! Rebenê di pevçûnekê de bi gulleya qebraxekî (li îstgeha otobêsan bi dayîka xwe re bûye) hatiye kuştin, nexwarî nevexwarî! Paşê navê wê jî hîn dibim; Nyiah Courtney û Aniekan Udofia jî nîgarkêşê wê ye. Peace, peace, peace! Pray and work for an end to violence… Kê dîtiye, pêlîstokek aniye daniye binê kevaldîwêr. Di romana ewil de bû; “…cudatiyeke mezin di navbera mirina (an kuştina) keçekê û xortekî de heye, gava keçek dimire (an têt kuştin) di baweriya min de di heman kêliyê de bi hezaran gul û kulîlk jî pê re diçilmisin, agir bi beybûn –ez wan dibînim– û xecxecokên welêt dikeve, roj bêwext diçe ava, stêrk ji giryanê çavkorî dibin…”

Nîgarkêş Aniekan Udofia li ber berhema xwe

***

Deriyê camîn ya liquorê vedikim û derbasî hûndiro dibim, bi derbasbûna min re pîremêrek tê pêşiya min û bi dengekî dewixî daxwaza tiştinan ji min dike, heke dirav be, heke cigare, qûtiyek bîra, heqê nanekî, nizanim, ji devoka wî tê dernaxim. Xwediyê dikanê jî di pişt cameke fena barîyerê re “Derkeve!” dibêjiyê bi dengekî hêl, jinek li nikê ye, dezgeh kirine wek dezgehên wezneyan, biqasî ku diravan dirêjî wan bikî yan pakêtek, du pakêtên cigareyê ji ser maseyê bigirî, cam, di binî re bi awayekî nîvçember qewartine. Pêkan e ku cameke dijfîşek be, “…çimkî,” dibêje Mr. Thompson, “…di orta rojê de dakutan hûndir ku bişelînin, belam bi pê digirin, derpê dikeve nav lingan, desteşûr diçin hev, yê qafseqet ji kemaxê brîndar dibe, yê din dibêje lingo b’ qurbano! Jae-Sung, ango xwediyê dikanê xwe di ser maseyê re zer dike, Ji-Ho, ango jina wî jî diçe ser serê yê brîndar bi doqikê xwe yê beyzbolê… piştî vê rûdavê hosta anîn ser û cameke dijfîşek dan çêkirin. Cam, heya bi derekê canê wan ji êrîşên wehakîno parast, lê dizî û pizî ji dikana wan kêm nebû, tew dikarim bibêjim ji berê kambaxtir lê hat. Wê rojê jî…”

Endûstriya camekanên dijfîşek

Jae-Sung yekî devliken e, silavê dide min, lazimiyên xwe jê werdigirim û heqê wî bi neqd didimê, hûrdeyên li min vegerandî jî dixim mista pîremêrê li derve, çima nizanim lê rûyê xwe tirş dike, paşê radide berîka kurtikî, dibe pitepita wî. Siwareyên polîsan hîn li wir in, çend tolazên reşik jî li ber deriyê Popeyesê bilebilê dikin bi dengê hêl, porbirrek li wê rastê ye lê li ber deriyê wê jî tolazin hene, ji niha de serê wan bi dûman e, biçim, neçim, heya bi pişt parkê jî bi dudiliyê dihere. Vegerim mal? Yan berê xwe bidim mûzexaneyê? “Neçe!” gotibû Mr. Thompson, “…tê herî çi!? Nema dihat bîra min bê ji bo mûzexaneyê gotibû, yan ji biryara min re, ya ji bo çûna bajarekî dûrûderez, şevekê jî bi hênceta vê me gewrî şil kiribûn, heya tarîgewrikê xew neketibû çavên min.

***

Bi meşê pênc xûlek digirt Historical Museum, çend carekê di ber re derbas bûbûm (derketibûm ku derdorê nas bikim, paşê porbirrek peyda bikim, lê gotibûn wekî heqdestê porbirran parîyekî zêde ye li wan deran) tew min li lewheya ku roj û saetên ziyaretê nîşan dida nihêrîbû, seba nûkirinê bo maweyeke kurt deriyên xwe girtibûn, ne xem bû, wextê min hebû, wektekî dirêj û nediyar. Mirov gava di nava dar û berên temendirêj re (dev-devî şêst texlîd hebûn û yek jê Turkish Hazelnut bû) yên ku li çarnikarê bajêr bi rêk û pêk belav bûbûn, hêdî hêdî dimeşe, gunehê xwe bi bajarên welatê xwe tîne. Axirî soxirî min bi telefonê xwe gihande yê porbir, piştî bîstekê li ber deriyê wî bûm, rabû ez radestî berhostayê xwe yê Çaçan yê serzelût î bêsimbêl û rîh Shenandoahî kirim ji ber mişteriyê xwe yê din î spî yê ku bi tenê patik û pişt guhên xwe dida paqijkirin. Ma ne hûn porbirran dizanin, hûn dizanin bê çiqasî lewçe ne, ez rûçikekî nû bûm, palkursiya mişteriyê xwe zîvirand û berê wî da neynikê, di wê navberê re nêzîkî min bû û yekcar pirsa welatê min kir, dû re bi beşereke xweş got, “Ez filehê Kerkûkê me… tu welatjorî yî…”, çend gotinêt kurdî kirin, “Çay vedixwî? Kurd ji çayê hez dikin…” û li yê serzelût zîvirî, bi ingilîzî gotê, “Em merivêt hev in. Dest nede simbêlan, rîhê wî parîyekî sivik bike hew!”

***

“Tê herî çi!? Çi gû di wir de nîne! Ka çi ma ji Potawatomiyan? Hingê li wê deverê ew hebûn. Piştî hatina generalên Fransî, şerê ji bo axê derket û bi sedan salan dom kir, di dawiya salên 1700an de pirtikek çi ye, bes pirtikek jî di destê wan de nema wekî di porê xwe re bikin, qira wan anîn, te go erê? Zarokên wan ji nêza mirin. Di nava niştecihên pêşîn yên Chicagoyê de bazirganekî nîv Fransî-nîv Kanadayî yê kurkan hebû, navê wî Antoine Quilmette bû, bermaliya wî Archange Chevalier Quilmette, jineke ji êla Potawatomiyan bû, li gor Peymana Prairie du Chienê… ohh-ho, ez ji kê re dibêjim!? Guhê te ne li min e Mr. Robar!”

Morlok, ji fîlma The Time Machineê

“Îro salvegera komkujiya kurdên êzidî bû Mr. Thompson… (bêdengî), çima navê Yezdan bi dilovanî tê bilêvkirin? Ji kê re dilovan!? Ezmûngeriya çi ye ya ku bi me re dike? Em zarokên Satûrnî nîn in Mr. Thompson! Em kurd in, kurd! Misilmanan teşabetek ji nava xwe derêxistin (bêdengî) …û ji bo xwe bi goştê laşê berşîrên me bi nan û av bikin, ew şandin dilê şaristaniya me, eynî wek Morlokan, lê ez baş tênagihim bê em kurd bi makîneya zemên çûn dinyaya wan yan ew hatin ya me, çimkî ne pêkan e ku kurd û Morlok di heman heyamê de û di heman geresitêrkê de bin, ‘eyba dinyayê!”

 “Morlok?”

“Erê, Daişî ji pişta wan ketine…”